HPG: Em rêhevalê xwe Devrîm Amargî bi hurmet bi bîr tînin

HPG’ê gerîlayê şehîd Mehmet Tokay (Devrîm Amargî) bi bîr anî yê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de di sala 2015’an de şehîd bûbû. HPG’ê got “Em sersaxiyê ji malbata hêja ya rêhevalê xwe yê şehîd û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Di daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandin a HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 11’ê Tebaxa 2015’an de artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hewayî kiribû. Di vê êrîşê de rêhevalê me Devrîm Amargî şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker ya ku li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di warê siyasî, leşkerî û civakî de têk diçe, bi polîtîkayên qirêj dixwaze ji vê rewşê rizgar bibe û li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê dimeşîne. Dewleta Tirk bi rêyên cihê dixwaze exlaqê ciwanên Kurd xerab bike û wan bîne asteke wisa ku nikaribin xwedî li peywirên xwe yên welatparêziyê derkeve. Sîxurtî, tiryak û fihûşê li Kurdistanê belav dike, dixwaze ciwanên Kurdistanê pasîfîze bike.

Yek ji mînaka polîtîkaya bê exlaq a dewleta Tirk a dagirker jî jiyana rêheval Devrîm e. Dewleta Tirk di sala 2011’an de bi gefan û zextan rêhevalê me Devrîm kiriye sîxur û şandiye nav refên partiyê me. Ji bo nirxên em yên bi kedan hezaran şehîdan û tarzê jiyana Apoyî xerab bike, rêhevalên di rêveberiyê de şehîd bixe, rêheval Devrîm peywirdar kirine. Lê rêheval Devrîm dema hatiye û tarza jiyana Apoyî nas kiriye, dema bûye şahidê têkiliyên rêhevaltiya PKK’ê û bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kiriye, rûyê rast ê pergala dagirker a dewleta Tirk dîtiye. Rêheval Devrîm xwe ji hemû qirêjiyên dewleta Tirk paqij kiriye û biryar daye ku di nav refên gerîlayan de bimîne. Bi vê biryarê re bûye wekî ku ji nû ve dayik bûye û xwe emanetî axa azad û parêzvan a Kurdistanê kiriye.

Rêheval Devrîm bi xwerexneyeke mezin ji bo ku deynê gelê Kurd bide, ji dil û can tevlî nav PKK’ê bûye. Ji kêlîka ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, bi hêrseke mezin tevlî nav xebatên şoreşê bûye. Rêheval Devrîm hemû tovên xerab di nava xwe de avêtiye, hest û ramanên wî bi ruhê Apoyî geş bûye û bûye xwedî tevlêbûneke xurt. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bi hovane çiyayên Kurdistanê bomberdûman kiriye, di 11’ê Tebaxa 2015’an de şehîd bûye.

Dewleta Tirk a ku polîtîkaya wê ya bikaranîna ciwanên Kurd pêk nehatiye vê carê zext li ser malbata rêhevalên me yê şehîd kiriye û xwestiye wan bike amûra polîtîkaya xwe ya qirêj. Him xwestine rêheval Devrîm bikin sîxur û dema ku ev plana wan pêk nehaiye vê carê malbata rêhevalê me li ber avahiyên partiyê dane rûniştandin û malbatên Kurd îstîsmar kirine. Em bang li malbatên welatparêz dikin ku li hemberî polîtîkaya dewleta Tirk a dagirker hişyar bin û dev ji helwesta xwe ya welatparêziyê bernedin.

Li ser vî esasî em sersaxiyê ji malbata hêja ya rêhevalê xwe yê şehîd û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

 

Nasnav: Devrîm Amargî

Nav û paşnav: Mehmet Tokay

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav :Sariye – Omer

Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2015’an – Herêmên Parastinê yên Medyayê