Heskiriya jiyana Avaşîn...

Gerîla Nalîn a digot; ‘Eger şehadetek bibe, divê li vir be’ herikî Avaşînê. Ji wê venêrîna heskirina jiyanê ya li Avaşîn ma.

“Dema min Avaşîn dît, bi wê ve hatim girêdan. Aliyek wê hebû ku mirovê wê mirov ber bi xwe ve dikişand. Cesaret û ruh dida min. Mirov hînî meşê dikir, fêrî jiyanê dikir. Aliyek welê yê Avaşîn hebû ku bi taybet bi jinê nîşan dida bê ka çiqasî bihêz e. Dibe ku ji ber vê yekê be ku ewqas bi ser wê ve bûm, ez bi vê dame naskirin. Eger mirov şehîd bibe divê mirov li vir şehîd bibe.’’

Ev gotin ên gerîla Nalîn Zîlan e, ku 4’ê Mijdara 2020’ê li devera Govendê ya Avaşîn li gel 3 hevrêyên xwe şehîd bûbû. Nalîn, jinek ciwan ku bi xwe çîroka xwe nivîsand û ev çîrokê zêde kir û berê xwe da çiyan.

Nalîn Zîlan berî ku tevlî PKK’ê bibe navê wê Nalîn Şehvan bû. 1’ê Gulana 1995’an li bajarê Dêrik a Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Nalîn di nava çanda malbateke welatparêz de mezin bûye, girêdayî ziman û çanda xwe ye.

SALA 2012’AN BERÊ XWE DIDA ÇIYA

Gerîla Nalîn têkildarî pêvajoya şoreşa ku salên 2011-2012’an li Rojava pêş dike ev got: “Hê ciwan bûm, min zêde wate nedidayê, ji ber di nava çanda walatparêziyê de mezin bûbûm, watedar kir. Bi taybet dayika min digot; ‘Êdî em jî azad in, leşkerên me bi xwe hene, em ê xwe bi xwe biparêzin; bi salan in li benda vê ne.’ em bi mereq dikirin. Me dixwest zû tevlî şerê pêş diket bibin, me dixwest tiştekî bikin.”

Nalîn a dît ku bi şoreşa pêş ket li bi destê jinê azadî pêk dihat, tevlîbûna şoreşê têr nabîne û berê xwe dide çiyayan. 20’ê Hezîrana 2012’an berê xwe dide çeperên gerîla diçe qadên Avaşîn. Gerîla Nalîn a di gerîlatiya xwe de tim bi keda xwe li pêş bû, mîna wêneyeke yê heskiriyê xwezayê bû.

LI AVAŞÎN BÛ NEMIR

Gerîla Nalîn a tim bi rûken, tim hevrêyên xwe dikenand, alîkarî dikir, bê ku cudahî bixe nava kar erkê xwe bêk dianî, dilnizim û şermîn li Avaşîn bûbû venêrînkeke şînok. Gerîla Nalîn a hema bêje li her qada Avaşîn gerîlatî kir, dianî ziman ku bi heskirin girêdayî van qadan bû. Di her fersendê de ciwanî, vedekarî aliyên asî yên bi Zagrosan re bûye yek vedibêje. Gerîla Nalîn Zîlan li Avaşîn bû nemir.

Xeyalê welatek azad, Rêbertiye azad û bi gelê xwe re yê gihaye azadiyê ku di oxira wê de şer kir, ava kir. Gerîla Nalîn a zoriyên pêkanîna vê xeyalê derbas kir, şer derbas kir, xwe bi paş ve neda, heta dawî bi kelecan û moral di ser dijmin de çû. Vê pir dizanî ku her ku li dijmin bide wê derfetê utopyaya azadiyê ku avakirî mimkûn be. Gerîla Nalîn wiha kete ser rê û got: “Eger şehadet bibe bila li vir be.” Herikî ber bi şînahiya Avaşînê ve. Tişta li pey wê ma venêrîna heskirî ya ji bo jiyana Avaşîn di hişan de ma.