HDP: Em Mam Celal bi rêzdarî bibîr tînin

HDP’ê têkildarî wefata siyasetmedarê Kurd Celal Talebanî yê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek da wiha got: “ Mam Celal li welatên cuda yên cîhanê di serî de wê di dilê gelê Kurd û hemû gelên cuda yên ku têkoşîna azadiyê birêve dibe de bijî.”

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê ku têkildarî wefata Mam Celal daxuyaniyek nivîskî da, ev tişt got:

“Em wefata lîderê Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK), Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê 6’emîn ê Iraqê Celal Talebanî yê li nexweşxaneyeke li Belînê dema dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da bi xemgînî pêşwazî dikin.

Mam Celal ê di pêvajoya gelê Kurd têre derbas bûyî, xwedî têkoşîneke mezin û kedeke mezin dayî li pey xwe hişt, wefata wî ji bo gelê herêmê êşeke mezin û valatiyeke bihêle.

Em ê bi zanistîbûna têkoşîna wî ji bo me dewir hêlayî, li ser bingehê erdnîgariya ku Kurd li ser dijîn heta bigihêjin mafên bingehîn têkoşîna demokrasiyê bidomînin. Em ê têkoşîna Mam Celal ji bîr nekin û heta hetayê weke qehremanekê bibîr bînin.

Mam Celal hemû temenê xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd dayî, cihê xwe yên li dîrok de kir, ji xwedê rehê jêre dixwazin, di serî de ji malbat, gelê Kurd û hemû gelê herêmê re sersaxiyê dixwazin.

Mam Celal li welatên cuda yên cîhanê di serî de wê di dilê gelê Kurd û hemû gelên cuda yên ku têkoşîna azadiyê birêve dibe de bijî.”