Hozat: Netew-dewletan serxwebûn ji gelan re neanîne

Hozat: Li Başûrê Kurdistanê destkeftiyên girîng hene, divê mirov van wiha biçûk nebîne. Niha di rewşa berdest de jî, rewşa li Başûrê Kurdistanê, li gorî welatên li herêmê, li gel hemû arîşeyên xwe jî, zêdetir pêşketî ye, pêşverûtir e.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji bernameya ‘Ulkeden’ a Medya Haber re axivî û got, ‘’Dewleta Tirk dijminê Kurd e, xwedî vê karekterê ye, nîjatperest e, bi rastî jî wiha ye. AKP di rewşa berdest de, vê hişmendiya dînî, mezhebî, nîjatperest di asta herî bilidn de temsîl dike. Vê bi rengekî pir bê perwa, li dijî Kurdan dike siyaseta qirkirinê û êrîşê dibe.’’

Hozat wiha axivî: ‘’Di pêvajoyeke wiha de referandûm hate kirin. Beriya ku referandûma bibe jî rojeveke cidî hate çêkirin, nîqaş çêbûn, şîrove hatin kirin. Fikra sereke ew bû ku referandûm nebe. Helbet sedemên  vê hebûn. Geşedanên heyî, bi taybet jî helwesta Tirkiyê, bi giştî rewşa ku Başûr tê de bû sedemên vê bûn. Li Başûrê Kurdistanê arîşeyên giran hene. Arîşeyên siyasî, aborî, civakî yên pir giran hene. Dema ku mirov li van gişan dinerî, dema ku mirov rewşa konjonkturê ya herêmê danî ber xwe pir realîst nedihate dîtin ku referandûm pêk were. Ew fikra ku wê çênebe derkete pêş, zexteke zêde hebû, li pey hev daxuyanî hebûn, hevdîtin hebûn. Li gel ev qas zextan û helwestên dijmin çima dîsa hate kirin divê ev were nirxandin.

AKP’Ê PDK HINEKÎ WÊREK KIR

Beriya niha jî hate nirxandin, tekane hêza ku destek dayî referandûmê Israîl bû. Me wê demê gotibû, ne tenê Israîlê, Amerîkayê jî bi nermî nêz bû, Rûsya jî bi giştî Ewropa jî bi vê wateyê zêde ne dijber bûn, digotin, ‘ne dema wê ye’, ‘dikare were taloqkirin’, dixwestin were taloqkirin, helwest bi vî rengî bû. Divê mirov helwesta Tirkiyê bi tayebetî binirxîne. Ji destpêkê ve têkiliyên Başûrê Kurdistanê û hikûmeta AKP’ê pir zêde bûn. Di navbera AKP û PDK’ê de hevdîtinên cidî çêbûn, peyman çêbûn. Bêhtir jî li ser petrolê gelek hevditinên veşarî çêbûn.

Di navbera Erdogan û malbata Barzanî de peyman hene. Herka petrolê ya ber bi Rojava ve ji Tirkiyê dibe. Ev jî ne bi rengê qanûnan dibe. Niha ji bilî vê jî ji hêla siyasî, îstîxbarî ve gelek caran li hev rûniştin, hin plan hatin danîn. Di van hevdîtinan de AKP di mijara referandûmê de çavê xwe ji PDK’ê re şikand, teşwîq kir, bi ya min wiha ye. Vê hinekî wêrekî da PDK’ê. Ango ne tenê desteka rasterast a Israîlêû helwesta nerm a Amerîkayê û Rûsyayê bû sedema ku ev referandûm bibe. Biya min bi esasî di biryardana referandûmê de helwesta Tirkiyê ya ku ew teşwîq dikirin, helwesta AKP’ê diyarker bû. Sedemên vê jî hene, ev helwesteke pir bi zanebûn û polîtîkayek bû û ji hêla AKP’ê ve hate kirin.

