‘HDP ne partiya tabaleyê ye’

Welatiyên Wanî yên ji avabûna HEP’ê û vir ve di hilbijartina de deng dide kevneşopiya siyasî ya Kurdî, diyar kir ku HDP a daxwaza girtina wê tê kirin, ne partiyeke tenê ya tabaleyê ye.

Gelê Wanê yên ji ber erdhej, krîzên aborî, qedexeyên çalakî û aktivîteyan têkoşînê dike her rojê ji taybetmendiyên xwe yên xwezayî winda dike, di rojên zehmet de derbas dibin. Waniyên ji ber qeyûm xeracê dide, tevî her tiştî jî desteka xwe ya bi HDP’ê re didomîne. Waniyên ku HDP’ê weke hêvî dibînin, ji sala 1999’an û vir ve di hilbijartinan de deng didin kevneşopiya siyasî ya Kurd. Niha jî ji bo HDP’ê ya ku îhtimal heye bê girtin nîqaş dikin bê ka wê çi bikin. Wanî li kolan, qehwexane û malê yekane nîqaşa wan HDP ye.

Li Wanê namzetê Partiya Demokratîk a Gel (HEP) Remzî Kartal 1991’ê weke parlementer hate hilbijartin. Di hilbijartina xwecihî ya sala 1999’an de jî HADEP’ê şaredariya Wanê bidest xist. Sala 2002’an tevî ku HEDAP’ê li Wanê yekem jî bû, lê ji ber benda hilbijartinê neket meclîsê.

Di sala 2007’an de DTP a serbixwe kete hilbijartinê namzetên Wanê Ozdal Uçar û Fatma Kûrtûlan weke parlementer hatin hilbijartin. Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2009,2010 û 2019’an de namzetên DTP, DBP û HDP’ê di hilbijartina Bajarên Mezin a Wanê de serketin, gelê Wanê di hilbijartina 2015’an de 7 parlementer, 2018’an jî 5 parlementer tevî hemû zextan şande parlementoyê.

Gelê Wanê tevî hemû zextan bersiva herî mezin û pêwîst di Newrozê de da û got: “HDP ne partiya tebeleyê ye, partiya gel e. Hûn bigirin jî gel nagire’.

Dikandarê pêlavan Zekî Orûk: Ji HEP’ê heta niha 7 partî hatin girtin Ji sala 1990’î û vir ve 7 partî hatin girtin, ma ev gel qediya, na. Dengê ji 1 milyon û nîvê destpê kir gihişte 6 milyon î. Ev hemû jî mirovên wî warî ne. Gelo ma wê van hemû mirovan bigirin, lingên wan zincîr bikin. Tabala tê guherîn, tabeleyek din tê. Dema ku partî nebû jî serbixwe diçûn meclîsê. Kurd ne bê alternatîf in, Kurd dixwazin li Tirkiyeyê siyasetek legal bikin. Kurd demokrasî, edalet û wekheviyê dixwazin. Kurd ji meclîsê bên avêtin wê Kurd çi bikin. Komele, rojname û şaredarî tên girtin. Welateke ku bi aram û di nava aştiyê de bê jiyîn hebe, ev hewldanên zirarê dide herkesê.

Xwediyê xwaringehê Huseyîn Akdog: Girtina HDP’ê ne rast e. 7 partî hatin girtin, lê her carê du milyon deng zêdetir bûn û vegeriyan. HDP bê girtin wê dengê partiyê bigihêje 17 nuqteyan. HDP gel e, divê her kes rêz ji vîna gel re bigire. Heta niha girtina partiyan ti çareserî neanî, tenê zerer da. Gel dikare partiyan bigire. Demam ku edalaet û hiqûq hebe partiyên siyasî amûrek e, li pişt wê gel heye, milyonan kesên deng didin hene. Ti wateya girtina partiyan tine. Carekî dikî şaş e, du carî dike şaş e, lê 8 caran kirin heman şaştiyê dike. Ew partî bigirin, gel partiyê nagire. Min dema HADEP’ê rêveberî kir. HEDEP ji sedî 4 deng hebû, niha HDP’ê ji sedî 13’ê deng heye. HDP’ê bigirin wê dengê wê bibe ji sedî 17. HDP ji aliyê gel ve ti demê nayê girtin.

Welatiyê Wanê Selamî Yeşîlbaş: Girtina HDP’ê wê zirarê bide civakê û demokrasiyê. Mirov dixwaze ramanê xwe bi rengekî siyasî vebêje. AKP a dixwaze HDP’ê bigire, demê xwe ew jî rû bi rûyê girtinê hat. Vê rewşê herî zêde ew zanin, lê ji ber ku îro bi kêrî wan nayê dixwazin HDP’ê bigirin. Çawa ku berê girtin zirarên mezin bi xwe re anî, wê îro jî heman tişt bibe. Banga min ji bo hikûmetê ew e ku dev ji vê berdin.