Heyeta HDP'ê serdana YNK'ê kir

Heyeta HDP'ê ku dawiya hefteyê serdana Başûrê Kurdistanê kir, di çarçoveya danûstandinên xwe de bi Hevserokê YNK'ê Bafil Talabanî re rûnişt. Mijara hevdîtinê jî yekîtiya neteweyî bû.

Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê Dîlokê Mahmût Tûgrûl hevdîtinên xwe li Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Heyeta HDP'ê li Silêmaniyeyê bi Hevserokê YNK'ê Bafil Talabanî û Endama Dîwana Serokatiyê ya YNK'ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re hevdîtin kir. Rojeva sereke ya hevdîtinê jî yekîtiya neteweyî û hilbijartinên pêşwext ên Iraqê bû.

Heyetê destpêka hefteyê dest bi hevdîtinan kiribû. Destpêkê bi rêveberên Tevgera Goran umerî Seîd Elî û Bextiyar Ewlî re hevdîtin kiribû, piştre jî bi Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Kûbad Talabanî û rêveberê Buroya Têkiliyan a YNK'ê Cemal Tahîr re rûniştibû.

Heyeta HDP'ê her wiha serdana gora Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî kiribû û çeleng danîbû ser gora Talabanî.