HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûbûn eşkere kir û got “Em careke din soza xwe dubare dikin ku wê têkoşîna azadiyê ya gelê me, bi serfiraziyê tacîdar bibe.”

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê 4 gerîlayên ku li Heftanînê şehîd bûbûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 20’ê Tebaxa 2021’an de li nêzî gundê Girêgohê yê Heftanînê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de, hevrêyên me Dîcle, Amargî, Şahîn û Agîd şehîd bûne. Her çar hevrêyên me ji bo berxwedana ji Esmer, Zerya, Bargiran ên fermandarên efsanewî yên berxwedana Cenga Heftanînê wergirtine, bi serfiraziyê tacîdar bikin û dijmin ji Heftanînê biavêjin, kedeke mezin dane. Em her çar hevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Dîcle Firat
Nav û paşnav:  Mehtap Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Riha
Navê dê û bav: Ayhan - Ethem
Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Tebaxa 2021’an / Heftanîn

Nasnav: Amargî Cûdî
Nav û paşnav: Nesrîn Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Navê dê û bav: Xûlût – Îbrahîm
Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Tebaxa 2021’an / Heftanîn

Nasnav: Şahîn Amed
Nav û paşnav:  Abdulvassif Mavînehîr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Yuksel - Ferman
Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Tebaxa 2021’an / Heftanîn

Nasnav: Agît Berxwedan
Nav û paşnav:  Raîf Barçin
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Halîme - Îzzettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Tebaxa 2021’an / Heftanîn

DÎCLE FIRAT

Hevrêya me Dîcle li Serêkaniyê ya Rihayê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbat welatparêz e û bîreke wan a xurt a Kurdbûnê heye, sempatiya wan a ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zêde ye. Dema ku di sala 2015’an de dijmin gelê me qir dikir, ew bêdeng nemaye û tevlî nav refên gerîla bûye.

Heval Dîcle bi îddîyake mezin tevlî jiyana gerîlatiyê bûye, her kêlîka jiyana xwe li gorî vê îddîayê esas girtiye û ji bo vê jî her dem ketiye nav lêgerîna xwepêşvebirinê. Heval Dîcle di warê îdeolojîk û leşkerî de xwe her dem perwerde kiriye, ketiye nav hewldana ku esasên gerîlatiya modernîteya demokratîk pêk bîne. Wê bawerî bi vî tiştî aniye ku ji bo azadiya gelê me divê kedeke mezin were dayîn û li ser esasê fedaîbûnê beşdariyekê bike û tevlî nav xebatên Hêzên Taybet bûye. Heval Dîcle di serkeftina şerê di sala 2019’an de yê li Heftanînê vê serkeftine xwe gelek caran îspat kiriye. Di vê pêvajoya şer de ne bi tenê tevlêbûna wê ya şexsî, di heman demê de hevalên xwe jî bi awayekî aktîf tevlî nav pêvajoya şer kiriye, wê rola xwe ya pêşengtiyê baş pêk aniye û bûye gerîlayeke mînak a YJA Starê. Heval Dîcle pratîka xwe ya li Heftanînê ya ku di sala 2019’an de dest pê kiriye ji du salan zêdetir bi xurtî domandiye. Di sala 2021’an de jî li herêma Heftanînê pêşengtî ji gelek çalakiyan re kiriye. Di van çalakiyan de artêşa Tirk a dagirker a ku derbên giran xwariye, neçar maye ku li giran asê bimîne. Heval Dîcle dema ku li ser peywira xwe bû di bomberdûmana dewleta Tirk de şehîd bûye. Heval Dîcle bi hevaltiya xwe ya sade û tevlêbûna xwe ya dirust, bûye milîtaneke jin a Apoyî ya ku hevalên wê, her dem wê bikin mînak.

AMARGÎ CÛDÎ

Hevrêya me Amargî li bajarê kevnar ê Rojava li Amûdê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hem ji ber hişmendiya xurt a welatparêziyê ya malbata wê, hem jî bi bandora Şoreşa Rojava hevrêya me Amargî felsefeya Rêber Apo nas kir. Bi bandora Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê me ji xwe re kir pîvan ku li gorî vê îdeolojiyê bijî. Bi rengekî rast nêzî rastiya şehadetê bû, gihîşt wê baweriyê ku bi mezinkirina têkoşîna wan dikare hêjayî wan bibe û li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Amargî dema ku xwe gihand çiyayên Kurdistanê li pêşberî xwezaya bêhempa ya çiyê heyran ma û kete nava hesteke welê ku mîna ji nû ve ji dayik bûye. Ji ber vê yekê jî baweriya xwe bi wê yekê anî ku jin ên ciwan ên ji bo azadiyê têdikoşin divê teqez xwe bigihînin çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Amargî ku xwedî daxwazeke mezin a têkoşînê bû, ji bo karibe vê yekê li qada şer li dijî dewleta Tirk a mêtinger bixe pratîkê her tim xwe perwerde kir û bû gerîlayeke YJA Starê ya pispor. Piştî ku li qada leşkerî û îdeolojîk bû xwedî tecrûbe, ji bo bicihanîna van tecrûbeyên xwe sala 2019'an derbasî herêma Heftanînê bû, li vê derê tevlî gelek çalakiyan bû û mohra xwe danî binê gelek serketinan. Her wiha sala 2020'î di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de jî cihê xwe di nava gelek çalakiyên serketî de girt ku dijmin têk bir û tola hevrêyên di pêvajoya vê pêngavê de şehîd bûn, hilanî. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî û jiyana xwe ya dilnizm li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê û weke milîtaneke jin a mînak erk û berpirsyariyên xwe heta dawiyê bi cih anî û tevlî karwanê şehîdan bû.

