HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 5 gerîlayen ku di sala 2022’an de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Em hevrêyên xwe Cemal, Laleş, Azad, Xebat û Dilşêr bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di sala 2022’an de ya ku lehengî û berxwedanên destanî yên mezin pêk hatin, ji bo têkoşîna me ya azadiyê serdemeke girîng bû. Li hemberî êrîşên berfireh ên dewleta Tirk a qirker ku armanca wê tasfiyeya mezin bû, gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bi berxwedaneke ku di dîrokê de kêm tê dîtin bersiv da û xeyalên dijmin ên ji bo tasfiyekirinê pûç kir. Gerîlayê Kurdistanê ku bi berxwedaniya fedayî careke din îspat kir ku garantiya siberoja azad û jiyana bi rûmet a gelê me ye. Hevalên me yên ku ji Xakurkê heta Avaşînê, ji Zapê heta Metîna û Heftanînê her dera Herêmên Parastinê yên Medyayê veguherandine qada berxwedanê, derbên giran li dijmin dane.

Hevrêyê me Cemal ku yek ji fermandarên herêma Zapê bû, li herêma Çemço ya Zapê di şer de, hevrêyên me Laleş, Xebat û Dilşêr ên li herêma Kokelê di encama êrîşên kîmyawî û bomberdûmanên qedexekirî de şehîd bûn. Zap û hevrêyê me Azad li herêma Xakurkê li hemberî êrîşên dijmin bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Malbatên hêja yên hevalên me yên ku nûnerên fedaîbûna Apoyî ne di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

 Nasnav: Cemal Maşkan  

  Nav û paşnav: Mazlûm Alp

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Kejê - Erdal

  Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Mijdara 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Laleş Avesta

  Nav û paşnav: Caklîn Alî

  Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê

  Navê dê û bav: Hayriye – Alî

  Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Azad Başûrî

  Nav û paşnav: Azad Mine

  Cihê jidayikbûnê: Ranya

  Navê dê û bav: Xanim - Mîne

  Dîrok û cihê şehadetê: 30’ê Cotmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Xebat Şemzînan

  Nav û paşnav: Mesût Tekîn

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Necîbe - Azîz

  Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Dilşêr Efrîn

  Nav û paşnav: Nûrî Delo

  Cihê jidayikbûnê: Efrîn

  Navê dê û bav: Gulistan – Mûhammed Hasan

 Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

“Hevrêyê me Cemal li gundê Bayê yê bi ser Şemzînanê , ya ku li herêma Çarçellaye ye ji dayik bûye. Di malbateke dilsozê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û nirxên welatparêziyê de mezin bû. Hevrêyê me Cemal di nava civakê de bi kesayetiya xwe ya kedkar û pîvan tê naskirin, 12 salan bi awayekî serkeftî xwendiye, di qada atletîzmê de jî xwe weke werzişvanekî serkeftî pêş xistiye. Di pergala heyî de her çend alternatîfên wî yên jiyanê yên cuda hebin jî, hemû red kir û berê xwe da doza hebûn û azadiya gelê xwe. Navê mamê xwe Cemal Alp ê ku di salên 1990'î de tevlî nava refên têkoşînê bû û şehîd bûye, wergirt û biryar da ku li ser şopa wî bimeşe. Li ser vê bingehê bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên ciwanên welatparêz ên şoreşgerî bû. Di heman demê de hevrêyê me Cemal ku di nava lêgerîneke berdewam de ye, jiyana gerîla ya bi efsûn ya li çiyayên azad meraq dikir û her tim xeyal dikir ku rojekê bibe gerîla.

Di sala 2014’an de beşdarî Serhildan a Kobanê ya li Bakurê Kurdistanê bû û ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate girtin û êşkence lê hate kirin. Wî bi xwe rûyê qetlîamker û îşkencekar ê dewleta Tirk a ku destekê dide çeteyên faşîst, dît. Dema ku ji bo piştgiriya Kobanê ciwanên sosyalîst û şoreşger li Pirsûsê kom bûn, rejîma faşîst a AKP û MHP’ê bi destê DAÎŞ’ê di nav ciwanan de bombeyek teqand. Di vê êrîşê de mamosteyekî hevrêyê me Cemal jî şehîd bû. Ji bo tolhildana hemû şehîdan û ya mamosteyê xwe, di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîla bû.

