Hemleya Xezeba Firatê: Êrîşa çeteyan pûç bû
Êrîşên çeteyan a li dijî gundê Sêgulê ya Reqayê şikest, gelek çete hatin kuştin. Termê 5 çeteyan jî ketiye destê şervanên Xezeba Firatê.
Êrîşên çeteyan a li dijî gundê Sêgulê ya Reqayê şikest, gelek çete hatin kuştin. Termê 5 çeteyan jî ketiye destê şervanên Xezeba Firatê.
Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li dijî gundê Sêgulê ya li bakurrojavayê Reqayê ji hêla şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê hat pûçkirin. Di şer de gelek çete hatin kuştin, termên 5 çeteyan jî ket destê şervanên.
Vê sibehê saet nêzî 04.00’an, çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gundê Sêgulê yê 11 kîlometreyan dûrî gundê Qadiriyê kiribûn. Bi bersivdayina şervanan jî êrîş hat şikandin.