'Gerîla wê di sala 36'an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin'

KCK'ê pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û diyar kir, "Gerîlayên me çawa ku di nava 35 salan de li dijî her şêwe êrîşan li ber xwe dan û destketî afirandin, di sala 36'an de jî wê bi rengekî mezin li ber xwe bidin û destketiyan biafirînin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê salvegera 35'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û diyar kir, "Pêngava 15'ê Tebaxê li gelê Kurd, Rêber Apo, xaziyên gerîla, malbatên şehîdan, hevrêyên li zindanan, li gerîlayan û gelên Rojhilata Navîn hemûyan pîroz be. Em bi deh hezaran şehîdên xwe yên ku 35 sal in serketinên mezin afirandin û pêngava 15'ê Tebaxê domandin bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk, ku hesreta Egîd, Zîlan, Şîlan Kobanê, Erdal, Nûda Karker, Delal Amed, Atakan Mahîr, Şevîn Bîngol, Huseyîn Mahîr, Sari Îbrahîm, Helmet, Zekî Şengalî, Rustem Cûdî, Sînanê Sor, Xebat Dêrik, Reşît Serdar û şehîdên me hemûyan bû wê teqez pêk were."

PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ DI NAVA ŞERT Û MERCÊN DIJWAR DE PÊK HAT, XURT BÛ Û DIDOME

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku tevgera Apoyî ya ku beriya 46 salan derket ser dika dîrokê mohra xwe danîn binê serketinên gelekî mezin û diyar kir, "Ji van serketinan a sereke têkoşîna gerîla ye ku 35 sal in bênavber bi rengekî fedayî didome. Têkoşîna gerîla ku bi berdêlên mezin hate xurtkirin serketinên mezin afirand. Xwe gihandiye beşeke mezin a armancên xwe. Ti berdêl û ked belasebep nebûye.

Ji dema ku pêngava 15'ê Tebaxê vejîn kiriye û vir ve 15'ê Tebaxê weke Roja Vejînê tê pîrozkirin. Pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê şoreşên welê afirand ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn bû sedema pêşketinên di dîroka dinyayê de kêm caran hatine dîtin. Pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê şoreşa neteweyî, şoreşa demokratîk, şoreşa civakî, şoreşa siyasî û şoreşa çandî pêk aniye. Şoreşên pêk hatin roj bi roj berfireh dibin û kûr dibin.

Divê bê zanîn ku pêngava 15'ê Tebaxê di nava şert û mercên gelekî dijwar de pêk hat, xurt bû û didome. Çalakiyên gelekî berfireh hatin kirin ku di têkoşîna gerîla yên beriya niha de nehatin kirin. Gerîlatiya 24 saetan bûye rêbaza jiyanê ya gerîlayên azadiya Kurdistanê. Li Rojhilata Navîn ku dewlet, desthilatdarî, mêtingerî û paşverûtiya bi her rengî lê dijwar e û niha hevsengiyên dinyayê lê ava dibin, bûye têkoşîneke gerîla ya xwe dispêre hêza xwe û gelê xwe û bi vî rengî cihê xwe di nava dîrokê de wergirt. Eger îro gelê Kurd xwedî îradeyeke azad be, eger têkoşîneke xurt a jin û ciwanan tê kirin, ya ku ev yek pêk anî Pêngava 15'ê Tebaxê ye. Ya ku armanca 'vejîn temam bû, dor hatiye rizgariyê' ya Rêber Apo afirand, têkoşîna gerîla ye.

SERKETINA HERÎ MEZIN A 15'Ê TEBAXÊ, QEWÎNKIRINA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE KU TÊK NAÇE

Eger Pêngava 15'ê Tebaxê tenê weke têkoşîneke gerîla bê nirxandin, wê ev yek were wateya nedîtina nirxên mezin ên vê pêngavê. Serketina herî mezin a 15'ê Tebaxê bi nirx û pîvanên xwe qewînkirina têkoşîna azadiyê ye ku kiriye ev têkoşîn têk naçe. Pêngava 15'ê Tebaxê hezkirina welat, hezkirina gel, asta fedakirina berdêlan ji bo gel û welat; girêdana bi dîrok, civak û nirxên civakî bilind kiriye, bi vî rengî kiriye ku pîvanên şervaniya azadiyê û welatparêziyê têk neçe. Pêngava 15'ê Tebaxê li ser bingeha van pîvanan exlaqekî nû yê civakî afirandiye. Rastiya jiyaneke civakî-neteweyî ya nû afirandiye ku êdî ne çîna serdest a axa û began, lê îradeya demokratîk a gel lê bi bandor û hêja ye.

