Hovîtiya li Geverê: Ev bû 5 car ku goristanê xira dikin

Li Geverê tîmên taybet ên Tirk bi wesayitên zirxî goristan dorpêç kirin û cara 5'an ziyan dane goristanê.

Ev bû cara 5'an ku tîmên taybet ên Tirk goristana li taxa Ormanê ya Geverê ya Colemêrgê xira dikin.

Goristana ku gorên gerîlayên HPG/YJ-Starê û şervanên YPG/YPJ'ê lê ne, bi wesayitên zirxî yên tîmê taybet ên Tirk hate pêçan û tîmên taybet ên Tirk gor xira kirin.

Li gorî saloxan saet 05.00'an gelek wesayitên zirxî yên tîmên taybet ên Tirk hatin goristanê, ziyan dane dîwarên goristanê û kulîlkên li derdora goran ji ra hilqetandin. Hate gotin dema ku tîmên taybet ji goristanê derketine bi sirûdên nîjatperest li derdorê reşandine.

13'ê Adara 2016'an jî, dema ku qedexeya derketina derve hebû 2 caran ziyan dabûne heman goristanê. Piştî ku berf heliyabû malbatan cihên ku tîmên taybet ziyan dabûnê çêkiribûn lê 7'ê Îlonê û 29'ê Nîsana 2017'an dîsa ziyan dabûne goristanê.