Hevrêyê Cemal ku li Zagrosê ku lê ji dayik bû dest bi çalakiyên gerîla kir, zû hînî jiyana çiyayan bû û dest bi pêşengtiya hevalên xwe kir. Bi kesayeta xwe ya kedkar û fedakar derket pêş, serkeftinên girîng bi dest xist û ji ber vê sedemê hevalên wî qîmeteke mezin didan wî. Hevrêyê me Cemal fêhm kir ku kedkariya di qada pratîkê de tenê têra şoreşgerekî nake û ji bo di warê rewşenbîrî de pêş bikeve, xweafirandina li ser esasê îdeolojiya Apoyî ji xwe re kir esas. Ew wekî hevrêyekî dilpak, pîvan û fedakar ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Hevrê Cemal bi qasî ku xwe di îdeolojiya Apoyî û jiyana gerîla de pêş xistiye, wî bala xwe daye hunera leşkerî jî. Li ser vî esasî di warê pisporiya leşkerî de perwerde bûye û di taktîka sabotajê de bûye pispor. Wekî gerîlayekî di taktîkê de pispor e, tevlî gelek çalakiyên serkeftî bûye. Di sala 2018’an de di êrîşeke artêşa Tirk de birîndar bû, piştî bidawîbûna tedawiyê dîsa têkoşîna xwe domandiye. Di sala 2020’an de li akademiyê perwerdeya bîrdozî û leşkerî dît û ji bo ku xwe ji peywirên serdema nû amade bike, li akademiyê perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk dît. Piştre wekî fermandarekî gerîla berê xwe da Zagrosê.

 Hevrêyê me Cemal ku weke fermandarê herêmê bi lez û bez tevlî pratîka Zagrosê bû, mîna hemû hevrêyên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, bi fedakarî şer kir. Di gelek çalakiyên serkeftî yên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bi awayekî aktîf cih girt, wekî fermandarê herêmê, bi şerê xwe derbên giran li dagirkeran da. Hevrê Cemal di 15’ê Mijdara 2022’an de li qada Geliyê Balinda di şerekî li dijî dagirkeran de, bi fedaî şer kir û şehîd bû.

Hevrêya me Laleş li bajarê Tirbespiyê ku weke baxçeyê gel li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, di malbateke Êzidî û welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas dikir û di nava têkoşînê de bûn, hevrêya me Laleş jî ji emrê biçûk ve partiya me PKK nas kir. Bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re weke jineke ciwan tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêya me Laleş ku di nava xebatên ciwanan de cih digire, ji bo Şoreşa Azadiyê ya Rojava civakî bike û li gelên din belav bike, hewldaneke mezin daye. Di nava xebatan de rastiya Rêber Apo ji nêz ve nas kiriye û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re roj bi roj mezin bûye. Bi taybet ji felsefeya azadiya jinê ya Rêbertiya me bandor bû û ji bo bibe jinek azad hewl daye di felsefeya Rêbertî de xwe kûrtir bike. Hevrêya me Laleş ku hevrêyên wê yên zarokatiyê di êrîşên çeteyan ên li dijî Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûn, fikirî ku ji bo tolhildana hemû şehîdên me bi taybet van hevrêyan divê têkoşîna xwe mezin bike. Bi zanebûna ku ev yek tenê bi tevlîbûna nava refên gerîlayên li çiyayên Kurdistanê pêkan e, hevrêya me Laleş di sala 2017’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Laleş bi tevlîbûna xwe nîşanî ciwanan daye ku qada têkoşînê ya herî bi bandor bi tevlîbûna refên gerîla ye û ji bo hemû ciwanên Kurd bûye mînak.

Hevrêya me Laleş a ku di kesayeta xwe de guhertinên girîng afirand, piştî perwerdeya xwe ya yekemîn di nava refên gerîla de dît, xwe wekî ji nû ve ji dayîk bûye hîs kiriye. Hevrêya me Laleş bi perwerdehiya Rêbertî ku dîtiye, taybetmendiyên pergala zilam-serwer û desthilatdariyê û statûya koletiyê ya ku civakê li ser jinê ferz dike derbas kiriye û roj bi roj bêhtir bi gerîlatî û jiyana çiyayî re bûye yek. Bi baweriya ku çiya mirov azad dike, ji bo bibe jinek azad gavên xurt avêtiye. Ji ber tevlîbûna hevrêya me di nava refên gerîla de, di demeke ku li dijî gelê me û Tevgera me êrîşên dijwar diqewimin, xwe di hunera leşkerî de perwerde kir û di demeke kin de karîbû bibe gerîlayeke pispor ya YJA Starê. Hevrêya me Laleş a ku pratîka xwe ya yekem li herêma Zapê ya ku êrîşên dijmin lê zêde bûn pêk anî, bi qasî 3 salan li vê qadê ma û di gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin pêşxistin de cih girt. Bi tevlîbûna xwe ya li qada Zapê bi nirx û qîmeta ku dabû hevrêyên xwe rêz û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir.

