‘Gerîla bi çalakiyên xwe propagandayên dijmin pûç kir'

Fermandarê herêma Botanê endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Heqî Mêrdîn li ser peşketin û pêngava ku li ser navê hevrêyên xwe Nûdem û Serdem dest pê kirine, ji ANF'ê re axivî.

Di nirxandinên xwe de Mêrdîn, bal kişande ser hamleya ku tê meşandin û wiha got; ‘’Tenê li Botanê, gerîlayê azadiya Kurdistanê, li tevahiya Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên xwe, bi pratîka xwe tim propagandaya dijmin vala derdixe. Bi dîmenên pir zelal tên kişandin jî vê rastiyê ji raya giştî re eşkere dike. Di nirxandinên xwe de Mêrdîn li ser kuştina kontra Mihoyê Ripinî (Mehmet Paksoy) bangavazî li ciwanên Kurd kir ji ber ku ji kevneşopa welatparêziyê û berxwedêriyê tên, divê tim di nava berxwedanê de bin, kesê ku li qewmê xwe, li xak û gelê xwe îxanetê dike, pewîste ciwanên me yên welatparêz li dijî van bisekinin û van kesan ceza bikin.

‘BI KELECANIYEKE MEZIN TEVLÎ PÊVAJOYA XWESERIYÊ BÛ’

Fermandarê sahaya Botan'ê Heqî Mêrdîn, piştî şehadeta rêhavalên xwe Nûdem û Serdem wiha dibêjê; ‘’Berî her tiştî divê em li ser kesayetiya şehîdên mezin hevalên Nûdem û Serdem bibêjin. Heval Nûdem di nav tevgera me de hevaleke ku di rêveberiya jor de cih digirt bû. Li gelek qadên têkoşînê xebat meşandin. Hevaleke bi dirustbûn û kelecana xwe tevlî têkoşînê bibû. Piranî di nav xebatên civakî de xebat meşand. Li gelek cihên zor û zehmet ku bi rastî jî di nav pergala modernîteya kapîtalîst de bû, li van qadan têkoşîn meşand û bi kelecaneke mezin tevlî pêvajoya xweparastina bajaran, berxwedana xweseriya demokratîk a hem li çiyê hem li bajaran bû.

‘LI GELEK QADÊN ZOR Û ZEHMET MA’

Mêrdîn gotinên xwe wiha berdewam dike; ‘’Heval bi vê kelecanê ji bo ku têkoşînê xurt û bilind bike, salên borî derbasî qada Botanê bibû. Belkî demeke ne dirêj li Botanê ma, me hev nas kir. Lê di van demên kurt de jî, dema mirov çavdêriya heval Nûdem dikir, me hem moral hem hêz jê digirt. Baweriya xwe ya serkeftinê pir xurt bû. Ji bo vê di demeke ne dirêj de jî hem têkoşîneke xurt meşand, hem jî hêzeke pir xurt da derdorê xwe. Weke me gotî, li gelek qadên zor û zehmet de ma û têkoşîn meşand. Ji malbateke welatparêz û  xwediyê şehîd bû. Di nav têkoşînê de cih digirtin. Ji bo wê yek ji van pêngavên şoreşgerî li ser navê vê hevalê hate destpêkirin.’’

‘MOHRA XWE LI GELEK PRATÎKÊN SERKEFTÎ DA’

Mêrdîn, wiha qala rêhevalê xwe Serdem dike; ‘’Ciwanekî ji Botanê bû. Hê di temenê biçûk de, di salên 90’î de beşdarî nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibû. Ev heval jî bi giranî li Botanê ma. Li qadên din jî xebat meşandin. Hevalekî ku di şervantiya xwe de heta ku bû fermandar, li herêma Katoyê, mirov dikare bibêje di nava şer de pijiya. Her tiştê xwe da vê tevgerê û wisa têkoşînek meşand. Hevalê Serdem mohra xwe li gelek pratîkên serkeftî da. Di gelek çalakiyên serkeftî de ce cih girt. Hem şervantî kir hem fermandartî kir. Ji bo wê li gelek herêmên Botanê bîranînên wî zindî ne, tên jiyîn. Lewre biryar hate girtin ku em li ser navê van her du fermandarên me yên hêja pêngava şoreşgerî bidin destpêkirin.

