HPG: Kontrayek hatiye kuştin, kepçeyek jî hatiye rûxandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyeke li Heftenînê de kontrayek hatiye kuştin û kepçeyek jî hatiye rûxandin.

HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî da: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ya ku li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike de 23’yê Nîsanê saet 15:40’î hêzên em li dijî artêşa TC a li devera dikeve navbera Deriyê Dawetiya û devera Şehîd Şêxmûs çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de kepçeyeke ya dagirkeran hate rûxandin, kontrayek hate kuştin. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi sax û silametî gihiştin navendên xwe.”