Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 21'ê de ye

Greva birçîbûnê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 21'ê de ye.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 1’ê Sibatê de hatibû destpêkirin, di roja 21’ê de bi koma 12’emîn dewam dike.

Koma 11’emîn ya çalakiyê, bi merasîmekê çalakî dewrî koma 12’emîn kir. Beriya dewirgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 11’emîn daxuyaniyek ji aliyê Hesret Pusat ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê behsa tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û wiha hate gotin: "Ev çalakiya greva birçîbûnê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin. Em di wê hêviyê de ne ku encameke baş jê werbigirin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma 12’emîn hate kirin.