HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 4 şehîdan eşkere kir û got, "Hevrêyên me Êrîş, Partîzan, Şaho û Baran berxwedana dîrokî afirandin, bi lehengî şer kirin û tevlî nava karwanê şehîdan bûn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 4 gerîlayên şehîd bûn ev agahî dan:

"Gelê Kurd sed sal e ji bo kefenê qirkirinê yê lê tê ferzkirin biçirîne, rabe ser piyan û hebûna xwe bide qebûlkirin, ji bo bi rengekî azad bijî têkoşîneke bêeman dimeşîne. Gelê Kurd ku bi dayina bi sed hezaran şehîdan, êşên giran û berxwedaneke dîrokî li ser piyan ma, li ser bingeha meşa azadiyê ya ku Rêber Apo beriya pêncî salî da destpêkirin, dest bi têkoşîna parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiya xwe kir. Dewleta Tirk a faşîst ku dijminê sondxwarî yê gelê Kurd e, di sala 2022'an de ku sala sedemîn a vê polîtîkaya qirkirinê ye, bi dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê re xwest Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê lawaz bike û hêviya azadiyê ya gelê Kurd bi temamî ji holê rake. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi berxwedaneke bêhempa sekneke fedaî nîşan dan, pêvajoyeke berxwedanê ya destanî afirandin, dijmin sekinandin û planên wan pûç kirin. Yên ku bi fedaîtî ev berxwedan pêk anîn, bêguman têkoşiyan, hebûna xwe diyarî paşeroja azad a gelê me kirin û pêşengî ji vê yekê re kirin, şehîdên me yên leheng bûn ku ewladên herî bedew ên gelê me bûn. Ji milîtanên fedaî û lehengên bijarte yên vê pêvajoyê hevrêyên me Êrîş, Partîzan, Şaho û Baran ev berxwedana dîrokî afirandin, bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn.

Hevrêyên me Êrîş, Partîzan, Şaho û Baran bi parastina rûmeta me, xaka me û paşeroja me ya azad cihê xwe di nava dîrokê de girtin. Di şexsê van hevrêyên xwe de em şehîdên xwe hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku dilsozê bîranîna wan bin. Ji malbatên hêja yên şehîdên me yên leheng ku ji Geverê heta Agirî, ji Rewanserê heta Hezexê berxwedana neteweyî kirin, ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Êrîş Avent Gever
Nav paşnav: Mahsûm Korkmaz Ozek
Cihê jidayikbûnê: Gever
Dayik-Bav: Salîha-Servet
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Cotmeha 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Partîzan Taylan
Nav paşnav: Îdrîs Bozkûrt
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Altûn-Şefîk
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Cotmeha 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şaho Tolhildan
Nav paşnav: Nasir Ferecî
Cihê jidayikbûnê: Rewanser
Dayik-Bav: Fanûs Alîzade-Alî
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Baran Hezex
Nav paşnav: Ridvan Demîr
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hediye-Şabettîn
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Mijdara 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

ÊRÎŞ AVENT GEVER

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya partiya me PKK bi pêş ve çû, di nava civaka Kurdistanê de şoreşên girîng pêk anî, axa mirî ya ku dijmin bi dehan salan avêtibû ser civakê ji holê rakir û rastiay gelekî berxwedêr afirand. Xelkê me yê Geverê jî ji destpêka têkoşîna me ya azadiyê û vir ve bi coş û kelecaneke mezin tevlî vê têkoşîna me ya azadiyê bû, ewladên xwe yên herî hêja beşdarî nava refên gerîla kir û wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih anî. Gelek hevrêyên me yên ji Geverê tevlî nava refên greîla bûn, veguherîn fermandarên fedaî û mohra xwe li têkoşîna azadiyê ya gelê me xistin.

