HPG: Li Bazîd 15, li Cizîr 5, li Çelê jî 4 polîs-leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Cizîr, Bazîd û Çelê yên li dijî leşkerên artêşa Tirk lidar xistîn daxuyaniyek da.

avenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand k udi çalakiyên li dijî leşkerên artêşa Tirk de hatin lidarxisin gelek leşker hatine kuştin.

Li gorî agahiyên di daxuyaniyê de hatine dayîn li Bazîd 15, li Cizîr yek jê serpel 4 û li Çelê jî 4 leşker hatin kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn.

LI CIZÎRÊ 1 JÊ SERPEL 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Artêşa Tirk a dagirker li navbera navçeya Cizîr û Şirnexê de ji bo pêkanîna ewlekariyê li navbera gundê Îkîzce û Şaxê ya Cizîrê de 2 qereqolên nû didin çêkirin

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de 1’ê Cotmehê saet 18:00’an li dijî leşkerên ewlekariya qereqol û qereqolên nû yên di navbera Qesrikê û Şaxê de pêk dinanîn çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiya bi awayekî xurt li leşker û qereqolê hate xistin de yek jê serpel 4 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov (ÎHA) li herêmê dest bi operasyonekê kirine. Hêzên artêşa Tirk a bi desteka helîkoperên Kobra qad bombe dikirin, saet di navbera 19:00-20:00’an de li Girê Dertê yê nêzî Gundê Şaxê bi helîkopterên Skorsky leşker danîne. Artêşa Tirk a dagirker bi tankan ketin gundê Şaxê û li vir bi cih bûne.

2’yê Cotmehê hêzên me, leşkerên dijmin ên li Girê Gertê bi cih bibûn kirin hedef. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî vê çalakiyê û şûnde, li Girê Nîske û derdorî wê bi helîkoperên Skorsky leşker danîne.

3’yê Cotemhê hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê li nêzî gundê Şaxê çalakiye lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Di navbera 3-4’ê Cotehê de, hêzên artêşa Tirk a dagirker qad bi obus û hewanan dijwar bombe kir, derdorî gundê Şaxê jî dan ber agir. Operasyon 4’ê Cotmehê di saet derdorî 23:00’an de ji qadê vekişiyane.

LI BAZÎDÊ 15 POLÎSÊN TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de, 5’ê Cotmehê saet 17:45’an li dijî otobuseke polîsên bi paye û polîsên tîmên taybet li nav li devera Gurbûlak a Bazîd a Agiriyê di ketina navçeya Bazîdê li ser rêya navneteweyî de çalakiye lidar xistine. Di vê çalakiya bi awayek pir xurt li otobusê hate xistin de, otobus bi temamî hate rûxandin, bi qasî hate zelalkirin 15 polîsên tîmên taybet hate kuştin û 20 jî birîndar bûne.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi destka wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe bi ambolansan ji herêmê rakirine.

LI ÇELÊ 3 ÇEPER HATIN RÛXANDIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, 5’ê Cotmehê saet 13:10 li dijî yekîneyên dijmin ên li Girê Şehîd Bager li nêzî Girê Koordîne yê girêdayî naveçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiy çeperên dijmin bi awayek xurt hate lêxisin de, çeperên çekên giran jî di nav de 3 çeper hatin rûxandin û 3 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi çekên giran bi hewan û obusan dever bombe kirine.

4’ê Cotmehê hêzên me dîsa di çarçoveya pêngavê de li devera Çeperê Şêxa ya girêdayî Çelê li dijî leşkerên Tirk çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus û hewanan qad bombe kirin.

LI ÇEWLIGÊ OPERASYON

Artêşa Tirk a dagirker 1’ê Cotmehê li devera Karar a girêdayî navçeya Azaxpêrt a Çewligê dest bi operasyonekê kiribûn. Artêşa Tirk a di operasyonê de qad bi obus û hewanan bombe kir, 4’ê Cotmehê bi awayekî qismî vekişiyaye. Operasyona li herêmê bi yekîneyên veşartî yên li qadê dewam dike.

LI GEVERÊ TÊKILDARÎ KESÊ BI NAVÊ MUSLUM ERDAL AGAHÎ

Kesê bi navê Mulum Erdal ewlekariya rê û girê Qereqola Wargenima a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dikir bi dehan car ji aliyê hêzên me ve hatiye hişyarkirin. Ev kesê ku tevî dehan car hişyariyan dîsa li ser kiryarên xwe dewam kiriye, 5’ê Cotmehê saet 10:00’an li devera Ziya Sêvê ya Geverê ev kes hatiye cezakirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

5’ê Cotmehê balafirên şer ên artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîne. Di vê çarçoveyê de:

Saet 15:00’an devera Ermûş a girêdayî Xakurkê, saet 22:30’an jî geliyê Bedran ê girêdayî Qendîlê bombekirin.