Bi azmûna ku di warê leşkerî de bi dest xist, erka fermandariya tîmê girtiye ser milê xwe û di taktîkên gerîla yên serdema nû de roleke pêşeng lîst. Hevrêya me Laleş ku erka xwe bi rêk û pêk bi cih anî, di sala 2020’an de derbasî herêma Avaşînê bû. Hevrêya me di sala 2021'an de li dijî êrîşên dijmin ên li herêma Avaşînê dayî destpêkirin, di nav berxwedana dîrokî de cihê xwe girt û di berxwedana ku bi îradeya Apoyî ya li dijî êrîşên dijmin hate meşandin de ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me Laleş ku di dema şer de bû şahidê şehadeta gelek hevrêyên xwe, li dijî dijmin hê bêhtir bi hêrs bû û soz da ku wê tola her hevrêyekî xwe hilîne. Hevrêya me ya ku piştî pratîka xwe ya serkeftî ya Avaşînê dubare vegeriya herêma Zapê, ezmûnên xwe yên di şer de bi hevrêyên xwe re parve kir. Di vê wateyê de hem weke gerîlayeke YJA Starê û hem jî weke milîtanekî xwedî ezmûna şer erka xwe ya hevrêtiyê û pêşengtiyê bi cih anî. Hevrêya me ya ku di sala 2022’yan de li herêma Kokelê bi êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li dijî herêma Zapê re rû bi rû ma, bi sûdwergirtina ji tecrûbeya xwe ya di şerên tunelê de bi hevrêyên xwe re berxwedaneke dîrokî nîşan da. Hevrêya me li hemberî êrîşên dijmin, biryardariyeke mezin li ber xwe da û ji vîna xwe ya Apoyî kêliyekê jî tawîz neda. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana destanî ya Laleş û hevrêyên me bêçare maye, careke din xwest bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî encam bi dest bixe. Hevrêya me Laleş ku bi bedelê canê xwe li ber xwe da û ti carî serî li ber êrîşên dewleta Tirk a qirker netewand, bi vê êrîşa çeka kîmyewî û êrîşa bombeyî ya qedexekirî şehîd bû û cihê xwe di nava lehengên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de girt.

Hevrêyê me Azad Başûrî li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Di malbateke welatparêz de wek zarokê bavekî pêşmerge mezin bûye. Hevrêyê me Azad Başûrî ku li quntara çiyayan mezin bû, bi çanda xwe ya civakî, welat û gelê xwe ve girêdayî mezin bû û li pêşberî welat û gelê xwe her tim xwe berpirsyar didît. Hevrêyê me her tim li dijî feraseta ku hewl dide têkoşîna gelan parçe bike û ji bo berjewendiyê xwe bi dijmin re hevkariyê dikin, bi hêrs bû. Hevrêyê me Azad Başûrî, weke ciwanekî Kurd ê Başûrê Kurdistanê, li dijî dewleta Tirk a dagirker a ku welatê me dagir kiriye, her tim bi hêrs bûye. Hevrêyê me Azad Başûrî ku di lêgerîna xizmeta gel û welatê xwe de ye, hat qada Qendîlê û gerîlayên azadiya Kurdistanê nas kir. Hevrêyê me Azad Başûrî ku ji gerîla, bi heybetiya gerîla û têkiliyên hevrêtiya gerîlayan bi bandor bû, li ser jiyana gerîla meraqeke wî ya mezin pêş ketiye. Di heman demê de rastiya Rêber Apo û PKK’ê û şehîdên ku me di têkoşîna azadiyê de dane, li ser hevrêyê me bandor kirin. Hevrêyê me Azad Başûrî ku gihiştiye biryardariya şopandina rêya şehîdan, di sala 2014’an de tevlî nava refên PKK’ê bû ku yekane rêxistina ku ji bo gelê Kurdistanê bi fedekarî têdikoşe.

