'Hişmendiya ku li Mereşê komkujî kir, îro êrîşê dibe ser HDP'ê'
Serokê Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal a Amedê Cafer Kolûman diyar kir, êrîşên bi ser HDP’ê ve, berhema wê hişmendiyê ye ku beriya bi 38 salan li Sêwas û Mereşê komkujî pêk aniye.
Serokê Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal a Amedê Cafer Kolûman diyar kir, êrîşên bi ser HDP’ê ve, berhema wê hişmendiyê ye ku beriya bi 38 salan li Sêwas û Mereşê komkujî pêk aniye.
Serokê Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal a Amedê Cafer Kolûman, êrîşên AKP’ê yên bi ser HDP’ê ve nirxand û got, "Bi êgir dilîzin."
Kolûman ji ANF’ê re axivî û got: "Beriya niha bi 38 salan, di navbera 19-25’ê Kanûnê de li Mereşê yek ji mezintirîn komkujiyên dîroka komara Tirkiyeyê pêk hat. Lê mixabin, li gel ewqas dema ku di ser bihurî ye û ewqas hikûmet guherîne jî paradîgmaya sereke ya dewletê neguheriye."
'DIVÊ DEMILDEST DEV JI VÎ ZIMANÊ KÎNDAR ÊN LI DIJÎ HDP’Ê BIQERIN'
Kolûman diyar kir, piştî teqînên Stenbol û Qeyseriyê, ji bo atmosferekê cuda bafirînin û civakê bixapînin HDP hedef hat nîşandan û bi bîr xist ku HDP partiyeke siyasî ye ku bi awayekî legal xebatên xwe dike. Kolûman wiha dewam kir: "Dema ku bang li Kurdan hate kirin ku çekê deynin, li qada legal siyasetê bikin, ê ku bersiv dayî vê bangê li gel ku HDP’ê bû jî, hûn HDP’ê nîşan didin û kampanyaya lînckirinê didin destpêkirin. HDP di mijara Kurd de, ji bo siyaseta Tirkiyê boriya hilmstandinê ye. Hûn bi hedefkirina HDP’ê dixwazin siyasetê bifetisînin. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Beriya bi 38 salan, 'komeke kîndar' ku ji deverinan ferman wergirtibûn, bi dirûşmeyan bînahî şewitandin, lê ji ber sedema şert û mercan, gel nekarî ji van êrîşan re baş bersivê bide. Îro heman tiştî nikarin bikin. Di rewşeke wiha de ku Iraq û Sûriye li rex me ne, pivdana kînê lîstina bi êgir e. Ya herî jirêzê, piştî teqîna Stenbol û Qeyseriyê daxuyaniyên rayedaran pir hêwilnak in. Hûn weke Serokkomar bi hîsa tolhildanê rabin, civak çi nake? Ne karê êqil e ku mirov li dijî civaka xwe seferberiyê ragihîne. Bi vî awayî hûn ne dikarin pêşiya bombeyan û ne jî pêşiya lîncan û êrîşan bigirin. Çareserî siyaseta demokratîk û zimanekî aştîxwaz e. Bi zimanê kîndar mirov nikare bigihije ti deverê. Berê jî ev ziman hate bikaranîn; gotin, 'em ê qira wan bînin, wan biqelînin, xwe bera kunê wan bidin, heta ku yek terorîst bimîne em ê têbikoşin'. Ev 40 sal in heman tiştî dibêjin. Hikûmet biguherin jî ziman yek e. Ev ziman welêt ber bi kaosê ve dibe."