Piştî ewqas destketiyên mezin ên di encama têkoşîna dehan salan hatin afirandin eger dewleta Tirk a mêtinger qirker hîn jî dibêje 'ya em ê biqedîn ya em ê biqedînin'; eger di encama pêngava 15'ê Tebaxê de rastiya gelekî ji bo azadiyê têdikoşe nehatibûya afirandin, Kurd wê hingî ji holê hatibûya rakirin. Ya ku dibêjin, 'ya em ê biqedînin ya em ê biqedînin' di şexsê Tevgera Azadiyê de nasname, ziman, çand û gelê Kurd bi xwe ye. Ji ber ku PKK û Pêngava 15'ê Tebaxê ev armancên nexêr asteng kir, dijminatiyê li Rêber Apo, PKK, Tevgera Azadiyê ya Kurd dikin.

Divê em vê yekê careke din destnîşan bikin; Di binê hemû pêşketinên 35 salên dawî de yên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn mohra pêngava 15'ê Tebaxê heye. Pêngava 15'ê Tebaxê hemû guhertin û veguhertinên siyasî, civakî û çandî bi rê ve biriye. Pêşketinên li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat yekser an jî neyekser hemû di çarçoveya pêngava 15'ê Tebaxê de afirîne. Çawa ku gelê me bi vê rastiyê zane wê dîrok jî bi rengekî eşkere bi vê rastiyê zanibe.

DESTKETÎ BI BERDÊLÊN GIRAN HATIN AFIRANDIN

Destketî hemû bi berdêlên giran hatin afirandin. Ne tenê gerîla, gelê me bi jin, ciwan, extiyar bi hemû beşên xwe berdêlên giran û êşên giran dîtin. Tiştek ji ber xwe ve nehatiya afirandin, ji ber xwe ve dom nake. Ji ber vê yekê divê her kes bi qîmetê pîrozmehiyê nêzî nirxên pêngava 15'ê Tebaxê bibe. Divê nêzîkatiyeke welê neyê nîşandan ku nirxên hatine afirandin bi rengekî şexsî, madiyatî, berjewendî û bi hêsanî hatine afirandin. Nirxên heyî bi berdêlên giran hatine afirandin û tenê bi fedakarî, ked û hewldanan dikarin bên parastin. Ji ber vê yekê divê bi cidiyet û berpirsyariyê nêzî nirxan bibin, nirxên heyî bikin bingeha serketin û destketiyên nû. Divê nirx û destektiyên nû li yên heyî bên zêdekirin.

Gerîlayên me çawa ku di nava 35 salan de li dijî her şêwe êrîşan li ber xwe dan û destketî afirandin, di sala 36'an de jî wê bi rengekî mezin li ber xwe bidin û destketiyan biafirînin. Di sala 36'an de têkoşîna me ya gerîla ya di xeta Egîd û Zîlanan de ji ber ku bi ruhê fedayî yê Atakan, Zekî, Helmet û Şevîn Bîngol tê xurtkirin, em hemû fermandar û şervanan silav dikin. Têkoşîna me ya gerîla wê di sala 36'an de bi afirîneriya di rêbaz û taktîkê de wê xurtir bibe û emrê mêtingeriya qirker kurtir bike.

Di sala 36'an a vejînê de ku wê têkoşîna gerîla mezintir bibe, em bang li gelê xwe, jin, ciwanan û dostan dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ya ku li her deverê êrîşî gelê Kurd û destketiyan dike têkoşînê mezin bikin, tevlîbûna li nava refên gerîla zêde bikin û ji hesreta bi deh hezaran şehîdên me re bibin bersiv."