Hevrêyê me Azad Başûrî ku dilê wî bi coşeke mezin a jiyanê, azweriya azadiyê, hezkirina welat û hevrêtî tije ye, zû xwe bi jiyana gerîlatiyê re xwe adapte kir. Wek ciwanekî Kurd ê Başûrê Kurdistanê ji ber ku di nava refên têkoşînê de cih girt, kêfxweş bû, lewma navê Azad Başûrî li xwe kir. Hevrêyê me Azad Başûrî ku di warê teorîk de jî têkoşîna ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest nas dike, di bin bandora îdeolojiya Rêber Apo de dimîne. Li ser vê bingehê hewl da lêkolîn bike û xwe pêş bixe. Rastiya jina azad a di nava PKK'ê de û girîngiya ku Rêber Apo dida azadiya jinê bandor li ser hevrêyê me kir û li ser vê bingehê li ser rastiya jina azad lê hûr bûye. Hevrêyê me Azad Başûrî ku eleqeyek mezin nîşanî hunera leşkerî daye, di bikaranîna çekên ferdî de xwe pispor kiriye. Paşê beşdarî perwerdeya pisporiya leşkerî dibe û xwe pêş dixe û wekî gerîlayekî pispor beşdarî pratîkê dibe. Piştî ku demekê li Qendîlê pratik meşand û xwe pêş xist, berê xwe da herêma Xakurkê û paşê berê xwe da herêma Bakurê Kurdistanê. Li herêmên dijwar kariye şert û mercên giran derbas bike û di bin her şert û mercî de, di nava bêderfetiyê de kariye gerîlatiyê bimeşîne. Hevrêyê me Azad Başûrî ku bi destxistina ezmûnê di pêvajoya pratîkî de bû fermandarê gerîla, berê xwe da herêma Xakurkê. Li ku derê dijminekî mêtinger hebe, li wir şer û têkoşîn esas girtiye. Hevrê Azad Başûrî ku bi cesareta xwe ya bilind, zîrekiya taktîkî, kesayeta xwe ya exlaqî, ked û fedekariya xwe derdikeve pêş, ji aliyê hemû hevrêyan ve dihat hezkirin û rêzgirtin.

Hevrêyê me Azad Başûrî ku ji bo azadiya gelê xwe û welatê xwe bê hesab û fedaî şer dikir, di 30’ê Cotmeha 2022’yan de di encama êrîşa dijmin a li dijî herêma Şehîd Şerîf de şehîd bû. Hevrêyê me Azad Başûrî di têkoşîna şoreşgerî ya 8 salan de ku bi hestên netewî tevlî bûye, wê ji bo hemû ciwanên Kurd bi taybet ciwanên Başûrê Kurdistanê bibe mînak. Xeyal û hesreta hevrêyê me Azad Başûr li ser xaka Kurdistana azad hevdîtina gelê Kurd û Rêber Apo bû. Em vê hesreta hevrêyê xwe pêk bînin. Em soz didin ku em ê armancên pîroz ên ku hevrêyê me Azad Beşîrî û hemû şehîdên me di oxira wê de canê xwe dane pêk bînin û bîranînên wan her tim zindî bihêlin. Di serî de em ji malbata hevrêyê me ya welatparêz, gelê Başûrê Kurdistanê û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”  

 

