HPG'ê şehîdên Metînayê bi bîr anî -NÛ BÛ

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên ku par li Metîna şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em soza xwe dubare dikin, ku ala azadiyê ya ku wan radestî me kirine, bi hişmendî û berpirsyariya hêjayî wan bin, em ê li ba bidin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser 5 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn ev daxuyanî da:

"13'ê Adara 2020'î li qada Metînayê di encama bombardûmanê de hevrêyên me Avînar, Bahoz, Baran, Dilsoz û Firat şehîd bûn."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Sala 2020'î li dijî mêtingeriya Tirk, di serî de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li gelek herêmên ku dijmin hewl da dagir bike, hêzên me yên gerîla di çarçoveya taktîkên gerîlatiya serdema nû de bi çalakiyên dewlemend derbên giran li dijmin xistin. Dewleta Tirk a qirker ku ji ber derbên ji hêzên me yên gerîla xwar ji aliyê siyasî û leşkerî ve kete nava krîzeke giran, di êrişên xwe yên dagirkeriyê de negihîşt armancê. Dewleta Tirk a dagirker ku piştî Heftanînê plana wê dikir ku Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, ji ber çalakiyên xurt ên hêzên me yên gerîla yên li vê qadê, newêrî planên xwe yên dagirkeriyê bixe meriyetê.

Hevrêyên me Avînar, Bahoz, Baran, Dilsoz û Firat li herêma Metînayê pêşengî ji gelek çalakiyan re kirin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dijmin bêteredût bi lehengî li dijî dijmin li ber xwe dan û şehîd bûn. Ev hevrêyên me ku bi şehadeta xwe re bûn soza tolhildanê ji hevrêyên xwe re, di heman demê de bûn peyama herî zelal a rênedana mêtingeriyê.

Hevrêya me Avînar li bajarê Salmasê yê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi bandora têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya li dijî mêtingeriya Tirk û hemû dagirkerên li Kurdistanê, hevrêya me Avînar ji bo bie parçeyek ji vê têkoşînê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku beşdarî nava refêng erîla bû li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo xwe bi xurtî perwerde kir û derfet dît ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê nas bike. Li ser vê bingehê xwe di xeta azadiya jinê de kûr kir. Hevrêya me Avînar baweriya xwe bi wê yekê anî ku jineke azad tenê bi têkoşîneke xurt a îdeolojîk û pratîkî dikare sîstema mêr a serdest ji holê rake û piştî ku ji aliyê leşkerî ve xwe şareza kir, derbasî qada Metînayê bû. Bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyên li qada Metînayê bû, bi kedkarî û sekna xwe ya bi pîvan bû mînak ji hevrêyên xwe re.

Hevrêyê me Bahoz li yek ji kelehên berxwedanê yên Kurdistanê li Kobanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû, Tevgera Azadiyê ya Kurd ji nêz ve nas kir. Bi Şoreşa Rojava re tevlî karên şoreşê bû û li dijî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst a li ser Kobanê cihê xwe di nava hêzên berxwedana Kobanê de girt. Hevrêyê me Bahoz di Şerê Kobanê de kedeke mezin da, fedekariyeke mezin kir. Di vî şerî de birîndar bû û bi vî rengî bû mînaka şênber a misogeriya azadiyê ya bi berdêlan. Dema ku dewleta Tirk a mêtinger êrişî Şoreşa Rojava kir, hevrêyê me Bahoz rastiya dijmin baştir dît û gihîşt wê baweriyê ku azadiya Kurdistanê tenê bi berxwedaneke mezin a li dijî dewleta Tirk a qirker dikare pêk were. Lewma berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî demeke kurt hînî jiyana li çiyê bû û bû fermandarekî şareza yê gerîla.

