Gerîlayê HPG'ê Devrîm Garzan qala berxwedana dîrokî ya li tunelan kir

Gerîlayê HPG'ê Devrîm Garzan qala berxwedana dîrokî ya li tunelên şer kir û destnîşan kir ku artêşa dagirker hefteyekê nekarî xwe nêzî tunela berxwedanê bike.

Gerîlayê HPG'ê Devrîm Garzan ku sala 2022'an tevlî Pêngava Bazên Zagrosê bû, qala berxwedana dîrokî ya li tunelên şer kir.

Devrîm Garzan bi bîr xist ku artêşa dagirker Nîsana par li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrîşeke giran a hewayî û teknolojiyê kir û got, "Artêşa Tirk ji xwe bawer bû, jê hebû ku di demeke kurt de wê li qadê bi cih bibe, hêzên gerîla ji qadê derxîne, lê belê hesabên wê bi cih nehatin. Hevalan li dijî her cûre teknolojiyê amadekariyeke mezin kiribûn."

ÊRÎŞA DESTPÊKÊ YA LI SER TUNELÊN ŞER

Gerîlayê HPG'ê anî ziman ku roja destpêkê artêşa dagirker bi helîkopteran hewl da leşkeran li qada Girê Werxelê bi cih bike û qala wê demê kir:

"Me fêhm kir ku hêzên dijmin wê êrîşî Tunelên Şer ên Şehîd Têkoşer bike. Hîn ew tevdigeriyan, hevalan nêzî 10 caran bi çekên giran li wan xistin. Tîmek ji 12 kesan bi kûçikan û her cûre çekên leşkerî nêzî gunelê bûn. Hevalên li hundir jî ji xwe li benda wan bûn. Hevalên din jî di çeperan de dijmin dişopandin. Di navbera me û hêzên dijmin de 50 metre mabû. Li nuqteyên nêzî tunelê, leşkerên artêşa dagirker bi cih bûbûn. Armanca wan ew bû ku di demeke kurt de bigihêjin ber devê tunelê û madeyên teqemeniyê biteqînin.

Em jî li ber derî û paceyên tunelê amade bûn. Me destûr dan ku ew bên heta qada navbera derî û penceyan. Bi ketina hundir re me bi çekên ferdî û bombeyên destan li wan xistin, em bi ser wan ve çûn. Li wê derê 3 leşkerên artêşa dagirker mirin, 2 leşker jî birîndar bûn. Ji ber ku êrîşeke giran li me dihate kirin em nekarîn biçin ser birîndaran. Ji xwe birîndaran jî ji fermandarên xwe re digotin, 'We çima em anîn vê derê, çi karê me li vir heye'. Ew herdu birîndar ji xwe piştre mirin.

Cenazeyên leşkeran heta êvarê di bin kontrola me de man, kesî hewl neda bê werbigirin. Nîvê şevê dema ku êrîş zêde bûn me jî xwe vekişand nuqteya ewle. Ji xwe em gihîştibûn armanca xwe. Şer heta serê sibehê dewam kir, hevalên li qadê jî çend caran êrîş birin ser dijmin ku hewl dida bi cih bibe. Di encama wî şerî û wan çalakiyan de 26 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin, 30 leşker jî birîndar bûn. Piştî vê derba giran dijmin tenê karîbû li  nuqteyekê bimîne, piştre timî ji dûr ve êrîşî devê tunelê kir û berê xwe da Girê Werxelê."

'DU HEFTEYAN NEKARÎN XWE NÊZÎ TUNELÊ BIKIN'

Gerîlayê HPG'ê Devrîm Garzan diyar kir ku artêşa dagirker hefteyekê nekarî xwe nêzî tunela berxwedanê bike ku ew bi xwe jî lê bû û anî ziman ku di hefteya duyemîn de careke din hewl da. Devrîm ragihand ku artêşa Tirk dema kete nava liv û tevgerê vê carê gerîlayên li qadê lê dan û got, "Dijmin du hefteyan nekarî xwe nêzî devê tunela me bike, di heman demê de windahiyên gelekî giran da. Li ser vê yekê dest bi êrîşên hewayî kir."

'ÇOKA WAN ŞIKESTÎ BÛ, NEKARÎBÛN TEVBIGERIN'

Gerîlayê HPG'ê Devrîm Garzan qala asta berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê kir û got, "Dilsoziya hevalan îradeyeke mezin afirand. Her ku dijmin êrîş dikir, hevalan dixwestin hîn bi ruhê fedaî bi ser wan ve biçin. Hevalan bi xwînsariyeke mezin têkbirina dijmin ji xwe re kiribûn armanc. Ji xwe dijmin li her devera ku êrîş dikir zor û zehmetiyeke mezin kişand. Gotin di cih de be çoka wan şikestibû, nikarîbû tevbigere. Ne îradeya wan, ne teknolojiya wan ne jî rêbazên wan ên hovane têrê nekirin ku îradeya me bişikîne."