BI DÎMEN

Gundê Caber ji DAIŞ'ê hate paqijkirin, 38 çete hatin kuştin

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê gundê Caber ê Rojhilat ku li rojavayê Reqayê ye, ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin û berê xwe dan gundê Caber ê Rojava.

Di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de, ku ji bo rizgarkirina Reqayê hatiye destpêkirin, şervanên Odeya Çalakiyê her bi pêş ve diçin. Şervanan gundê Caber ê Rojhilat, ku li qiraxa Çemê Firatê ye û li aliyê rojava yê Reqayê ye, ji çeteyan paqij kirin. Şer duh tevahiya şevê dewam kir û balafirên şer jî li cihên çeteyên DAIŞ'ê xistin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, gundê Caber ê Rojhilat danê vê sibehê ji çeteyan hate paqijkirin. Di vî şerî de 38 çete hatin kuştin û maşînek çeka doçka li ser bû, hate rûxandin.

Şervanên Odeya Çalakiyê, niha jî berê xwe dane gundê Caber ê li Rojava û ketine nava tevgerê. Piştî ku ev gund hate rizgarkirin wê Keleha Caber a dîrokî bikeve bin kontrola şervanan.