Hevrêyê me Xebat li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di nava malbatek welatparêz û girêdayî nirxên xwe yê neteweyî de mezin dibe. Ji ber ku gundê wan qadek bi bandor a gerîla bû, hîna di temenê xwe yê biçûk de gerîlayan nas dike. Dîsa ji ber girêdanbûna malbat û derdora wî, ji ber şehadet û tevlîbûnên ji derdora wî ya nêz hevrêyê me Xebat jî bi demê re rastiya Rêbertî û Partiyê hîn nêztir nas kir. Ji salên ciwantiya xwe ve têkîliyên nêz bi hêzên me yên gerîla re danîne, milîstî jî di nav de gelek xebat meşandine. Bi taybetî ji bo rêxistinbûna yekîneyên herêmî ku di şerê me yê azadiyê de gavek nû pênase dike, hewldan daye. Lê hevrêyê me Xebat ti carê li hemberî rastiya Rêbertî û şehîdan xwe bes nedîtiye, ketiya nava lêgerîna hîn zêdetir têbikoşe. Di wê zanebûnê de bû ku encex bi hîn zêdetir têkoşînê dikare bibe layiqê gel û hevrêyên me yên şehîd. Sala 2014’an vegerî çiyayên Kurdistanê û li qada Xakurkê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Xebat li qada Xakurkê ku lê tevlî gerîla bûye, perwerdeya xwe ya yekem dît û ji ber ku ne biyaniyê jiyana partî û çiya ye, di fêrbûna vê jiyanê de pirsgirêkê ji bo wî çenebûn. Tecrûbeyên xwe fêrî hevrêyên xwe yên pêre perwerde dîtî re kir û bûye sedem ku ew jî di demek kurt de bala xwe bidin ser jiyana çiya û gerîlatiyê. Bi vê aliyê xwe ve, hîna di destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê de mîsyona xwe pêşengiyê girt ser milê xwe û di hemû jiyana xwe de di nava têkoşînek a li gorî vê mîsyonê de maye. Hevrêyê me Xebat di navbera salên 2014-2018’an li qada Xakurkê kar û xebat meşandin, di nava vê pêvajoyê de tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin kirin de bû, bi tevlîbûnên xwe yên serkeftî yên di nava van çalakiyan de kariye bibe mîlîtanek ku hemû hevrêyên wî mînak bigirin. Hevrêyê me Xebat tecrubeyên xwe yên şer yên di van çalakiyan de girtî, di dema nû ya taktîkên gerîlatiyê de derxist astek hîn zanistîtir û bûye fermandarek ku pêşengiyê ji şerê me yê azadiyê re kir. Sala 2018’an derbasî qada Zapê bû, li vir bi îdeolojîk û rêxistinê hîn zêdetir derfetên xwe kûrkirinê dîtiye. Hevrêyê me di wê zanebûnê de ku fermandariyek bi serkeftî tenê bi leşkeriyê re divê sînordar nemîne û bi alîkariya hevrêyên xwe hîn zêdetir di aliyê îdeolojîk de derfetê xwe pêşxistinê dîtiye. Hevrêyê me Xebat li qada Zapê gelek xebatên ku pêdivî bi bawerî û berpirsyariyê heye meşand, bi nêzîkatiyên xwe yên fedakar, kedkar û rast ji bo hemû hevrêyên xwe bûye mînak.

Hevrêyê me Xebat di nava çeperên berxwedanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê ku dijmin ji sala 2021’an û vir ve li ser qadên Avaşîn û Zapê dayî destpêkirin de, cihê xwe girt û bi tevlîbûna xwe ya bi coş, afirêner û bê teredut ji hemû hevrêyên xwe re bûye çavkaniya hêz û moralê. Bi vê aliyê xwe ve weke fermandarek pêşeng kariye ji bo bendewariyên ku ji wî dihat hêvîkirin, bibe bersiv. Di dema Berxwedana Zapê ku erkê fermandariya yekîneyê girtibû ser xwe, hem di şerên taktîka tîmên bi tevger de hem jî di şerê tunelan de li dijî dijmin berxwedanek destanî rêxistin kiriye. Ji rêxistinbûna gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin kirin de, heta pêvajoyên pêkanînê timî di nav de bûye. Hevrêyê me Xebat kariye bibe yek mînakên bêhempa yên fermandariya gerîlatiya demê ya nû, bi hevrêyên xwe yên li dijî êrîşên dijwar ên dijmin şer kirîn re ji îradeya Apoyî tawîz nedaye û kariye bi awayê herî rast nûneriya çanda berxwedanê ya Partiya me bike. Dewleta Tirk a dagirker nekarî berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya hevrê Xebat hatî meşandin, bişkîne û hewl daye ku bi awayek nemerdane bi bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî encam bistîne. Lê hevrêyê me Xebat k xwedî tevlîbûnek fedayî ye, bi hevrêyên xwe re heta şehadetê li ber xwe daye û kariye bibe yek ji lehengên nemir ên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê.

