Gerîlaya serhildêr a Botanê: Avareş Tolhildan

Avareş Tolhildan ku li ber zilma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd rabû û tevlî nava refên gerîla bû, 30'ê Gulana 2020'î tevî 3 hevrêyên xwe şehîd bû. Avareş bû gerîlayeke serhildêr a Botanê li dilê Xakurkê.

Dilê Avareş ne roja ku ji dayik bû, lê roja ku dest bi têkoşînê kir lê da. Zanî bû ku çi wê aciz dike. Zanî bû çi bandorê li wê dike. Sala 2015'an ciwanên Kurdistanê bi biryardariya 'êdî dijmin wê nikaribe bikeve bajarên me û qadên me yên azad, em ê xwe biparêzin. Em ê destûrê nedin ku gelê me bê qetilkirin' daketibûn qadan û dîroka şoreşê nivîsandibûn. Ya ku ciwanên Kurdistanê xiste nava liv û tevgereke bi vî rengî çi bû? Li dijî artêşa Tirk a dagirker ku qaşo xwe weke 3'emîn artêşa NATO'yê pênase dike û bajar veguherand tecawizxaneyan, ciwanên Kurd bi kîjan wêrekiyê şer dikirin?

Dem 2015. Cih Silopiya, Şirnex. Jineke ciwan a bi navê Hulya Edîz. Dema ku li taxa xwe, li bajarê xwe, li warê xwe dît ku dijmin çi dike, biryara têkoşînê da û bû gerîla. Hulya Edîz li Silopiyayê komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker dikir dît. Her ku wijdanê wê hişyar bû, meşa wê jî bêhtir bi lez bû. Gelo çavên Hulya Edîz çi nedît? Ev ciwan li ber wê dewletê radibûn ku kevneşopiya xanedana Osmanî dewam dike û leşker û fermandarên xwe yên neserketî jî dikuşt.

Wê dît bê Sêvê Demîr dema ku ji li ber êrişên dagirkeran rabû çawa li kolanên Silopiyayê bi rengekî bêrehm hate qetilkirin. Her ku çavên wê ev komkujî dît, wijdanê bêhtir kete nava liv û tevgerê. Di 10'ê Tebaxa 2015'an de dît ku sê ciwanên Kurdistanê Êriş, Berxwedan û Aydin çawa bi ruhê fedayî û bêtirs bi ser dijmin ve meşiyan. Êriş, Aydin û Berxwedan piştî şerekî demdirêj dema ku fîşekên wan qediyan li hev civiyan û bi gotina 'Silopiya wê teslîmî dagirkeran neyê kirin û em ê xwe venekişînin' bombeyên xwe bi xwe ve teqandin. Hulya Edîz ku heta wê demê xwedî jiyaneke ji rêzê bû, ji bo xwedîderketina li vî ruh û bîranînê biryar da û berê xwe da qada Botanê. Çeka Şehîd Aydin hilda û biryar da ku bibe şopdarê xeyalên wî, sekna wî.

EW ÊDÎ NE HULYA YE, EW ÊDÎ AVAREŞ E

Avareş Tolhildan li Cûdî, Besta û Herekolê ma. Welê bi Botanê ve hate girêdan ku hevalên wê çiqasî biryar dan ku ew bê Başûr jî wê bi israr xwest ku li Cûdî bimîne û li vir şer bike. Sala 2017'an hat qada Başûr û li vê derê têkoşîna xwe dewam kir. Gerîla Avareş di nava hevalên xwe de bi serhildêriya xwe dihate naskirin. Bi hestên tolhildanê xwe perwerde kir û sibe êvarê li ser vegera li Botanê û hilanîna tolhildanê kûr dibû. Gerîla Avareş biryar da ku dilê xwe bike pola û di perwerdeyan hemûyan de hewl da profesyonel bibe.

Di dema vê perwerde û kûrbûnê de li rapora xwe wiha pêvajo dinirxand: "Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî divê em hîn çalak bin û bi sekna xw eya fedayî bi xurtî tevlî pêngavên ji bo azadiya Rêbertî bibin. Ev yek careke din nîşanî me dide ku barê me çiqasî giran e. Di demeke wiha de ji fikarên şexsî wêdetir divê em li yên rêxistinî bifikirin. Rêya bersivdana li vê pêvajoyê bi Apoyî dibe. Ji ber ku dijmin ti carî nikare bi Apoyiyan. Bi dîtina min bersiva li keda ji bo min hatiye dayin, bi azadkirina Rêbertî dikare bê dayin."

Avareş Tolhildan ji bo hîn bêhtir bibe xwedî tecrûbe û derbasî Bakur bibe, berê xwe da qada Xakurkê û li wir têkoşîna xwe dewam kir. Avareş ku di asta hezkirinê de bi Xakurkê ve hate girêdan, tecrûbeyên xwe xiste meriyetê û di çalakiyan de bi ser dijmin ve meşiya. 30'ê Gulana 2020'î tevî hevrêyên xwe Mervan Spertî, Tolhildan Welat û Viyan Ararat şehîd bû. Ew di dilê Xakurkê de bû gerîlayeke serhildêr a Botanê.