‘PÊŞENGTIYA PÊNGAVÊ KIR Û BI GELEK RISTAN RABÛ’

Mêrdîn, behsa hevalên xwe yê ku di nav pêngava şoreşgerî dike û wiha berdewam dike; ‘’Car din di destpêka vê pêngavê de, hevalê Masîro şehîd ket. hevalekî ji Başûrê Kurdistanê bû. Ji Silêmaniyê, bajarê Pêncewîn bû. Hevalekî ku çend sal bûn li qada Botanê bû. Fermandariya taximê dikir. Hevalê Masîro di gelek çalakiyên serkeftî de cih girt. Di van çalakiyan de pêşengî kir, rolekî pir sereke leyîst. Hevalekî bi tevlibûna xwe, bi paqijbûna xwe gelek xwerû û bi wê giyanê tevli xebatê dibû. Jixwe dema dixwaze ji cem komeke hevalên ku çalakiya li ser qereqola Navyana Şêxan pêk bînin, bê cem hevalên dîtir, digihije şahadetê. Di şexsê heval Masîro de, car din em tevahiya şehîdên şoreşê bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin, soz didin ku em têkoşîna wan bi ser bixin, di Kurdistaneke serbixwe û azad de bijîn.’

‘GERÎLA BI ÇALAKIYÊN XWE PROPAGANDAYÊ DEWLETÊ PÛÇ KIR’

Mêrdîn behsa çalakiyên gerîla yên ku li hemberê dewleta Tirk kir û wiha got; ‘’Ne tenê li Botanê, gerîlayê azadiya Kurdistanê, li tevahiya Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên xwe, bi pratîka xwe tim propandaya dijmin vala derdixe. Bi dîmenên pir zelal tên kişandin jî vê rastiyê ji raya giştî re eşkere dike. Belkî dîmenên beşeke vê pêngavên hatin kişandin û hat belavkirin. Ev jî nîşan dide ku propandaya dewleta Tirk dike, hemû vala ye.’’ Mêrdîn got, ‘’her roj, rayedar, serokomar, serokwezîr, wezîrên dewleta Tirk diaxivin lê belê ti bingehên axiftinên wan tineye û wiha berdewam dike; dibêjin ‘me bêhn li gerîla çikand, êdî nikarin du kes bên cem hev, em her roj di qadên wan de ne’ hwd. Ji van herêman yek jê jî Besta ye. Gotinên wan ne rastin.’’

‘HEVALAN L BER POZÊN DIJMIN ÇALAKÎ KIR, NEKARÎN BERSIVE BIDIN’

Mêrdîn derheqê hemleya çend mehe destpê kirî de wiha got; ‘’niha ev pêngav li vê herêmê dest pê kir. Derdorê 60-70 hevalan tevli çalakiya destpêkirina vê pêngavê bûn. Cihê ku pêngav hatî destpêkirin, belkî tê dizanin; kêlekeke xwe li Çelê Nimêja, sirtê Çelê Nimêja ye. Li rojavayê wê, xeta Deriyê Sêvan e. Li wir qereqol heye. Li kêleka wê Deriyê Meydanan heye, ew hatiye girtin. Li Başûrê  wê, qereqola Navyana Şêxan e. Ango cihekî wisa di dorpêçê de ye. Girê li ser beroj dijmin bi cih bibû. Yanî li ciheke ku dijmin bi deh-hezar leşkerên xwe li derdorê Şirnexê bi cih kirî, li ser serê Şirnexê re, demjimêr di şeşê sibehê de û di salvegera pêngava 15’ê Tebaxê de, di êvara 15’ê Tebaxê de heval tev li derdor bi cih bûn. Û di 16’ê Tebaxê de hevalan dest bi çalakiyê kirin. Niha di vir de derdorê demjimêrekî çalakiyê bi hemû dijwariya xwe ve berdewam kir. Ewqas heval ketin vê çalakiyê û di bin pozê dijmin cihê ku dijmin xwe herî xurt dibîne de çalakî hate lidarxistin. Ev tenê bes e ku propagandaya dijmin vala derxe.

