Hêzên rejîma Îranê Balekayetî û Bradost bombe kirin

Hêzên rejîma Îranê bibalafirên keşfê bombe li Balekayetî û Bradostê barandin.

Balafirên keşfê yên bê mirov ên Îranê hinek nuqteyên sînor ên Balekayetî û Bradostê yên girêdayî Hewlêrê bombe kirin. Êrîşa ku ziyanên canî pêk nehatin, ziyanên madî çêbûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, vê êvarê di saet 19.10’an de rejîma Îranê gundê Berbezên, Bineperêz, Nawrûbaran û Ketîne ên ser bi Sîdekan a herêma Biradost bombebaran û topbaran kir.

Li gorî heman çavkaniyan, bombebaranê nêzî saetekê berdewam kir. Tê gotin ku ziyana canî nebûne, li herêmên hatine bombebaran kirin şewat derketiye, ziyanên madî pêk hatine.

Rejîma Îranê hemwext gundên Dêge û Şêrkaweyan a Simêlan a Çoman jî bombe kirin.

Rejîma Îranê piştî 5 salan cara yekemîn bikaranîna balafiran bal kêşand.