Hevrêyê me Êrîş jî li nava malbeteke bi vî rengî ya welatparêz ji dayik bû ku kevneşopiyeke bi vî rengî ya qewîn lê serwer e. Dema ku ji dayik bû, malbata wî navê fermandarê me yê efsanewî hevrê Mahsûm Korkmaz li hevrêyê me Êrîş kir. Bi vî rengî gelê me xwedî li berxwedana dîrokî ya li çiyayên Kurdistanê derket, navên lehengên vê berxwedanê li nifşên nû kir. Hevrêyê me Êrîş jî bi giraniya navê xwe hîn di zarokatiyê de bû heyranê partiya me û gerîla, timî li benda roja tevlîbûna li nava gerîla sekinî. Di sala 2009'an de piştî ku pismamê wî Êrîş Avent Gever (Cengîz Ozek) tevlî nava refên gerîla bû, vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me êrîş kir û ew jî tevlî nava refên gerîla bû.

Perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê li Zagrosan wergirt û li vê derê agahiyên bingehîn ên têkildarî jiyana gerîla û çiyê hîn bû, zû tevlî karên pratîkî bû. Pratîka xwe ya destPêkê ya gerîlatiyê jî li herêma Metînayê kir, derfet dît ku ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bibe. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû her tim bi rengekî fedaî tevlî bû, her roj xwe hîn bêhtir perwerde kir û hewl da timî xwe bi pêş ve bibe. Hevrêyê me Êrîş Avent Gever (Cengîz Ozek) tevî hevrêyê me Andok Farqîn (Ramazan Yilmaz) di sala 2012'an de fîşeka destpêkê ya Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî li Kayseriyê bi çalakiyê teqand û şehîd bûn. Piştî vê şehadetê, hevrêyê me Êrîş tevlî nava karên Hêzên Taybet bû û derfet dît ku hem bibe şopdarê hevrê Êrîş Avent hem jî di karên fedaîtiyê de xwe kûrtir bike. Di nava karên Hêzên Taybet de bi kesayetiya xwe ya kedkar, xwîngerm û dilnizm li pêş bû. Ji bo karibe xwe di îdeolojiya Rêbertî de kûrtir bike, bi rengekî çalak tevlî perwerdeyê bû, bi nîqaşan hem kûrbûna xwe bi hevrêyên xwe re parve kir hem jî kir ku hevrêyên wî hîn baştir kûr bibin. Her tim hewl dida xwedî li bîranîna hevrê Êrîş Avent Gever derkeve û di şexsê wî de tola şehîdên me hemûyan hilîne. Lewma ji bo karibe li hemberî dewleta Tirk a ku jê gelekî bi hêrs bû çalakiya fedaî bike, gelek caran pêşniyar kir. Hevrêyê me Êrîş ku bi tevlîbûna xwe ya sade û durust milîtanekî mînak bû, demeke dirêj li gel fermandarê me yê fedaî hevrê Şervan Varto re ma, par ji rêwîtiya wî ya rastiyê wergirt. Piştî şehadeta hevrêyê me Şervan, hêrsa wî ya li hemberî dijmin mezintir bû. Hevrêyê me ev hêrsa xwe veguherand zemîneke têkoşînê û jiyana bi fedaîtî ji xwe re kir şêweyeke jiyanê, di her kêliya jiyanê de tevlîbûneke fedaî ji xwe re kir esas. Di gelek karên krîtîk de ku baweriya bilind, dîsîplîna cewherî û hesasiyet jê re diviyabû, bi berpirsyariyeke mezin tevlî bû û her tim serketin ji xwe re kir armanc. Hevrêyê me Êrîş li Garê, Zap, Metîna, Zagros, Qendîl û gelek qadên welatê me gerîlatî kir, bi têkoşîna xwe ya bênavber û bêrawestan bû mînak ji hevrêyên xwe re. Weke fedaiyekî Apoyî rewşa dîlgirtî ya Rêberê me ti carî qebûl nekir, di vê mijarê de timî xwe berpirsyar dît. Lewma jî ji bo xwe weke berpirsyariyê dît ku li hemberî vê yekê hîn bêhtir têbikoşe û azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bike. Têkoşîna xwe hemû li ser vê bingehê meşand. Lewma di rêbaza Rêbertî de hîn bêhtir kûr bû, tempoya xwe ya têkoşînê bilind kir.

