HPG: Ji hewayî li qereqola Girê hate xistin

HPG’ê diyar kir ku Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de ji hewayî ve li qereqola Girê dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de di 8’ê Nîsanê de di dahnê nîvro de bi wesayîtên hewayî li qereqola Girê ya li Çelêya Colemêrgê dane. Bi wesayîtên hewayî li dagirkerên li vê derê û li hedefan hate xistin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKER

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirine.

Di 8’ê Nîsanê de saet di 14.00’an de derdora gunê Bêbadê ya herêma Garê hatiye bomberdûmankirin. Di vê bomberdûmanê de xisar gihiştiye bax û baxçeyên gundiyan.

Di 8’ê Nîsanê de saet di 15.15’an de qada Karker a Zapê hatiye bomberdûmankirin.

Di 9’ê Nîsanê de qada Tepê Ortê ya Metîna hatiye bomberdûmankirin.

Di van bomberdûman de tiştek bi hêzên me nehatiye.”