‘GRÛBEKE HEVALÊN ME DIJMIN TARÛMAR KIR’

Mêrdîn gotinên xwe wiha berdewam kir; ‘’Dijminê dagirker propandayeke ewqas pirole dike, bila ji xwe şerm bike ku li wê derê serê sibê bi ewqas hevalan derben wisa giran lê dan û dijmin ne hewayî, ne bejahî nikarî gavekî tenê jî pêşve were. Ev mijareke eşkere li holê ye, wisa propanda jî nîn e. Gerîlayên fedaî yên Rêber APO nîşan da ka çawa serê sibê di nav ewqas dorpêça dijmin re, hawirdorê wê qereqol, çawa diçin ser girê ku dijmin tê de ye, çawa hemû dixin destê xwe û leşkerên Tirk ê ku ewqas propandaya wan dikin, dibêjin hêzên taybet in nizam çi ne, bîst navan li wan dikin, ka gerîla çawa li wan dikin, ka çawa li ber hevalan direvin. Ango bila serokomar, serokwezîr, serfermandarê artêşa Tirk li wê dîmenê binêrin û ji xwe şerm bikin. Bila careke din jî wisa vala vala neaxivin. Çend heval in ketine gir, ew gir tarûmar kirine, leşker li ber gerîla direvin. Ji vê zelaltir, şênbertir tiştek dibe?

Mêrdîn got ku; "Jixwe tevgera me tişta ku pratîka wê kirî diaxive. Di vê hêlê de daxuyaniyên tevgera me hene. Ango gerîla ji her demê xurtir e, li ser xwe ye. propagandaya ku dijmin dike derew e, vala ye. Ispata wê yek jê jî ev çalakî ye. Ango ewqas gerîla di wan demjimêrên sibê de, li ber pozê dijmin li cihê ku dijmin xwe tê de herî zêde bi ewle dibîne de, çi bi dijmin kirin di dîmenan de eşkere ye. Kesên ku li wan dîmenan temaşe nekiribe bila lê temaşe bike û li axaftinên rayedarên dewleta Tirk binêre ka çiqas berevajiyê hev e, ka çiqas derew e.
 
‘HIKÛMETA AKP’Ê Û SEROKKOMARÊ WÊ BI DEREWÊN XWE ARTÊŞA XWE REZÎL DIKIN’

Mêrdîn di derheqê çek û belgeyên artêşa Tirk de wiha got; Weke tê zanîn hevalan gelek çek, belgeyên dijmin xistin dest. Ên hatî kuştin hatin kuştin, ên din tev reviyan. Bila her kes bizanibe propandaya ku dewleta Tirk dike û serfermandarê Tirk ewqas xwe diwerimînin, derewan dikin, bila li wê dîmenê binêrin, bila wê çalakiyê bînin bîra xwe. Ango hem dem, hem cihê çalakiyê, hem jî giyana fedaî a Apoger ka çawa wan tarûmar dike bila bibînin, hinekî dengê xwe kêm bikin. Bi rastî jî heke hinek şerma wan hebe wê vê bikin, lê ev rûmet bi wan re nîn e. Her tiştî wan li ser derewan e. ji bo wê ev mînaka me dayî nîşaneya tirsonekiya hikûmeta AKP'ê, serokomarê wan raber dike. Jixwe van bi vê helwesta xwe artêşa Tirk rezîl kirin.

