Heyeteke HDP’ê serdana çalakiya greva Mexmûrê kir

Heyetek ji nûnerên HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê serdana çalakiya koma 9’an a greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Mexmûrê kir.

Heyetek HDP’ê ku Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş, Berdevkê HDP’ê yê Hewlêrê Abid Îke jî di nav de serdana çalakvanên greva birçîbûnê ya li Mexmûrê kir.

Heyet ji aliyê çalakvanan ve hate pêşwazîkirin û li ser navê heyetê Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş çalakiya Mexmûrê silav kir û bal kişand ser çalakiyên greva biçîbûnê û got: “Çalakiya grevê ya bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz a li Nûnertiya Hewlêrê 21’ê Mijdarê hatibû destpêkirin ketiye roja 50’î û her diçe rewşa wî xirab dibe.” Guneş anî ziman ku tevî rewşa giran, Nasir Yagiz bibiryardarî çalakiyê didomîne.”

Li ser navê koma 9’an jî Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel Filîz Bûdak jî xêrhatina heyetê kir û diyar kir ku heta tecrîd bidawî bibin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyên xwe bidomînin.