Gerîla li Bestayê ji nişka ve lê da: Gelek leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk li Bestayê derbên giran xwariye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê kitekitên operasyon û şerê li Bestayê daxuyand û diyar kir ku di nava hefteyekê de 24 leşkerên Tirk hatine kuştin û 13 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî da: “ Di operasyona Artêşa Tirk a li Bestayê çapemeniya şerê taybet bi nûçeyên xelet û derew dixwaze encama şer veşêre. Di şer de gerîlayên me jî jiyana xwe ji dest dane û artêşa Tirk jî derbên giran xwariye.”

Di daxuyaniya HPG’ê de agahiyên kitekit yên vî şerî wiha ne:

“Di 19’ê Nîsanê de artêşa Tirk li Qada Bestayê ya Şirnexê operasyonek dabû destpêkirin. Di daxuyaniya me ya berê de me hin agahî bi raya giştî re par ve kiribû. Di çarçoveya operasyonê de;

20’Ê NÎSANÊ: 12 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 20’ê Nîsanê de hêzên me li Qada Xirbikê Besta ji du aliyan ve li wan da. Di vê çalakiyê de li aliyekî 5 leşker û li aliyê din jî 3 leşker hatin kuştin. Di 21’ê Nîsanê de di saetên nîvroyê de balefirên şer ên Artêşa Tirk bombe bi ser qada Nala Gova barandiye. Di heman rojê de hêzên me girtine ser leşkerên Şehît Armanc û li vê derê 4 leşker hatine kuştin. Di 22’ê Nîsanê de di destê êvarê de leşkerên artêşa Tirk ji vî girî veqetiyane.

23’Ê NÎSANÊ: 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN, SKORSKYEKÊ DERBE XWAR

Di 23’ê Nîsanê de hêzên me li Girê Hêliz û li Girê Sêvo kemîn danîne. Di saet 06.45’an de hêzên me li leşkeran xistine yên ku dixwestin têkevin qada Girê Sêvo û li vê derê 4 leşker hatine kuştin. Helîkoptera Skorskyê di saet 09.00’an de hatiye û mirî û birîndarên xwe rakirine. Hêzên me li helîkoptereke din a Skorsky xistine ya ku li ser qadê digeriya û Skorsky neçar maye ku ji qadê bi dûr bikeve.”

24’Ê NÎSNA: 2 LEŞKER HATIN KUTŞIN

24’ê Nîsanê saet 11:00’an gerîlayên me li navbera boxaza Şehîd Dilşêr a dikeve navbera Besta Meyremê û Besta Bilûzerê de li leşkerên Tirkan xistine. Li vir 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê leşkerên Tirk bi obus û hewanan herêm bomberdûman kirine. Dîsa heman rojê artêşa Tirk ji Osyan hatin li Girê Sor bi cih bûne.

26’ê Nîsanê hêzên me li leşkerên ku li Girê Sor bi cih bûne xistine. Di çalakiya li vir de jimara kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye zelalkirin. Dîsa şeva heman rojê leşkeran xwe ji Girê Sor vekişiyan.

26’Ê NÎSAN: 6 LEŞKEER HATIN KUŞTIN

Dîsa 26’ê Nîsanê saet 14:00’an de hêzên me li dijî leşkerên li ser Girê Şehîd Dilşêr bi cih bibûn çalakiyekî veşartî lidar xistin. Di vê çalakiyê de bi çeka RPG-7 li 2 çeperan bi awayekî xurt lê xistine û îmha kirine. 6 leşkerên di van çeperan de hatin kuştin. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Skorsky û Kobra kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin. Dîsa di heman demê de helîkopterên Kobra qad bomberdûman kirine, li ser bersivdayîna hêzên me yên bi çekên navîn û otomotîk lê xistine, kobra neçar maye ji qadê vekişe.

13 GERÎLAYÊM ME JIYANA XWE JI DEST DANE, BI GIŞTÎ 24 LEŞKER HATINE KUŞTIN

Bi giştî di operasyon û şerê qewimî de 13 gerîlayên me şehîd ketine û herî kêm jî 24 leşker hatine kuştin. Tevgera artêşa Tirk a li xeta Şehrîban didome, têkildarî operasyonê agahiyên ku bên em ê bi raya giştî re parve bikin.

Wê piştre nasnameyên gerîlayên ku şehîd bûne bi raya giştî re bê parvekirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

28’ê Nîsanê saet 08:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk Girê Cehenem ê li devera Çiyayê Reş ê girêdayî Herêma Zapê bomberdûman kirine.