‘TEVGERA ME DIXWAZE ŞER BI KONTROL BIMEŞÎNE’

Mêrdîn pênase kir ku, artêşa Tirk tê zanîn, bi salan e em pê re şer dikin, niha heyama xwe ya herî ketî dijî û wiha berdewam kir;  Di vê pêngava şoreşgerî de jî me dît; li hinek cihên dîtir jî, li cihên din heval gelek çalakiyên mezin dikin lê dîmenên her çalakiyê nayê kişandin, lê li tevahiya Bakurê Kurdistanê çalakiyên mezin tên kirin. Dema mirov li van dîmenên hatî kêşandin jî binêre mirov wê rastiya wan bibîne. Berê jî gelek caran hatibû şirovekirin ku dijmin nikare li ber xwe bide. Her çiqas derengî be jî bi destpêkirina pêngavê, hem li Botanê hem jî li tevahiya Bakurê Kurdistanê çalakiyan dest pê kiriye. Ev hêj destpêk e û li tevahiya qada Botanê ev pêngav wê pêş bikeve û ev giyana fedaî ya Apoger li pêş e. Gerîlayê Botanê ji her demekî zêdetir fedaî ye. Hema bêje her hevalekî rapor nivîsî ye. Rewşa rêber APO ji bo me mijara sereke ye. ji bo wê heval hemû amade ne ku çalakiyên fedaîyane bikin. Tevgera me pêşî li hevalan digire. Ango tevgera me dixwaze şer bi qontrol bimeşîne, yan na ev giyana êrîşker a çûyîna ser dijmin di asta herî jor de ye. Her roj heval bi israra xwe, xwe didin ferzkirin. Ji bo wê ev propagandayên dijmin ên ku dibêjin “me derbe li wan da, tirsiyan, xwe dikişînin cihên dûr, hindik maye xilas bibin” hwd  pêkenok in, alemê li xwe dikenînin. Ji bo wê divê rayagiştî van rastiyan baş bibîne.

‘ÇALAKIYÊN ME WÊ BI HEMAN RENGÎ BIDOMIN’

Mêrdîn got ku, operasyonên artêşa Tirk ji bo astengkirinê hene û wiha berdewam kir; esas ketine rewşeke parastinê. Em dixwazin vê jî bibêjin ewqas qelebalixiya wan hemû ji bo bikaribin xwe biparêzin, gerîla asteng bikin, pêşiya çalakiyên pêngava gerîla bigirin. Li ser vî esasî di nava tirs û xofeke mezin de ne. Em weke gerîla ji vê rewşa wan agahdar in. Li ser wî esasî di nav nîqaş û pêkanîna pêngavan de ne. Em dikarin bibêjin ku ji niha û pê de jî dê çalakiyên me bi heman awayî bidomînin. Derkete çapemeniyê jî, hema bêje agir berdan tevahiya bejahiya Botanê. Di destê dijmin de hinek topên agir hene, tenê ji bo agir bigire arazî bi zanebûn van topan diavêjin ku çolter tev bê şewitandin. Qaşo ‘qehreman’tiya xwe bi vî awayî nîşan didin. Xwezayê dişewitînin, talan dikin. Kîn û tola xwe bi vî awayî radikin. Hişmendiya dewleta Tirk a faşîzane tenê ne ji bo gelê Kurd û gerîla, li hemberî xwezaya Kurdistanê jî di nav hewldana qirkirinê de ye. Bi taybet jî her cihê lê operasyonê dikin, agir berdidin bejahiyê. Vê jî bi plangerî dikin. Bi taybet li her cihê ku operasyonê lê dikin dişewitînin, cihê ku nikarin jî, bi topan dişewitînin.

‘BOTAN LI KURDISTANÊ XWEDÎ CIHEKÎ TAYBET E’