Di demekê de ku êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn, hevrêyê me derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû. Di pêvajoya pêngavê de cihê xwe di nava gelek karên krîtîk de girt, bi tevlîbûna xwe ya fedaî gelek karên ku fedakarî jê re diviyabû bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me Êrîş gelekî dixwest li tunelên şer û li nava tîmên bi tevger li gel hevrêyên xwe be û bi tevlîbûna xwe xwest barê hevrêyên xwe sivik bike. Dema ku bi hevrêyê me Partîzan re li ser karê xwe bû, di êrîşeke dijmin de şehîd bû û tevlî nava karwanê şehîdan bû.

PARTÎZAN TAYLAN

Hevrêyê me Partîzan li navçeya Dûtax a Agiriyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Beşeke mezin a zarokatiya wî li gund derbas bû, lewma kesayetiya hevrêyê me Partîzan bi giranî li gund şîn bû. Hevrêyê me ku aliyên xwe yên sade û xwezayî li pêş bû, li gel polîtîkayên şerê taybet ên sîstemê jî cewhera xwe parast. Ji ber ku ji derdora wî tevlîbûn li nava refên gerîla hebû, hîn biçûkanî bala hevrêyê me çû ser têkoşîna me ya azadiyê. Ji bo karibe tevkariyê li debara malbata xwe bike di ciwantiya xwe de neçar ma li metropolên Tirkiyeyê kar bike. Di vê pêvajoyê de ked nas kir, di heman demê de derdora ciwantiya welatparêz nas kir. Di demekê de ku êrîşên giran û komkujî li Şengal û Kobanê li gelê me hate kirin, li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin û xwest ku bi tevlîbûna li nava refên berxwedanê cihê xwe li gel gelê me bigire. Lê belê bêyî ku vê daxwaza xwe pêk bîne hate girtin. Piştî demeke kurt hate berdan û di vê dema kurt de rastiya dijmin hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Li hemberî vê rastiya dijmin biryardarî li ser têkoşînê da û hîn bi rengekî çalak tevlî karên ciwanan bû. Weke ciwanekî şoreşger haya xwe ji berpirsyariya li pêşberî gelê me hebû û ev asta xwe ya têgihiştinê bi gelek ciwanên Kurd re parve kir, kir ku ew jî tevlî nava refên şoreşger bibin. Piştî ku hevrêyê me Taylan Ararat sala 2018'an şehîd bû, ku xizmê hevrêyê me Partîzan bû, vê şehadetê bandoreke giran lê kir. Ji bo çeka hevrêyê me Taylan rake û di şexsê wî de tola şehîdên me hemûyan rake, gihîşt wê baweriyê ku divê teqez tevlî nava refên gerîla bibe. Dawiya sala 2018'an careke din hewl da tevlî nava refên gerîla bibe, lê belê bi rengekî bêşens careke din dîl kete destê dijmin. Sekna xwe ya bi israr a ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla li gel êrîşên dijmin parast û ji bo vê jî bi her awayî fedakarî kir. Herî dawî sala 2019'an ev hewldana xwe bi ser xist û tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê li nava gerîla wergirt, tecrûbeyên xwe yên rêxistinî zêdetir kir, bi jiyana gerîla re bû yek û bi rengekî çalak tevlî bû. Bi taybetî têkiliyên hevrêtiyê yên grîla bandor lê kir, ji bo bi xwe jî bibe hevrêyekî baş gelekî hewl da. Di her karî de kuk bi fedakarî, kedkarî û xebatkariya xwe tevlî bû, hewl da barê hevrêyên xwe sivik bike û bi vê taybetmendiya xwe jî li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Dema ku nû tevlî nava gerîla bû bi giranî tevlî nava amadekariyên tunelên şer bû û baweriya xwe bi wê yekê anî ku ev tunel wê di serketina têkoşîna azadiyê de bibe misogerî, lewma heta jê hat di vî karî de xebitî. Ji bo kêliyekê jî xwe ji kar venegirt, bi tevlîbûna xwe ya bi moral û bi coş bû pêşeng û mînak ji hevrêyên xwe re. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên ji bo tasfiyekirina partiya me PKK'ê ku misogeriya azadiyê ya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e, hevrêyê me Partîzan xwest cihê xwe li gel hevrêyên berxwedêr bigire, bi vê armancê tevlî nava tîmên gerîla yên bi tevger bû. Hevrêyê me ku haya wî ji mîsyona tîmên gerîla yên bi tevger ên li hemberî êrîşên dagirkeriyê hebû, ji bo karibe li gorî vê mîsyonê tevlî bibe, timî kûr bû û lêkolîn kir ku bi taktîkên dewlemend hîn bêhtir çawa dikare derbê li dijmin bixe. Ev kûrbûna xwe jî bi hevrêyên xwe re parve kir û di pêvajoya şer de ji bo bibe xwedî tevlîbûneke çalak hewl da. Hevrêyê me Partîzan ku haya wî ji girîngiya pêvajoya heyî hebû, bi her awayî baweriya xwe pê anî ku di vê pêvajoyê de ya bi ser bikeve Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye û xwest hîn bêhtir tevlî vê pêvajoyê bibe. Bi vê armancê gelek caran rapor nivîsî ji bo karibe çalakiya fedaî bike, bi tevlîbûna xwe ya fedaî ya li nava jiyanê ev kûrbûna xwe temam kir. Di 2'ê Cotmeha 2022'an de dema ku li gel hevrêyê me Êrîş Avent wezîfeya xwe dikir, di êrîşa dijmin de şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû. Em ê wezîfeyên şoreşê yên ku hevrêyê me Partîzan dewrî me kir, bi têgihiştina ku hêjayî şehîdan hemûyan bibe, teqez bi ser bixînin.

