Fermandariya HPG'ê ya Şengalê, li ser zext û gefên li gerîlayên li Şengalê tê xwarin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê bibîr xist, ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê komkujiyeke mezin bi ser civaka Êzidî ve anîn û destnîşan kir, ku ev xeteriya dagirkirinê li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê hebû.
'HETA XETERÎ LI SER GELÊ ME HEBE, TÊKOŞÎNA ME WÊ DEWAM BIKE'
Fermandariyê diyar kir, di demekê de ku civaka Êzidî bi temamî bêparastin hatibû hiştin, weke HPG'ê ew bi erka welatparêzî, exlaqî û însanî rabûn û dest li rewşê werdan.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê ragihand, ji wê rojê heta îro, ji bo parastina Şengalê û Başûrê Kurdistanê 230 şervanên azadiyê jiyana xwe ji dest dane û da zanîn, ev têkoşîna wan wê heta xeterî li ser gel hebe, bidome.
'DAXUYANIYA BARZANÎ JI BO DERXISTINA ŞERÊ BIRAKUJIYÊ DAXUYANIYEKE PROVOKATÎF E'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, têkoşîna HPG'ê ya 2,5 salan a li Şengalê di nava gelê Kurdistanê de ruhê yekîtiya neteweyî û hevgirtinê afirandiye û hat destnîşankirin, şerê mil bi mil ê gerîla û pêşmergeyan li dijî van hovan, bûye moral ji hêvî û hesreta dîrokî ya gel re.
Fermandariyê bibîr xist, ku ev demeke li dijî hêza wan a li Şengalê propagandayên reşkirinê tên kirin û wiha dewam kir: "Herî dawî Nêçirvan Barzanî gef xwar û got, 'Eger hêzên PKK'ê ji Şengalê dernekevin, em ê li dijî wan hêzê bi kar bînin'. Ev daxuyanî paralelî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ve hatiye dayîn. Daxuyaniyeke provokatîf e û xeteriya şerê birakujiyê dafirîne. Dîrokê îspat kiriye ku hêza kesî têrê nake, hêza me bi zorê ji Şengalê derxîne. Dewleta Tirk gelek cihên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Kesên li ber vê yekê ranabin û dengê xwe dernaxînin, li dijî hêza me ya li Şengalê daxuyaniyeke bi vî rengî didin. Ev daxuyanî zerarê dide yekîtiya gelê Kurd. Di vê pêvajoyê de, hêzên bixwazin şerê birakujiyê derxînin wê ji aliyê gelê me û dîrokê ve neyên efûkirin."