Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê ku bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokartîk (KCD) Leyla Guven didome. Koma 7’emîn greva birçîbûnê dewr girt.
Çalakgerên ku ev 13 roj in di greva birçîbûnê de ne, ragihandin ku heta tecrîda li ser Ocalan ranebe wê çalakiyên xwe bidomînin.
Serdanên ji bo piştgiriya çalakiyê jî didomin. Heyetek ji Partiya Kedkarên Kurdistanê serdana çalakgeran kir. Di çalakiyê de banga piştgiriyê hate kirin.