Gelê me ku ji aliyê dewletên mêtinger ve bi hezaran salan li ser xaka Kurdistanê ya qedîm ya li ser dijî, hatiye xistina rewşa penaber de; ziman, çand û dîroka wan tune hat hesibandin û rû bi rûyê êrîşên herî xedar maye. Gelê me îradeya xwe ya jiyana azad timî, parastiye. Li dijî hemû êrîşan çanda xwe ya berxwedanê geş kiriye û bersiv daye. Ti carî li dijî mêtingeran serî netewandiye. Di demek a ku êrîşên qirkirinê pir zêde hatin kirin de û nasnameya Kurd a azad li ber tunebûnê ve, partiya me PKK ya bi pêşengiya Rêber Apo hêviya azadiyê ya gelê me ji nû ve zindî kir. Gelê Kurdistanê xwedî li têkoşîna efsanewî ya ku PKK’ê di bin şert û mercên herî giran de pêk anî derketiye û zarokên bi wêrek ên gelê me tevlî nava refên berxwedanê bûye. Gelê me yê Rojava jî ku Rêber Apo kedek mezin ji bo wê daye, timî li cem Têkoşîna Azadiya Kurdistanê cihê xwe girtiye û girêdayî xeta Rêbertî maye.

Hevrêyê me Dilşêr jî li Efrînê ku bi girêdanbûna xwe ya bi nirxên Kurdistanî û welatparêziyê re tê naskirin, ji dayik bûye û bi çanda berxwedanê ya ku PKK’ê nû ava kir mezin bûye. Hevrêyê me di temenê biçûk de têkoşîna me nas kir, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji nêz ve şopandiye û bi çîrokên dîrokî yên berxwedana gerîla mezin bûye. Hevrêyê me êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên qirker a li dijî gelê me yê Rojava dît û li dijî dagirkeran xwedî hêrsek mezin bû, di temenê xwe yê ciwan de tevlî refên têkoşînê bû û di nava Şoreşa Azadiya Rojava de cih xwe girtiye. Hevrêyê me Dilşêr dagirkirina Efrînê ya sala 2018’an ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve qet ji bîr nekiriye, li dijî mêtingeran rastiya azadiya gelê me ya bi têkoşîna li çiyayên Kurdistanê tê meşandin dîtiye û sala 2018’an tevlî nava refên gerîla bûye.

Hevrêyê me Dilşêr bi ciwantiya xwe ve bi hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran tê naskirin û li çiyayên qedîm ên Kurdistanê bi yekbûna çiyayan re zorî nekêşaye. Ji têkîliyên hevrêtî yên pîroz ên PKK’ê gelek pir bandor bûye û ji bo têkîliyên xwe yên bi hevrêyên xwe re xurt bike, timî di nava hewldananan de bû. Hevrêyê me Dilşêr bi taybetmendiya xwe ya zû fêmkirinê, di demek kurt de di aliyê taktîka gerîlatiyê de bûye pispor. Hevrêyê me bi perwerdeyên akademîk tecrûbeya xwe hîn zêdetir kir, demekê li qada Garê têkoşiyaye û piştre derbasî qada Zapê bû. Li dijî tevgera dagirkeriyê ya ku Artêşa Tirk a mêtinger 14’ê Nîsanê dayî destpêkirin, di çeperên pêş de cihê xwe girt û yek ji wan hevrêyên me bû ku derbeya yekem li dijmin xist. Hevrêyê me di taktîka gerîlatiyê ya nû de bû xwedî pratîk û li gelek qadên berxwedanê ên Zapê de, li dijî dagirkeran şer kiriye û hêrsa xwe ya li dijî mêtingeran di şer de nîşan kiriye. Bi kesayeta xwe ya kedkar mîna di şer de, di ked dayînê de jî timî li pêş bû. Hevrêyê me Dilşêr bi xelekek xurt girêdayî xeta şehîdan bû û ji bo gihandina serkeftinê ya têkoşîna hevrêyên me yên şehîd bêyî ku bisekine, têkoşiyaye. Hevrêyê me li hemberî erkên xwe yên şoreşê timî xwedî hesasiyetek mezin bû, pêkanîna armanca Partiya me kiriye armanca xwe ya esas.

Hevrêyê li her herêma qada Zapê pratîk meşand, tevî temenê xwe yê ciwan bi tecrubeya xwe hem di jiyanê de hem jî di şer de pêşengî ji hevrêyên xwe re kiriye. Hevrêyê me Dilşêr li dijî êrîşên dijmin ên li qada Kokelê pêk anî, di tunelên şer de berxwedanek dîrokî nîşan da û li dijî çekên kîmyewî û bombeyên qedekirî ku dijmin bi nemerdane bi kar dianî şehîd bû. Hevrêyê me Dilşêer bi çanda berxwedanê ya Efrînê mezin bû û piştî têkoşîna li nava refên PKK’ê meşandî mîrateyek bi hêz li pey xwe hişt. Timî wê di têkoşîna me de bijî û wê pêşiya me ronî bike.