AKP LI IRAQÊ ŞERÊ KURD-EREB DERXIST

AKP hedef dikir ku PDK’ê zêdetir di Başûrê Kurdistanê de asê bike, zor êlê bike, bi temamî teslîm bigire û neçarî xwe bike. Wê vê çawa bike? Referandûmeke wiha helbet li Iraqê wê reflekseke mezin derxistha hollê, helwesta Îranê diyar bû, li dij bû. Heke referandûm biba li Îranê jî wê helwesteke tund derbiketa holê. AKP’ê ev hemû dîtin. Bi vê wê Îran û Iraq jî bida rex xwe.

Piştî ku Îran û Iraq jî da rex Tirkiyê, li Sûriyê jî bi ser Îranê wê zext bikira û bi giştî li ser Kurdan wê li gorî plana xwe, konsepta xwe sazkar bikira. Jixwe polîtîkaya qirkirinê heye, piştî ku ev dewlet jî dane rex xwe wê hêsantir ev pêk bianiya.

Ya dî jî, bi derxistina şerê Kurd-Ereban a li Iraqê, wê kaosa berdest û krîz girantir bikira, şer bibira Başûr. Wê pêvajoyeke wiha derxista holê ku destkeftiyên Başûr jî têk bibira. Bi pêşbînikirina vê çavê xwe ji referandûmê re şikand, bi vê polîtîkayê tevgeriya. Niha binerin, referandûm çêbû, tam atmosfera ku AKP’ê dixwest çêbû. Ji hêzên herêmê, bi taybetî jî Iraq û Îranê helwestên cidî diyar bûn. Rewş pir jidiya û Tirkiye bi hewlesta ku dewletên herêmê jî bide rex xwe, piştî referandûmê dengê xwe zêdetir bilind kir û polîtîkaya xwe ya dijî Kurd, bi dijminatiya Kurdan girantir kir. Li Başûrê Kurdistanê jî polîtîkayeke zêde ya zext û tundiyê dike. Ev rastiya dewleta Tirk nîşan dide.

Dewleta Tirk dijminê Kurd e, xwedî vê karekterê ye, nîjatperest e, bi rastî jî wiha ye. AKP di rewşa berdest de, vê hişmendiya dînî, mezhebî, nîjatperest di asta herî bilidn de temsîl dike. Vê bi rengekî pir bê perwa, li dijî Kurdan dike siyaseta qirkirinê û êrîşê dibe. Ev siyaseta qirkirinê ne tenê li dijî Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê ye, li dijî hemû Kurdan e. Ev dewlet dijminê Kurdan e, hikûmeta AKP’ê dijminê Kurdan e. Dijminê Kurdên Bakur e, dijminê Kurdên Rojava, Başûr, Rojhilata e  û dijminê Kurdên li derveyî welat e jî. Ango dijî Kurd e, dijminê Kurdan e.

PDK NIKARE TIRKIYE NERM BIKE

PDK li gor xwe hewl dide ku siyaetê bike, navê polîtîkayê jî li vê helwestê dikin, ti têkiliya vê bi polîtîkayê re nîn e. Ango li gorî xwe, li dijî van polîtîkayên dijî Kurd, li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên bi dijminahiya Kurdan, li dijî polîtîkayên MHP’ê, jê weye dema ku gotinên nerm, xweş kirine wê rewşê hinekî nerm bike, Tirkiyê, AKP’ê, MHP’ê hinekî nerm bike, ev jî xwexapandineke mezin e. Ev jî nasnekirina dijimin e. Mêtingeriya dewleta Tirk nas nakin, pê nizanin, baş fêhm nakin.

EV XEFLET Û QELSIYEK MEZIN E

Di serî de ji xwe ne xwedî hişmendiyeke wiha ne ku berjewendiyên netewî biparêzin, bi vê nêzîkatiya xwe wê nikaribin berjewendiya partiya xwe jî biparêzin. Lê bi vê helwesta û nêzîkatiya xwe berjewendiya partiyê bihêlin, wê nikaribin şexsê xwe jî biparêzin û li ser piyan bimînin. Bi gotinên nermik ji wan weye ku wê Tirkiyê demokrat bikin. Kûdera Tirkiyê demokratîk e? Qira Kurdan tîne, li Tirkiyê faşîzmeke nedîtî heye, civaka Tirkiyê di bin vê faşîzmê de dike nalenal, her roj li Kurdistanê komkujî hene, qirkirin heye, qirkirina çandî, fizîkî heye. Bi dehan bajarên Kurdan hatin kavilkirin û şewitandin. Mirov bi saxî hatin şewitandin.

