HPG: Em abîdeyên berxwedana Zagrosê bi rêzdarî bibîr tînin

HPG'ê 8 gerîlayên di mehên Cotmeh û Mijdarê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Hişmendiya azadiyê, dilsoziya kûr a welatparêziyê û baweriya serketinê ya her yekî ji wan, wê bibe sonda me ya meşa serketinê."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiya ye: "Beşeke girîng a şerê sala 2016'an ê li dijî dewleta Tirk, li Zagrosan hate meşandin. Di vî şerê mezin de bi taktîkên me yên bi bandor ên çalakiyan û bi pratîka gerîla ya bi tecrûbe re, pêşî li artêşa Tirk hate girtin ku encamê bi dest bixe. Di vî şerê de, ku berdêlên giran hatin dayîn, artêşa Tirk gelek kuştî da. Berxwedana li qada berfireh a Colemêrg, Şemzînan, Gever û Çelê, dagirker li bin xist û bêçare hişt.

Em heyşt hevalên xwe yên gerîla, ku di vê berxwedanê de bi lehengî li ber xwe dan, pêşî li dijmin girtin, bi çalakiyên xwe yên bi bandor yekîneyên dagirkeran hejandin û canê xwe di vê berxwedanê de feda kirin, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Hevrê Rojîn (Necîfe Şems), Medya (Medya Îsmaîl), Şervan (Bariş Yaşar), Şoreş (Emrah Ahî), Aram (Serhat Gezer), Bêrîtan (Fîda Taybet), Hîvda (Jiyan Ertaş) û Înan (Can Orhan) ên di şerê berxwedanê yê Çelê û Geverê de cih girtin, li dijî her şêwe êrîşên artêşa TC li refên herî pêş cih girtin, şer kirin û şehîd bûn."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Heyşt hevalên me yên gerîla yên ji Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bûn, zanîbûn ku berxwedan bi keda mezin a milîtanên di xeta serfiraziyê de serketinê dafirînin, dikare bê meşandin. Bi vê hiştmendiyê bûn hevrêyên mînak. Hişmendiya azadiyê, dilsoziya kûr a welatparêziyê û baweriya serketinê ya her yekî ji wan, wê bibe sonda me ya meşa serketinê."

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 8 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bi vî rengî ye:

NASNAME

Nasnav: Medya Ararat
Nav paşnav: Medya Îsmaîl
Cihê ji dayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Nahîde-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2016 / Colemêrg

Nasnav: Şervan Tolhildan
Nav paşnav: Bariş Yaşar
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Songul-Îsmet
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2016 / Colemêrg

Nasnav: Şoreş Van
Nav paşnav: Emrah Ahî
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sabîha-Bahrî
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2016 / Colemêrg

Nasnav: Aram Med
Nasnav: Serhat Gezer
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Melîke-Bîzar
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2016 / Colemêrg

Nasnav: Bêrîtan Zagros
Nav paşnav: Fîda Taybet
Cihê ji dayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Kumrî-Saît
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2016 / Colemêrg

Nasnav: Hîvda Jiyan
Nav paşnav: Jiyan Ertaş
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Fatma-Kamîl
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2016 / Colemêrg

Nasnav: Înanç Zîndan
Nav paşnav: Can Orhan
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Menekşe-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2016 / Colemêrg

Nasnav: Rojîn Tendurek
Nav paşnav: Necîfe Şems
Cihê ji dayikbûnê: Ûrmiye
Dayik-Bav: Guzel-Riza
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2016 / Colemêrg