HBDH'ê li Amedê bi bombeyê li qereqolekê xist

Mîlîsên Sînan Dêrsim ên HBDH’ê ragihand ku di saetên destpêkê yên şevê li hemberî Qereqola Polîsan a Şehîtlîk a li Amedê bi bombeyek çêkirî çalakiyek hatiye lidarxistin.

Mîlîsên Sînan Dêrsim ên HBDH’ê bi daxiyaniyeke nivîskî eşkere kir ku di çarçoveya pêngava “Emê faşîzmê birûxînin, azadiyê qezenc bikîn! Bi pêşve, hê bi pêşve” de li hemberî Qereqola Polîsan a Şehîtlîk a li Amedê çelakiyeke bombeyî lidarxisitne.

Di daxiyaniyê de hate gotin ku di 03.11.2021’an şev saet derdorê 00:25’an de li Amedê li dijî Qereqola Polîsan a Şehîtlîkê çalakiyeke bi bombeya çêkirî ji aliyê Mîlîsên Sînan Dêrsim ên HBDH’ê hatiye lidarxistin. Her wiha hatiye diyar kirin ku hêzn wan ên milîs piştî çalakiyê bi saxlem û bi ewle wegeriyane cihên xwe.

Di dewama daxuyaniyê de bal hatiye kişandin li ser bilindbûna pêngava “Emê faşîzmê birûxînin, azadiyê qezenc bikîn! Bi pêşve, hê bi pêşve” li Tirkiyê û Kurdistanê û hate ziman ku pêngav di bûyîna hêvî ji bo gelên kedkar û karker, şoreşgerên girtî li girtîgehan, li kolanan ji bo jinan û li dibistanan ji bo ciwanan berdewam dike.”

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku çalakiyên Mîlîsên HBDH’ê ji desthilatdariya faşîst a AKP’ê û çeteyên wê yên şer re peyamek e û wiha bidawî dibe, “Wê ev şer yek alî nebe. bi vê çalakiya ku me ji bo bîranîna Sînan Dêrsim wek HBDH emê li ser xeta hemû şehîdan teqez şoreşa hevgirtî bigihijînin zaferê.”