ŞAHO TOLHILDAN

Xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi dilsoziya xwe ya bi nirxên Kurdîtî û welatparêziyê, li gel polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên mêtingeran jî hebûna xwe parastiye, bi berxwedan û serhildanên xwe israra xwe ya di azadiyê de her tim nîşan daye. Ji ber vê yekê jî gelek caran komkujî lê hate kirin, lê belê ji sekna xwe ya serbilind a welatparêziyê tawîz neda. Ne tenê berxwedanên li Rojhilatê Kurdistanê di heman demê de piştgirî da hewldanên azadiyê yên li qadên din ên Kurdistanê, sekneke neteweyî nîşan da ku cihê xwe di nava van berxwedanan de bigire. Piştî ku Tevgera Apoyî destpê kir, xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî azadiya xwe di nava tevgera me de dît û bi têkiliyeke xurt li dora tevgera me civiya. Bi serhildanên di dema dîlgirtina Rêberê me de xwedî li Rêberê me derket û hêzên komploger matmayî hişt. Li hemberî Komploya Navneteweyî bi hezaran ewladên xwe yên hêja tevlî nava refên gerîla kir û bersiva herî bi wate da komplogeran.

Hevrêyê me Şaho li nava malbateke welatparêz a ji bajarê Rewanser ê Kirmanşanê ji dayik bû ku hestên gelekî xurt ên welatparêziyê lê serwer e û ti carî tawîz neda dagirkeran. Ji ber ku cihê lê dima ji aliyê taybetmendiyên civaka xwezayî ve gelekî dewlemend bû û pîvanên exlaqî lê sereke ye, hevrêyê me Şaho jî bi van taybetmendiyan mezin bû. Hevrêyê me Şaho dûrî qirêjiya sîstema kapîtalîst cewhera xwe ya xwezayî parast, hîn di zaroaktiyê de bi nakokiyên li nava civakê hesiya. Bi taybetî fêhm nekir bê çima weke Kurdekî ji azadiya xwe bêpar e û welatê me Kurdistan dagirkirî ye. Bi ciwantiyê re rastiya dijmin fêhm kir, têkoşînên azadiyê yên gelê me nas kir û hewl da fêhm bike. Weke ciwanekî Kurd bi berpirsyariya ji bo gelê me mezin bû û di her kêliyê de kûr dibû bê van berpirsyariyên xwe çawa bi cih bîne. Bi taybetî li hemberî êrîşên qirkirinê yên bi rêk û pêk ên di salên 2014 û 2015'an de li hemberî gelê me hatin kirin, gelekî bi hêrs bû. Di vê demê de ji Kerkûkê heta bi Efrînê şahidî ji berxwedana fedaî ya milîtanên Apoyî ya li hemberî êrîşên dijmin re kir û vî ruhê fedaî yê mezin bandoreke kûr lê kir. Hevrêyê me Şaho têgihişt ku rêbaza têkoşînê ya ku ew lê digeriya li çiyayên Kurdistanê li nava refên grîla ye û sala 2019'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku misogeriya azadiyê ye û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Şaho perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li qada Qendîlê wergirt û di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû ku ne xerîbê wê bû. Di her kêliya jiyanê de xwe berpirsyar dît, bi xwedîderketina li jiyana gerîla pêşengî kir. Têkiliyên hevrêtiyê yên pîroz ên gerîla gelekî bandor lê kir û ji bo karibe bibe hevrêyekî baş ji hevrêyên xwe re her tim kûr bû. Ji ber vê yekê jî li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Bi baldariya xwe ya li ser leşkeriyê li pêş bû û di rêbaza şer ê gerîla de xwe timî perwerde kir. Ne tenê di taktîkên gerîla yên klasîk de her wiha di çarçoveya jinûve avakirina gerîla de ya bi rêbaza şerê serdema heyî, di taktîkên dema nû de xwe kir pispor. Hevrêyê me Şaho ku haya xwe ji girîngiya şerê li tunelan hebû, di amadekirina tunelan de xwedî kedeke girîng bû. Taybetmendiya xwe ya leşkerî û pratîkî bi kûrbûna li ser îdeolojiya Apoyî veguheran tevlîbûneke hîn bi zanebûn û li hemberî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwest li gel hevrêyên xwe yên berxwedêr be, bi vê armancê pêşniyar kir. Hevrêyê me Şaho sala 2021'ê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, beşdarî nava tîmên gerîla yên bi tevger bû û derbasî qada Metînayê bû. Hevrêyê me ku baweriya xwe ya bi serketinê di asta herî bilind de bû, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me ji xwe re kir armanca herî mezin, diayr kir ku ev yek jî bi tevlîbûna li pîvanên fedaîtiyê dibe. Dema ku dijmin li hemberî hevrêyên me yên li tunelên şer bi rengekî nemerdane çekên kîmyewî bi kar anî, hêrsa bi hevrêyê me Şaho re mezintir bû û ev yek bû sedem ku xwe li hemberî hevrêyên xwe deyndar hîs bike. Ji bo vê jî timî kûr dibû ku li dijî dijmin çalakiyê bike. Hevrêyê me ku di rêbaza şerê gerîla yê dema nû de serwer bû, tevlîbûneke bi înîsiyatîf pêk anî. Hevrêyê me Şaho ku timî dijmin dişopand, her kêliya ku valahiyeke biçûk a dijmin didît dikete nava tevgerê û çalakî dikir. Weke gerîlayekî profesyonel girîngiyeke mezin dida veşartîbûnê û bi kesayetiya xwe ya bi sebir li dijî dijmin gelek çalakiyên surprîz kir û xwest bersivê bide berxwedana hevrêyên xwe. Hevrêyê me Şaho ku di têkiliyên hevrêtiyê de dilnizm û durust bû, bi hunera xwe ya leşkerî bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Weke namzetekî fermandariyê li her cihê ku lê ma her wezîfeya xwe bi serketî bi cih anî. Bû milîtanekî pêşeng ku her tim ji hevrêyên xwe re bibe mînak.

