HPG: Li Ebexê wesayîtek hate rûxandin, 8 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de li Ebexê li dagirkeran daye. HPG’ê diyar kir ku wesayîtek hatiye rûxandin, 8 leşker jî hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 17’ê Cotmehê gerîlayan li navçeya Ebex a Wanê li dijî wesayîteke ya artêşa Tirk a bi tîpa Cemse ya di navbera qereqola Sarixsû û Kevirê Şamê de dewriye digeriya çalakiyek kirin. HPG’ê destnîşan kir ku wesayît bi temamî rûxiya û 8 leşker hatin kuştin.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî da: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê dom dike de, 17’ê Cotmehê saeet 22:00’an li dijî wesayîteke bi tîpa cemse a artêşa Tikr a dagirker ku di navbera Qerqola Sarixsû û Devirê Şamê yê girêdayî naçeya Ebex a Wanê dewriye digeriya çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku ji nêz ve li leşker û wesayîtê hate xistin, wesayît bi temamî rûxiya, 8 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bû. Artêşa TC’ê ji bo kuştî û birîndarên xwe ji qadê rake piştî çalakiyê bi desteka helîkopteran qad ketober da ber bombeyan. Yekîneyên me yên çalakî kirîn bi sax û selametî gihiştin cihên xwe.”