Gun: Min li Semsûrê dewlet nedît, min zarokên Kurdan dît

Ahmet Gun ku ji Şirnexê berê xwe da Semsûrê û alîkariyê bi erdhejzedeyan re dike diyar kir ku wî li vê derê dewlet nedît, lê zarokên Kurd dît.

Ji bo herêmên ku erdhejê bandor li wan kir, ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê her roj mirov ji bo piştevaniyê tên. Bi taybetî mirovên ji bajarên Kurdistanê tên, dema ku hilweşîna li herêmên erdhejê dibînin, matmayî dimînin.

Ahmet Gun ji Şirnexê hat Semsûrê û li vê derê alîkariyê bi mexdûrên erdhejê re dike. Ahmet Gun anî ziman ku beriya bê bajêr texmîn nedikir ku li felaketeke ewqasî mezin rast bê. Gun diyar kir ku roja erdhej qewimî ew nikarîbû li mala xwe bisekine û ji bo tavilê xwe bigihîne Semsûrê bi rê ket.

'MIN LI VÊ DERÊ DEWLET NEDÎT'

Gun got, "Dema ku hatim bajêr, min dît ku bajar wêran bûye. Dilê min gelekî şewitand. Bi taybetî gelekî pê êşiyam ku mirov bi derfetên xwe hewl didin tiştekî bikin. Ji ber ku min li vê derê dewlet nedît."

'YÊN DI BINÊ KAVILAN DE MAN KURD IN, YÊN BI ALÎKARIYÊ JÎ HATIN KURD IN'

Gun ragihand ku wî li Semsûrê bajarekî hilweşiyayî, wêranbûyî, gelekî şikestî dîtiye û got, "Di heman demê de min gelek mirov dît ku ji Serhedê heta Amedê ji bo piştevaniyê hatin. Min şahidî ji alîkariya zarokên Kurd re kir. Yên li vê derê di binê kavilan de man Kurd in, yên bi alîkariya wan hatin jî zarokên Kurdan e. Ez li bendê bûm ku dewlet li vê derê tevî dilxwazan tevbigere, lê belê rewşeke berevajî vê yekê heye. Yên ku piştevaniyê bi mexdûrên erdhejê re dikin mirovên sivîl bûn."

'PÊWÎSTÎ BI HER TIŞTÎ HEYE'

Gun bal kişand ser pêwîstiyên li Semsûrê û got, "Pêwîstî bi her cûre xurekê heye. Xureka ku tê em li mexdûrên erdhejê belav dikin. Ji xwe ji bo piştgiriya bi gelê xwe re em hatine vê derê. Em hewl didin çi ji destê me bê bikin. Mirovên ku mala wan wêran bûye, pêwîstiya xwe bi her tiştî heye. Ji ber vê yekê yên ku alîkariyê dişînin divê li her tiştî bifikire û bişîne. Dem ew dem e ku ji aliyê madî û manewî ve em piştevaniyê bi gelê xwe re bikin."