Gerîla li girê Koordîne xist

Gerîlayên HPG û YJA Starê, li girê Koordîne yê li Çelê xistin. Di çalakiyê de gelek çeper hatin rûxandin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, duh danê nîvro li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidesxistin, gelek çeper hatine rûxandin. Hat gotin, di çalakiyê de herî kêm 3 leşkerên Tirk hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

ÊRÎŞÊN BI BALAFIRÊN ŞER

Wekî din, balafirên şer ên Tirk duh danê nîvro Xakurkê, şev saet di 22:30 de jî herêma Qendîlê bombe kirin.

Liv û tevgera balafirên şer a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.