Ev şeş sal in li Rojava li dijî çeteyan şerekî giran heye. Herî dawî ketin Cerablûsê, ev hemû ji bo çi bûn? Ev ji bo Kurdan bû. Ji bo ku destkeftiyên Kurdan tine bikin. Tim digotin, ‘em rê nadin pêkhatineke weke ya li Bakurê Iraqê li Sûriyê pêk were.’ Nabêjin, Başûrê Kurdistanê, dibêjin Bakruê Iraqê. Ev tê çi maneyê? Ev tê maneya ku statûya Başûrê Kurdistanê hê jî bi xwe nedane qebûlkirin.

Bi salan e bi ser xwe de diçini dibêjin, ‘me çawa 2003’an hişt ku li Bakurê Iraqê ev tişt bibe. Diviya em biketa Iraqê’. Ev helwesta wan li Cerablûs, Babê bû dagirkerî. Encama ku ji wir derketî bi rengekî cuda li ser Rojava sepandin. Li gorî xwe nexwestin ku şaşîtiyekê bikin. Ketin Cerablûs û Babê. Di nav Kurdan de rastiyeke wiha ya vê dewletê heye. Ji hêla rêxistinên Kurd ve, wiha bi nixumandinê, bi tinehesibandinê, bi jinedîtî ve hatinê, bi gotinên nermik, bi gotinên ku ti têkiliya xwe pê re nîn e nikarin rastiya dewleta Tirk a faşîst, rastiya wê ya qirker veşêrin, ev helwest, nirxandina wiha komîk e û trajîk e.

TIŞTEKÎ KU DEWLET BIDE KURDAN NÎN E

Înşaleh wê hemû hemû rêxistinên Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî PDK, ji niha û pê ve rastiya Tirkiyeyê çêtir bibînin. Nêzîkatiya PDK'ê ya salên dawî li Tirkiyeyê bi vî rengî bû: Polîtîkaya înkar, qirker û dijminatiya Tirkiyeyê ya li Kurdan, tenê di nava sînorê Bakurê Kurdistanê de didît. Ji xwe çavên xwe li pêkanînên Tirkiyeyê digirt, dengê xwe dernedixist. Di bingeha têkiliyên baş ên Tirkiyeyê yên bi PDK'ê re; berjewendiyên partiyê, hewldana serweriya li Başûrê Kurdistanê, kontrolkirina nirx û dewlemendiyên Başûr, zexmkirina desthilatdariya xwe û avakirina dewleta malbatekê, dewleta PDK'ê hebû. Projeya dewletê projeyeke wiha ye, cewhera xwe ev e.

Dewleta PDK'ê nebe jî dibe, tiştekî ku dewlet bide Kurdan nîne. Dema netewe dewletan êdî bihurî ye. Li gelemperiya cîhanê jî rewş bi vî rengî ye, li herêmê jî. Hemû sîstemên netewe dewlet niha di nava krîzeke mezin de ne. Di nava pêvajoyeke giran a hilweşînê de ne. Emrê sîstemên netewe dewletê 300 salî ye, li herêmê jî 100 salî ye. Ji dema avabûna netewe dewletan û vir ve, em bala xwe bidinê, gelemperiya cîhanê bi taybetî jî Rojhilata Navîn ji nava şer derneketiye. Gelek caran şerekî tirsnak rû daye, bi mîlyonan mirovî jiyana xwe ji dest dane, bi mîlyonan mirov sirgûn bûne, neçar mane koç bikin û êşên giran hatine kişandin. Netewe dewlet tê wateya şer, tê wateya şîdetê, tê wateya êşê. yanî netewe dewletan azadî, demokrasî, edalet û wekhevî nedaye kesî. Yanî rewşa dewletên herêmê weke hev e. Tirkiye netewe dewlet e, ev sed sal in di nava Tirkiyeyê de şerê navxweyî heye. Êşên giran tê kişandin, zilmeke mezin li gelan tê kirin. Yanî rewşa Kurdan ji xwe bi temamî bi vî rengî ye, rewşa nasnameyên cuda yên li Tirkiyeyê jî wiha ye. Zext û şîdeteke giran li wan tê kirin. Bi rengekî giştî, rewşa tevahiya civaka Tirkiyeyê ev e.