Mêrdîn gotinên xwe  yên li ser pêşketinên herêma Botan'ê wiha didomand; ‘’Di dîroka Kurd û Kurdistanê de tim weke ciheke taybet roleke sereke leyîstiye. Herî zêde cihê ku civaka xwezayî tê dîtin Botan e û bi rastî jî kêliyên ku mirov li Botanê dijî, mirov li van şopan rast tê. Bi avên xwe, xwezaya xwe, cihekî ku mirovahî lê bisitirê, lê bi cih bibe, bijî ye. Ji bo Kurdan jî tê heman wateyê. Cihê ku herî zêde şopên Kurdewariyê heyî û pir zindî ye. Bandora pergala serdest li ser tevahiya civakan çêbûye, lê belê herî kêm li ser Botanê çêbûye. Zêdetir jiyana civaka xwezayî, Kurdewariya kevin, şopên wê li Botanê tên dîtin. Ji bo wê, dema tevgera azadiyê jî derketî bi heman awayî xwe spart vê rastiyê. Hem ji aliyê welatparêziya xwe ve, hem ji aliyê erdnîgariya xwe ve bi giştî ji bo gerîla  cihekî wiha xwedî wate ye. Tenê ne ji bo tevgera me PKK'ê, beriya wê jî ev rewş wiha ye. weke tê zanîn gelê Botanê tevli serhildanên hem li Başûrê Kurdistanê , hem ên li Bakurê Kurdistanê çêbûyîn bûye. Devereke berxwedan û parastinê ye.  Ji bo wê şopên xwe yên berî ku tim li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dayî, tim pişta xwe daye çiya, li serê çiya jiyane zindî ne.

‘DIJMIN LI SER GELÊ BOTANÊ POLÎTÎKAYÊN TAYBET DIMEŞÎNE’

Mêrdîn gotinên xwe yên li ser berxwedaniya Botanê wiha didomand; ‘’ Di serhildanên ku di her heyamê de pêş ketine rola gelê Botanê tê zanîn. Weke me gotî tevgera me, dema gerîla kete Bakurê Kurdistanê cihê ku herî zêde lê sekinî, gel jê re malovanî kirî, Botan e. Di destpêkê de heval li vir cihwar bûn. Pêngava 15’ê Tebaxê li vir destpê kir. Ev bi erdnîgarî û welatparêziya Botanê ve girêdayiye. Ji bo wê gelê Botanê ewqas bûye hedefa êrîşên dijmin. Ji bo ku tevahiya gelê Botanê ji birçîbûn û qirkirinê re derbasî bike, dewleta Tirk bi salan polîtîkayên taybet meşandin. Berî bi navê ‘Komara Şirnex’ bi nav dikirin. Ango ji Botanê heta bigihije Zagrosan li ser gelê me heman tişt pêk anîn. Ev ji ber asûna xwe ya stratejîk e. Botan herêmeke wisa ye ku her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girê dide. Tam di navenda Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de cih digire, digihîne hev. Ji bo wê dijmin bi polîtîkayên gelek taybet, bi hezaran, bi sedhezaran leşkeran Botan dagir kiriye. Dixwaze bi zextan bi gefan, kuştin, xirabkirin, şewitandinê ji her hêlê de dixwaze li ser gelê Botanê de biçe. Li dijî vê gelê me sekneke bi rûmet nîşan dide.’’

‘GELÊ BOTANÊ TU CARAN SERÊ XWE LI PÊŞ DEWLETA TIRK NETEWANDIYE’

Mêrdîn bal kİşande li ser berxwedaniya gelê Botanê û wiha berdewam kir; ‘’Bi rastî jî dibe ku hinek kêmasî hebin, hinek kes, heta mirovên xayîn jî hebin. Lê piraniya gelê Botanê li dijî vê polîtîkaya dijmin a qirkirinê ku li ser tê meşandin li ber xwe daye. Em vê berxwedana gelê xwe yê Botanê silav dikin, pîroz dikin. Bi salan li derdora gerîla civiyan, hemû derfetên xwe jê re vekirin, xizmet kirin, hem derî jê re vekirin hem xweyî kirin û îro gerîla bi hezaran li tevahiya Bakurê Kurdistanê belav bûye. Xizmeta gelê me yê Botanê kirî tu caran nayê piştçavkirin. Divê gelê me yê Botanê jî bizane, têkoşîna azadiya Kurdistanê, têkoşîna xwe bibîne û li ked û berdêlên xwe xweyî derkeve. Rola wan di vê têkoşînê de gelek li pêş e. Dijmin, Silopî, Cizîr, Şirnex û gelek bajarên me yên din xirab kirin, wêran kirin. Qaşo dê bi vê gel bitirsîne, radest bigire! Polîtîkayeke wiha ya radestgirtin, çokdanîna erdê li ser gelê me dide ferzkirin. Ji bo gelê Botanê bi felsefeya rêber APO berxwedan û têkoşîna azadiyê hişyar bûye, jê hêz girtiye serî li ber dijmin netewandiye. Ligel gelek kêm-kurtiyên heyî,  gelê me birçî, di çadiran de li ber serma û germê perîşan bû. Car dî li hember dewleta Tirk serî netewand. Ji bo vê sekneke bi rûmet e.

