HPG’ê derbarê tevgera PDK’ê daxuyaniyek da

HPG têkildarê liv û tevgera PDK’ê ya li qadên gerîla de daxuyaniyek da û got; “Ji ber hêzên PDK’ê ber bi cihên gerîla bi pêşve çûne ji bo demek kurt pevçûn derketiye. Hêzên PDK’ê bi çekên giran li qadê daye û ji ber wê di eraziyê de şewat derketiye.”

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê derbarê liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li qadên gerîla de daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuayniya xwe de dibêje, “Hêzên girêdayî PDK’ê roja 5’ê Hezîranê bi rengê êrîşê hatiye qada nevbera Girê Çarçel û Girê Hekarî yên girêdayî herêma Metîna’yê û xwe bi cih kiribû. Hêzên PDK’ê tevî hemû bang û hişiyariyan li vê qadê karê çêkirina çeperan domandiye, rêyên nû çêkiriye, hêz û wesayîtên zirxî sewqî qadê kirine. Pir bi şeklekî watedar bi taybetî di saetên sibehê ya roja 24’ê Tîrmehê li Girê Çarçel cereke din hêzên xwe xiste tevgerê û hewldaye ber bi cihên gerîla bi pêşve biçin. Weke berê me ji raya giştî re jî ragihandibû, qada behsa wê tê kirin herêmeke bingehîn ê hêzên gerîla ye ku bi salan li wir xwe bi cih kiriye, di navbera gerîla û hêzên PDK’ê ku nû hatine qadê de mesafeyek kêm heye.

Di encama pêşveçûna hêzên PDK’ê ya ber bi noqteyên gerîla de ji bo demek kurt pevçûn çêbûye. Hêzên PDK’ê bi çekên giran li qadê xistine û di encama wê de jî şewat bi erazî ketiye. Di heman demê de tevgera zêde ya balafirên şer û keşfê yên ayîdê dewleta Tirk ya li ser herêmê jî didome.”