DIVÊ MIROV SERXWEBÛN Û NETEWE-DEWLETÊ WEKÎ HEV NENIRXÎNE

Li Iraqê jî wisa bû, bi îdamkirina Seddam re, bi dagirkirina Iraqê re li Iraqê netewe-dewlet nema, Iraq parçe bû. Rewşa Sûriyeyê jî berê wisa bû. Niha şerekî mezin heye. Li herêmê dema netewe-dewletan qediyaye. Sed sal in netewe-dewletên li herêmê di nav krîzeke mezin de ne, a niha jî yeko yeko belav dibin. Ji bo Kurdan jî wisa ye. Netewe-dewleteke Kurdan a ku wê li Başûrê Kurdistanê were avakirin, tu xêra wê ji gelê Başûrê Kurdistanê re tune. Ji ber vê jî wê gelekî beredayî be ku mirov ji netewe-dewletê re bibêje serxwebûn.  Tu caran netewe-dewletê serxwebûn ji gelan re neaniye.

Serxwebûn ev e ku mirov bi awayekî azad bijî, bi gelên din re bi awayekî demokratîk û aştiyane bijî.

Di netewe-dewletê de ev heye? Tune. Ji ber vê jî serxwebûn û netewe-dewlet ne heman tişt in. Projeya me ya ji bo Kurdistan û herêmê Pergala Konfederal a Demokratîk e. Pergala ku azadiyê ji gelan re tîne. Pergala Konfederal a Demokratîk tê wateya serxwebûnê. Wê ev pergal dawiyê li krîz û kaos û şeran bîne û di serî de Kurd wê gelên li herêmê bi awayekî demokratîk bi hev re bijîn.

HEMÛ RAYE DI DESTÊ BARZANÎ DE YE

Dema pergalên dewletan derketin holê, serxwebûn û dewletê wekî hev dinirxînin. Ev feraseteke şaş e. Ev tişt li Başûrê Kurdistanê jî didome. Heta ku ev rewş bidome wê krîz û kaosa li Başûr jî bidome, jixwe krîz û kêşe hê jî didomin. Divê Başûrê Kurdistanê pergala heyî demokratîze bike. Li Başûrê Kurdistanê destkeftiyên baş hene, divê mirov vî tiştî ji bîr neke lê dema îro mirov lê dinihêre ev destkeftî dikarin têkevin rîskê.

Heke li Başûrê Kurdistanê statuya heyî bihata demokratîzekirin, çanda demokratîk têketa meriyetê, têkiliyên bi çar parçeyên din re bihatina başkirin, ji bo kongreya neteweyî gav bihata avêtin û bi piştgirî û beşdariya PDK’ê Kurdan Kongreya Neteweyî li dar bixistina îro wê deskeftiyên li Başûrê Kurdistanê xurttir bibûya. Lê ev tişt nehate kirin.

Jixwe di vê meseleya referandûmê de pêvajoyeke antîdemokratîk hebû. Me ev tişt gelekî nirxand. Ne partiyên li Başûrê Kurdistanê û ne jî gel tevlî vî tiştî bû û ev tişt nebû biryareke hevpar. Parlemento jixwe nêzî 2 salan e naxebite. Hemû raye di destê Barzanî de ye, di destê PDK’ê de ye, YNK û Goran derveyî rêveberiyê ne. Heke parlemento bihata xebitandin û pergaleke demokratîk bihata avakirin û di warê kongreya neteweyî de gavên girîng bihata avêtin îro di serî de ji bo Başûrê Kurdistanê û ji bo Kurdên li çar parçeyan wê pêvajoyeke cihê dest pê bikira.”