HPG’ê nasnameya gerîlayê li Serhedê şehîd bûbû eşkere kir

HPG’ê nasnameya gerîlayeke xwe yê di 21’ê Cotmeha 2019’an de li Eyaleta Serhedê ji ber sermayê şehîd bûbû, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî parve kir:

“21’ê Cotmeha 2019’an hevrêyê me Erîş (Mûsa Firat Guven) ê dema li Eyaleta Serhedê li ser erka xwe bû ji ber sermayê şehîd bûye. Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Erîş Avent Pasîn
Nav û PAşnav: Mûsa Firat Guven
Cihê Jidayibûnê: Erzirom
Navê Dayikê- Bav: Nûrcan – Şanver
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Serhed- 21’ê Cotmeha 2019

Erîş – Mûsa Firat Guven

Hevrê Erîş di sala 1994’an de li Erziromê di nava malbateke welatparêz de tê dinê û her demê ji bo bi hestê azadiyê jiyaye û ji bo xeyalên xwe pêk bîne, berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Ji kêliya ku hevrê Erîş tevlî refên gerîla bûye û vir ve xwe perwerde kiriye, bûye milîtanekî pêşeng ê felsefeya Rêber Apo. Hevrê Erîş got: “Ez dixwazim li cihê yekem ku min derb xwariye, ango li cihê xwestin bi asîmlasyon û min ji rasiyê dûr bixin, dixwazim li dijî dagirkeran şer bikim.” xwe pêş xistiye, li herêma Serhedê li dijî dijmin têkoşîn kiriye. Hevrê Erîş li her qadên ku têkoşîn lê kiriye, erkên ketiye li ser milan bi serketî bi cih aniye, bûye hevrêyek mînak, fedekar û fedayî.

Di serî de sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe yê bi nirx û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin, soz didin ku em ê xeyalên hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin.”