‘HINEK AXAFTINêN KU BI RASTÎ JÎ MIROV PÊ DIÊŞE BI PÊŞ DIKEVIN’

Mêrdîn balkêşand li ser fesadiyên di nav gel de tê belavkirin û gotinên xwe wiha domand; ‘’Niha em dibihîzin ku li Botanê, li hin cihên dîtir ên ku rêveberiyên xweser hatî ragihandin, şer li bajaran pêş ketî, hinek axaftinên ku bi rastî jî mirov pê diêşe pêşdikevin. Yek jî li ser navê welatparêziyê vê dikin. Em dibihîzin ku hinek derdor dibêjin: ‘Berê rewş baş bû, gerîla hat kete bajaran, dijmin jî bajar wêran kirin. Heke gerîla neketibûya bajaran, dibe ku ev xweşî wisa dewam kiribûya, tiştek nebibûya.’ Ev ji binî de şaş e. Niha ne ji bo ku gerîla hat kete bajêr wisa bû. Na. Dijminê me dewleta Tirk, dewleta faşîst, biryara ku êrîşî li ser gelê me bike, yekpareyî gel û tevgera me, hemû destkeftiyên Kurdan bike, di qirkirinê re derbas bike girtibû. Beriya ku gerîla bikeve bajaran bi mehan ev biryar girtibû. Divê ev wiha bê zanîn. Dijmin çi li ser me de ferzkirin? Gotin‘yan hûn ê li ber me çok deynin erdê, serê xwe bitewînin, an jî hûn ê tune bibin; weke din çareyeke we nîn e.’Baş e me dê çi bikira? Yanî ciwanên Kurd ên bi rûmet, gerîlayê azadiya Kurdistanê dê li hemberî vê serî bitewandana? Li hemberî vê yek çare heye, ew jî berxwedan e.’’

‘DIVÊ TU KES BÊRÊZIYÊ LI HEMBERÎ VÊ BERXWEDANA BIRÛMET NEKE’

‘’Pêkanîna rêveberiyên xweser û xwerêveberî ye. Ev berxwedan jî li ser vî esasî pêş ket. Dijmin biryar girtibû. Tevgera me li hemberî zext û ferzkirinên serîtewandinê derketiye, dest bi têkoşînê kiriye. Mazlum, Kemal, Xeyriyan di zindana Amedê de çawa serî rakirin? Dijmin got ‘hûn ê serî bitewînin, radest bibin, çok deynin.’ Wan jî got ‘em radest nabin.’ Agir berdan bedena xwe. Bi birçîbûnê goştê bedena xwe helandin, wisa çûn şahadetê, lê radest nebûn. Ev tevger ji vê çand û mîrateyê tê. Pêşengên me ev rê wisa nîşanî me dan. Ji bo wê pêkan e ku ferzkirinên AKP'ê, hişmendiya Erdogan a faşîzane çok li me bide erdê, me radest bigire. Ma ev gengaz e?Hevalên me di zindanê de gotin ‘radestî dibe xiyanetê, berxwedan dibe serkeftinê’.Felsefeya me ev e. Tevgera me bi vê felsefê tevdigere û dê ev esas bê girtin. Bila kes hêvî neke ku em ê serê xwe bitewînin, jiyaneke bê rûmet bipejirînin. Ev ne gengaz e. Gelê me yê li bajaran, vaye lehengiya li Cizîr, li Sûr, li Nisêbîn Şirnex û deverên din di vê dorhêlê de ye. Divê tu kes bêrêziyê li hemberî vê berxwedana bi rûmet neke.’’