BARAN HEZEX

Botan ku bi çanda xwe ya qedîm a bi hezaran salî yek ji navendên herî girîng ê Kurdistanê ye, ev çanda xwe ya qedîm li gel êrîşan hemûyan li hemberî dagirkerî û dagirkeran parast. Di vê oxirê de têkoşîneke mezin kir û li Kurdistanê bû yek ji navendên berxwedana kurdan a bi rûmet e. Piştî ku gerîla gav avêt vê herêmê, xwedî li gerîla derket û cihê xwe li gel têkoşîna me ya azadiyê girt. Ji ber vê helwesta xwe jî her tim bû hedefa êrîşên ehrî hovane yên dewleta Tirk a mêtinger, tevî vê yekê jî tawîz ji azadiyê neda û xelkê me yê Botanê ewladên xwe yên herî hêja şand nava refên gerîla, berdêlên gelekî giran da. Hevrêyê me Botan jî ku ji nava rastiya gelekî bi vî rengî tê, li navçeya Hezexê ya Şirnexê li nava malbateke ji eşîra me ya Torî ya welatparêz ji dayik bû. Li gel rastiya gel a ku ji nav hatî her wiha eşîra Torî ya qedîm bû sedem ku hevrêyê me Baran xwedî kesayetiyeke dilsozê nirxên xwe be. Hatina ji nava rastiya gelekî bi vî rengî, rastiya civaka ku li nav mezin bûye, komkujî û êşkenceya dewleta Tirk a faşîst mêtinger li gelê Kurd dike ji nêz ve dît, lewma di zarokatiyê de li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Baran jî mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk kete nava lêgerîna li têkoşînê. Li hemberî wî mejî ku ya zindan ya jî mirin li Kurdên berxwedêr ferz dikir, fêhm kir ku bersiva herî mezin bi xwedîderketina li jiyana azad û têkoşîna ji bo afirandina jiyaneke azad e. Hevrêyê me Baran pê hesiya ku têkoşîna herî esîl û mezin li çiyayên Kurdistanê ye û biryar da beşdarî nava refên gerîla bibe.

Sala 2015'an li Botanê li cihê ku lê ji dayik bû tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo tevlî perwerdeya şervanên nû bibe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji rojên destpêkê yên li nava gerîla û pê ve bi kelecaneke mezin beşdarî nava jiyanê bû, bi kesayetiya xwe ya kedkar beşdarî nava karên pratîkî bû. Hevrêyê me Baran perwerdeya şervanên nû bi serketî qedand û li dijî fermana ku çeteyên DAÎŞ'ê dixwest bîne serê gelê me yê Şengalê, beşdarî nava hevrêyên xwe yên berxwedêr bû û ji bo wezîfeya parastina gelê xwe bi ser ketî bi cih anî. Piştî ku herêm bi temamî ji DAÎŞ'ê hate paqijkirin û ewlehiya gelê me hate misogerkirin hevrêyê me Baran careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Baran ku di vî şerî de tecrûbeyeke mezin a şer wergirt, tevlî perwerdeya branşê bû û ji bo bibe gerîlayekî profesyonel gelekî bi pêş ve çû. Di pêvajoya perwerdeyê de têgihişt ku tenê pêşketina ji aliyê leşkerî ve ji bo gerîla kêm e, lewma pêşketina îdeolojîk herî kêm bi qasî pêşketina leşkerî girîng e û li ser Felsefeya Rêber Apo kûr bû, ji bo fêhm bike û pêk bîne gelekî hewl da. Hevrêyê me Baran di pêvajoya perwerdeyê de li ser kêmasiyên di dema pratîkê de kûr bû, perwerdeyên branşê bi serketî qedand û bi vê têgihiştinê tevlî pratîkê bû. Hevrêyê me Baran ku derbasî Heftanînê bû li her qadê tecrûbeyên xwe yên leşkerî gihand hevrêyên xwe. Hevrêyê me Baran bi berpirsyariyeke mezin nêzî wezîfeyên xwe hemûyan bû, ji bo van wezîfeyan bi serketî bi cih bîne têkoşîneke bêhempa meşand. Di her kêliya jiyanê de bi fedakarî tevlî bû, di wezîfeyên herî zehmet de her tim dixwest li pêş be û li her qada bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Baran li refên herî pêş bersiv da êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Heftanînê û di gelek çalakiyan de rol lîst ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Hevrêyê me Baran tecrûbeyên xwe yên li qada leşkerî bi avantajên mezin ên rêbaza şerê tîm ên bi tevger re kir yek û tevlî gelek çalakiyan bû ku li qadê derbên giran li dijmin hatin xistin. Hevrêyê me Baran ku piştre derbasî Metînayê bû li vê qadê bi xurtî tevlî pratîkê bû, li vê derê jî di bicihanîna rêbaza tîmê bi tevger de bi roleke mezin tevgeriya. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Metînayê pêşengî ji gelek çalakiyan re kir.

Hevrêyê me Baran bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar jiyan bedew kir û şer mezin kir. Bi vî rengî rêya serketinê nîşan da. Weke hevrêyên wî di şexsê hevrêyê xwe Baran de em soz didin ku xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin û armancên wan teqez bi ser bixînin."