ŞAHÎN AMED

Hevrêyê me Şahîn li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku li Amedê ji dayik bû û mezin bû, hevrêyê me Şahîn hîn di temenê zarokatiyê de bû xwedî kesayetekî serhildêr, li hemberî zext û zilmê ti carî bêdeng nema û li her devera ku lê bû têkoşiya. Polîtîkayên qirkirinê û zextê yên dijmin hîn di ciwantiyê de pê hesiya û biryar da ku divê li hemberî vê yekê teqez têbikoşe. Hevrêyê me Şahîn bi tevlîbûna li nava refên gerîla rêbaza herî bi bandor a têkoşînê bi pratîka xwe nîşanî ciwanên Kurdistanê da. Bi kîn û hêrsa li dijî dijmin tevlî nava refên gerîla bû û ev hêrsa xwe piştre veguherand bingeha têkoşîneke rêxistinî. Lewma li gel temenê xwe yê ciwan bi nêzîkatiya xwe ya têgihiştî bala hevrêyên xwe kişand ser xwe. Hevrêyê me Şahîn bawer dikir ku rêbaza herî xurt a têkoşîna li dijî dijmin, xweperwerdekirin e û bi taybetî di hunera leşkerî de xwe bi pêş xist. Di bikaranîna gelek çekan de xwe kir pispor, tiştên ku hîn dibû jî bi hevrêyên xwe re parve dikir û bi vî rengî erka xwe ya hevrêtiyê bi cih dianî. Ji bo tiştên hîn bûye tenê di teoriyê de nemîne xwe pêşniyar kir ku biçe qadên şerê germ Bakur û Şengalê. Li ser vê bingehê li eniya Şengalê tevlî şerê li dijî faşîzma DAÎŞ'ê bû û ji bo xelkê me yê Êzidî ji komkujiyê rizgar bike kedeke mezin da. Piştî ku wezîfeya xwe ya li Şengalê bi rengekî serketî bi cih anî, bêyî navberê bide derbasî herêma Heftanînê bû ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer bike û rola xwe li vê derê jî bêkêmasî bi cih anî. Bi enerjiya ji hêrsa li dijî dijmin bi tempoyeke mezin cihê xwe li gelek eniyên li qada Heftanînê girt û hem bû şahidê berxwedana dîrokî hem jî bû parçeyek ji vê berxwedanê. Bi dilsoziya xwe ya bi nirxên partiyê û durust, ji bo hevrêyên xwe bû cihê hurmetê, çavkaniya hêz û moralê.

AGÎT BERXWEDAN

Hevrêyê me Agît li Şirnexê ji dayik bû ku vê qadê di her şert û mercî de xwedî li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derket û bi hezaran ewladên xwe fedayî refên şoreşê kir. Li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku her tim bi nirxên civakî yên kevnar ên Kurdistanê dilsoz e û zû têkoşîna azadiyê nas kir. Demekê tevlî karên ciwanan bû û li dijî siyaseta îmha, înkar û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger a li dijî gelê me, her tim têkoşiya. Hevrêyê me Agît sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû û ji bo xwe kir armanc ku li ser şopa fermandarê nemir Agît (Mahsûm Korkmaz) bimeşe. Di demekê de ku êrişên dagirkeriyê dest pê kir tevlî nava refên gerîla bû, ji Besta heta Herekolê li qadên herî giran tên êkoşînê bênavber gerîlatî kir. Hevrêyê me Agît tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeriyê bû û tevî ku birîndar bû ji Botanê neçû, zû rehet bû û têkoşîna xwe dewam kir. Di sala 2019'an de derbasî herêma Heftanînê bû, tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê li vê qadê jî nîşan da û pêşengî ji enerjiya mezin a li vê qadê re kir. Bi fedakarî û kesayetiya xwe ya fedayî dihate naskirin û li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Sekn û şerê şoreşgerî yê hevrêyê me Agît wê heta serketinê rêya me ronî bike.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Dîcle, Amargî, Şahîn û Agît ên li Heftanînê şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê Têkoşîna Azadiyê bi ser bixînin."