‘PÊWÎST E KES NEKEVE BIN XIZMETA DIJMIN’

Mêrdîn balkêşand li ser propagandayên dewleta Tirk û wiha got; ‘’Ya din propagandaya dijmin e. Dijmin çi dibêje? Dibêje ‘heke ku ev bi çekan neketibûna bajaran, ev tişt nediqewîmîn.’ Ev derew e. rast e, jixwe bingeha sîyaseta wan, hişmendiya wan hemû tiştê wan li ser derewan hatiye avakirin. Hinek kes jî ji van bawer dikin. Divê mirov ji vê bawer neke. Polîtîkaya dijmin a qirêj, bêbext a li ser xapandinê dixwaze vê têgihiştinê çêbike. Ya rast çi ye? serokatiya me ji bo ku tenê fişekek jî neteqe, ji bo yek dilopa xwînê nerije bi sebereke mezin, fedakariyeke mezin kir. Heta astekî jî anî. Lê wan lingê xwe lê dan mase qulibandin û planên berfireh ên qirkirinê li ser gelê me meşandin. Gotin em ê bên çareseriyê, lê bêbextî kirin.  Ji bo wê divê gelê me vê bizane, bi taybet gelê Botanê ji van tiştan bawer neke. Heta ew derdorên li ser navê welatparêziyê, yan jî li ser navê Kurdîniyê vê dikin, hinek derdorên wiha ku bi hinek partiyên din re girêdayî ne dikin, ne rast e. Pêwîste kes nekeve bin xizmeta dijmin. Dijmin vê propaganda dike, lê rastî cuda ye. Heke em wisa bifikirin, wisa bikin, em ê ji nirxên xwe re berovajî bikevin.

‘YA KU MIROV BEI SERKEFTINÊ EV GIYAN E’

Mêrdîn behsa berdêlên ku hatine dayîn kir û gotinên xwe wiha berdewam kir; ‘’Me bi dehan şehîd dane. Ew şehîd rûmeta me ne. Divê mirov li hemberî van şehîdan rêzdar be. Jê hêz û moral bigire. Ya ku mirov bibe serkeftin ev giyan e. Di zindanê de wisa çêbû ku îro tevgera azadiyê, gelê Kurd karî bêhn bistîne, karî bijî. Ya dî radestî ye, xiyanet e, mirin e!Ev di dîroka Kurd û Kurdistanê de ispat bûne. Di PKK'ê de jî jixwe bi awayekî zindî bersiva xwe dibîne. Ji bo wê em hêvî dikin ku gelê me li hemberî van propagandayan; ji kî tê bila bê, çi li ser navê Kurdîniyê, çi li ser navê dijminatiyê, kî dibe bila bibe divê gelê me guhdar neke. Heke mafê gelê Kurd hatibûya dayîn, heke di çarçoveya mirovatiyê de naskirin çêbibûya, hewceyî ewqas şer nedikir. Qebûl nekirin, gotin 'tiştekî we nîn e, em ê pê li stûyê we bikin û derbas bikin û hûn ê jî stûyê xwe ji me re bitewînin, çok deynin erdê'. Di felsefeya me PKK'ê de ev tune ye. Heta yek kes jî ji me bimîne, li dijî vê zilmê dê serî rake. Bila ev baş bê zanîn. Tevgera Apoyî rahên xwe berdane kûrahiya erdê.’’

