Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 19'an de ye

Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wargeha Mexmûrê dewam dike, di roja 19'an de ye.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 1’ê Sibatê de hate destpêkirin, di roja 19’an de bi koma 10’emîn dewam dike.

Koma 9’emîn a çalakiyê, bi merasîmekê çalakî dewrî koma 10’emîn kir. Beriya dewirgirtinê deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 9’emîn daxuyaniyek ji aliyê Guneş Tang ve hate xwendin.

Di despêka daxuyaniyê de armanca çalakiya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatî destpêkirin, hate dubarekirin û wiha hate gotin: "Çalakiya demokratîk a ku bi bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dilek germ hatiye destpêkirin bi biryardariyek mezin didome. Em ê jiyanek bê Rêber Apo ti carî nepejirînin. Xeta Rêbertî hêviya hemû gelên bindeste. Hemû nêzîkatiyên li hember Rêber Apo tên raberkirin, hêza pergala Neteweya Demokratîk dide diyarkirin. Çareseriyeke demokratîk û aştiyek bi rûmet tenê bi Rêber Apo re gengaze. Rastî û heqîqeta têkoşîna li Îmraliyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava, Şengal û Mexmûrê xwe bi hemû awayî şênber kiriye. Êdî têkoşîna ku li derdora Rêber Apo bi pêş dikeve gerdûnî dibe û ji bo hemû gelên bindest bûye hêviyek ku dest jê nayê berdan. Li ser vê bingehê em gelê Kurd ê welatparêz û hemû derdorên demokratîk vedixwînin erk û berpirsyatiyên wan."

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên 'Bê Serok Jiyan nabe', 'Bijî Serok Apo' û 'Kes nikare roja me tarî bike' bi dawî bû.