BI DÎMEN

Gerîlayên HPG’ê: Bi berxwedanê re em ê dagirkeran têk bibin

Gerîlayên HPG’ê, diyar kirin ku divê gelê Kurd û ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin û gotin, “Li dijî êrîşên dagirkeriyê divê ciwan berpirsyarî hildin û tevlî nava refên gerîla bibin. Bi berxwedanê re, em ê dagirkeran têk bibin.”

GERÎLAYÊN HPG'Ê

Gerîlayên azadiya Kurdistanê, bi ruhê xwe yê fedaî, taktîkên serdemê û berxwedana destanî, li dijî her cure êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Gerîlayên ku di nava vê cenga mezin de cihê xwe digirin ji ajansa me ANF’ê re axivîn.

Gerîlayê HPG’ê Sîpan Rûken, behsa berxwedana gerîlayan ê li Başûrê Kurdistanê kir û ev tişt gotin, “Weke ku tê zanîn, artêşa Tirk a dagirker li herêma Başûrê Kurdistanê êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Armanca êrîşan koçberkirina gelê Kurd e û dagirkirina herêmê ye. Lê li dijî xwe berxwedana fedaiyên Rêber Apo û tevgera azadiyê dibîne. Ji bo vê jî erîşê xwe yê li ser Reber Apo û li ser gerîlayê azadiye Kurdistan, bi hemû hovitiya xwe didomîne. Bila dijmînê dagirker jî vê bizane; em hêza xwe ji Reber Apo digirin û bi wê hezê re em derbên mezin li dagirkeran dixin. Li tunelên şer berxwedaneke bêhempa ku mînaka wê nîne tê dayîn.”

‘EM Ê TEVÎ GELÊ XWE BI SERKEVIN’

Gerîla Sîpan Rûken, destnîşan kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker bi hêza teknîkê bêsînor êrîş dike, lê li hemberî berxwedana gerîla encam nagire û wiha domand, “Dijmin ji derbên hevrêyên me rizgar nabin. Em êdî bi şêwazên gerîlayên pispor di kurahiya erdnîgariya Kurdistanê tevdigerin û û hemû teknîkên dijmin vala derdixin. Hevrêyên me niha li herêma Amediyê ji bejahî û hewayî ve artêşa Tirk a dagirker xitimandin e. Nikarin li hember vê berxwedana bi heybet encamê bigirin, ji ber vê bax, bistan û gundên welatiyan bombe dikin, dişewitînin û gel neçarî koçberiyê dikin. Bi hevkariya PDK’ê gundan vala dikin. Her kes baş dizane ku artêşa Tirk a dagirker di bin alê PDK de êrîşê Başûrê Kurdistanê dike. Banga me ji bo gelê me yê walatparêz re eve; Pêwîste gelê me nehêlin ku artêşa Tirk a dagirker û hêzên PDK bi rehetî li ser axa Kurdistanê bazirganî bikin. Pêwîste li her qadê çalakî bên lidar xistin. Em bawerin ku em ê tevî gelê xwe bi serkevin.”

‘DIVÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ CIWAN TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BIBIN’

Gerîla Ronî Dersim, anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Metîna, Zap û Avaşînê êrîşên dagirkeriyê berfireh kiriye û wiha got, “Gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî van êrîşan di nava çalakiyên xurt de ne. Çalakiyên gelek bi bandor ji aliyê gerîlayan ve tên lidar xistin. Leşkerên Tirk ên dagirker ji hêz û berxwedana hevrêyên me ditirsin. Di dîmenên çalakiyan de ev yek diyar dibe ku çawa direvin. Her kes vê rastiyê dizane; xwediyê van çiyayan gerîla ne. Ji ber wê jî leşkerên dagirker nikarin li hemberî gerîla li ber xwe bidin. Ev tişt ber bi çave. Li Girê Bahar û Sergelê artêşa Tirk ji tirsa gerîla xwe kirine bin erdê. Artêşa Tirk ne li bin erd û ne jî li ser erd ew ê nekaribe ji derbên gerîla bifilitin. Artêşa Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê hêza xwe ji PDK distîne. Pêwîste gelê me rastiya xiyaneta PDK bizane û li gorî wê têkoşîna xwe li hemberî xiyanetê geştir bike. Divê gelê me û ciwanên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê divê ciwan berpirsyarî hildin û tevlî nava refên gerîla bibin. Bi berxwedanê re, em ê dagirkeran têk bibin.”