Girtiyên nexweş: Dibe ku ev cara dawî be ku em hev dibînin

Girtiyê nexweş Ayhan Yilmaz got,''Şert pir xirab in, derfetên tedawiyê kêm in. Dibe ku ev cara dawî be ku em hev dibînin.'' Bav Ibrahim Yilmaz got,''Girtîgeh wê bibin gorên komî.''

Ibrahim Yilmaz, ku kurê wî Ayhan Yilmaz li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Wanê ev 2 sal in girtiye û bêhna wî diçike û apneya razanê pê re heye, got,''Îro bi telefonê bi kurê xwe re axivîm.  Weke rewşa girtiyên din ên nexweş, rewşa tendiristiya wî jî giran e. Got, ji ber pandemiyê tedawiya wan di dema xwe de nayê kirin, kêm tê kirin û ji ber ve jî problemên tendiristiyê her ku diçin girantir dibin.''

'NIKARE HILMÊ BISTÎNE'

Yilmaz got dema ku kurê wî bi telefonê diaxivî tim bêhna wî diçikya, tim kuxikî û got,''Ji mêj ve ye bêhna Ayhan diçikiye û nexweşiya apneya xewê pê re heye. Beriya niha jî li girtîgehê doktoran jê re gotine divê hin tedawî lê werin krin. Lê li gel vê jî tedawiya wî nehatiye kirin. Îro dema ku em bi telefonê diaxivîn bi zorê diaxivî. Tim dikuxikî, bi zorê hilm distand. Got rewşa wî ne baş e û divê ji her tiştî re hazir bin û belkî ev cara dawî ye ku bi hev re diaxivin.''

'RENGEKÎ ÊŞKENCEYÊ YE'

Bav Ibrahim Yilmaz got li girtîgeha ku kurê wî lê ye binpêkirna mafan her ku diçe zêdetir dibe, şertên wan ne hijyenîk in û got,''Mixabin bi guherîna dawî ya înfazê re me dît ku liTirkiyê şertên hiqûqî bi çi astê ne. Ev rengekî êşkenceyê ye.

'GIRTÎGEH DIBE KU BIBIN CIHEN GORÊN KOMÎ'

Girtiyên nexweş tedawî nakin, bi rengekî aşkere wan bi hêviya mirinê ve dihêlin. .Ez xizmê girtiyan bang li rêxistinên civaka sivîl dikim, ku li Tirkiyê çalak in: Bêyî ku bi derengî bikeve bila her kes guh bide ocdanê xwe. An na girtîgeh wê bibin cihên gorên komî. Bi rengekî dî ev rewş nikare were vegotin.''