Hevrêyê me Baran weke ewladekî leheng ê gelê me yê Ereb li Helebê ji dayik bû û bi bandora xeta enternasyonalîst a partiya me PKK'ê û feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo tevlî nava refên gerîla bû. Felsefeya Apoyî li Helebê cihê lê ji dayik bû nas kir û bi Şoreşa Rojava re dît ku ev felsefe dikeve meriyetê. Ji bo têkoşîna azadiya gelan a bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin ji nêz ve nas bike û tevlî nava vê rastiyê bibe, berê xwe da çavkaniya vê felsefeyê çiyayên azad ên Kurdistanê. Ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi coş û moral beşdarî karên şoreşê bû. Bi xwîngermî, durustî û sekna xwe ya bi pîvan bû milîtanekî bi mînak ê Apoyî û ciwanekî bi rûmet ê Ereb.

Meşaleya berxwedan û azadiyê ya ku Arîn û Gelhatan li Kobanê vê xistin, îro meizntir bûye û erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn ronî dike. Û keç û xortên leheng ên Kobanê bi lehengî pêşengiyê ji vê tevgera ronakbîriyê dikin. Yek ji van lehengan jî hevrêyê me Dilsoz bû. Şerê dîrokî yê li Kobanê ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst hate meşandin, hîn ciwan bû dît. Bi bîranînên lehengiyê yên li wê derê mezin bû û bi dilsoziya van bîranînan berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Dilsoz di kesayetî û sekna xwe de tawîz ji ruhê berxwedanê yê Kobanê neda, her roj li dijî dewleta Tirk a mêtinger hêrsa xwe mezin kir. Bi vê hêrsa li dijî dijmin ji aliyê leşkerî ve xwe şareza kir, di îdeolojiya Apoyî de xwe kûr kir û ber bi şoreşgeriyeke têgihiştî bi gavên ji xwe bawer meşiya. Heta şehadetê ev meşa xwe dewam kir.

Hevrêyê me Firat li Êlihê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Firat di salên 1990'î de di nava kiryarên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker û hêza wê ya paramîlîter çeteyên JÎTEm û Hîzbûllahê yên li dijî gelê me dimeşandin mezin bû. Bi kîn û hêrseke mezin a li dijî vî dijminî mezin bû. Ev kîn û nefreta xwe jî kir hinceta berxwedanê û li dijî êrişên dewleta Tirk a mêtinger ên li dijî gelê me tevlî nava refên gerîla bû, bi vî rengî bersiv da. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi fedakarî û kedkariya xwe bû milîtanekî mînak ê Apoyî. Hevrêyê me Firat li her qad û xebatê bi dîsîplîn û fedakariyeke mezin tevgeriya, ji bo wezîfeyên xwe yên ji bo azadiya gelê xwe bi hişmendî û berpirsyarî kar kir.

Hevrêyên me Avînar, Bahoz, Baran, Dilsoz û Firat bi lehengieyke mezin destan nivîsîn û tevlî nava karwanê şehîdan bûn. Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku ala azadiyê ya ku hevrêyên me yên hêja radestî me kirine, bi rengekî ku hêjayî wan bin li ba bidin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya 5 şehîdên Metînayê wiha ye:

Nasnav. Dilsoz Cesûr
Nav paşnav: Şiyar Aladdîn Îsmaîl
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Mahbûba-Aladdîn
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Adara 2020 / Metîna

Nasnav: Firat Xerzan
Nav paşnav: Feryat Okay
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Gulistan-Resûl
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Adara 2020 / Metîna

Nasnav: Baran Kobanê
Nav paşnav: Mahmût Cûma
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Neceh-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Adara 2020 / Metîna

Nasnav: Bahoz Erdal Kobanê
Nav paşnav: Îbrahîm Bekîr
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Rihan-Sûphî
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Adara 2020 / Metîna

Nasnav: Avînar Dilgeş
Nav paşnav: Çimşîde Ziba
Cihê jidayikbûnê: Salmas
Dayik-Bav: Mesîme-Sapor
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Adara 2020 / Metîna