Gerîla li Geverê kete kozikên dagirkeran

Gerîlayên HPG, YJA Starê li Geverê ji du aliyan ve bi ser kozikên artêşa Tirk a dagirker de girtin. Gerîlayên ku ketine kozikên dagirkeran 3 leşkerên Tirk kuştin, dest li ser 3 çekên dagirkeran danîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

ŞIRNEX

''Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Rizgar Gever 22'yê Nîsanê saet 11.00'an li Şirnexê herêma Cudî, di navbeyna gundê Gabarê û qadên Suwara de çalakiyek birine ser artêşa TC'ê ya dagirker, ku leşkerên dagirker li ser girekî bi cih bûbûn. Di vê çalakiyê de derbên serketî li kozik û stareyên dijmin hatine xistin û leşkerekî dijmin hate kuştin. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi saxî û silametî gihaye ser cihê xwe.

COLEMERG

Bi çarçoweya Pêngava  Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên me 23'yê Nîsanê saet 09.00'an li Geverê ya Colemêrgê, li dijî artêşa TC'ê a dagiker ku li Girê Şehîd Derman bi cih bûbûn çalakiyek kirine. Hêzên me ji aliyan ve li kozikên dijmin dane û bi ser kozikên wan de girtine. Hêzên me yên ku ketine kozikên dijmin 3 leşkerên dijmin kuştine  û dest li ser çekeke otomatîk a BKC'yê, 1 MPT-76 a piyadê û Dragunov /Qenasê û dûrbîna wê danîne. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi saxî û silametî gihaye ser baregeha xwe.

ÊRÎŞA LI SER QADÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

23'yê Nîsanê balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker êrîşa hewayî aniye ser Qadê Parastinê yên Medyayê. Bi vê çarçoweyê;

Balafirên şer saet 09.00'an qada Werxelê ya herêma Avaşînê, saet 16.00'an qada Çemço ya herêma Zapê, saet 17.00'an qada Şehîdlikê ya herêma Metîna bombe kirine.''