‘DIJMIN DIXWAZE LI ŞIRNEXÊ ZINDANÊN SERVEKIRÎ ÇÊBIKE’

Mêrdîn, taybet polîtîkayên ku dijmin li ser Şirnexê pênaser kir û wiha berdewam kir;’’ Niha bi taybetî ji bo Şirnexê em dixwazin çend tiştan bibêjin; mesela bajarê Şirnexê, beşeke mezin a bajêr di vî şerî de xira nebibû. Dijmin bi taybet ew tax hemû dane ber  xwe hemû li ser hev de anîn xwarê, hilweşandin. Dixwaze bi destê TOKÎ’yê hinek avahiyên li ser hev ên weke kanpekî, weke zindaneke servekirî çêbike, gelê me hemû li wir kom bike, bixe bin serweriya xwe û qaşo bi vî awayî gelê me bihelîne. Divê gelê me hişyar be. Teqez neyê van leyîstokan. Vî gelî bi salan kevneşopiya Kurdîniyê a pir kûr û dûr a dîrokî diparast û bi tevgera azadiyê re jî xwedî helwesteke bi rûmet e, parastiye; dixwazin jê tol bigirin. Bi taybet digire dest. Hinekî bi polîtîkayên nerm, weke tê gotin bi polîtîkaya ‘Gizêr û çov’hinek kesên wan tên dixwazin şerbetê bidin. Ev hemû polîtîka hemû ji yek navendê tên rêvebirin. Ev hişmendiya Erdogan-Bahçelî ya faşîzane ye. Di hişmendiya van de cihê Kurd û Kurdîniyê tune ye. Kurdîniyeke sexte jî hebe wê jî napejirînin. Rastî ev e divê mirov baş bibîne. Ji bo wê divê gelê me hişyar be, li ber xwe bide.’’

‘DIJBER DERKETINA KESeN XAYÎN Û NOKERAN HINEKÎ KÊM E’

Mêrdîn got; ‘’Berxwedana gelê me yê Şirnexê ya heta niha gelek bi rûmet e.Em li hember vê sekna wan rêzdar in. Em ê jî weke şervanên azadiyê bibin layiqê vê sekna wan. Em 24 demjimêran di nav hewldanê de ne ku em vê êşa gelê xwe bi dawî bikin. Birçî jî bimîne, têhn jî bimîne, çi perîşanî jî bijî divê serî netewîne. Hêviya me ji gelê me yê Botanê, bi taybet yê derdora Şirnexê ev e. Divê hêza xwe esasî, di israrkirina kevneşopiya xwe ya welatperwerî, Kurdewariya heta niha anî de bidomîne. Li çiya, gund û bajarên Botanê devera ku li ber xwe neda nema, ev rûmeteke mezin e. Li hemberî ferzkirinên radestgirtin û xiyatê divê gelê me xwe bispêre vê berxwedanê û tim di nava berxwedanê de be. Tişta  layiqî gelê me yê Botanê ev e. Em bawer in ku dê gelê me yê Botanê vê sekna xwe ya bi rûmet her tim jî biparêze. Dijberderketina kesên xayîn û noker hinekî kêm e. Rûmeta gelê me binpê kirin, dest danîn ser şaredariyan, li hemberî gel tu mafên mirovan nas nekirin. Dest danîn li ser hemû destkeftiyên gelê me. Ji vê eşkeretir faşîzm heye ma? Ma mirov li hemberî vê serî bitewîne, bêrûmetî nîn e çi ye? Divê li hemberî vê kîn bê girtin, têkoşîn û berxwedanî pêş bikeve. Mînak, çi kiribûn van şaredaran, karkerên şaredariyê?Saziyên Kurd hemû, saziyên sivîl in, her tişt girtin, qirkirin pêk anîn. Ê ev çi ye? Ma em çi bikin, em li hemberî vê radest bibin? Heta niha me, gelê me bedel dan, divê em ê ji niha û pê de jî bidin û vê zihniyeta faşîzane bişkînin. Yekane çareya me ev e, weke din tiştekî din nikare me xilas bike. Berovajiyê vê dê dijberî nirxê şehîdên me be.’’

‘EM SEKN Û HELWESTA GELÊ XWE YÊ OSYANÊ SLAV DIKIN’

Mêrdîn behsa şerê taybet ya ku li ser gelê Osyanê tê meşandin kir û gotinên xwe wiha domand; ‘’Gelê me yê Osyanê, em dişopînin, di van demên dawî de dijmin li ser wan jî zexteke mezin meşand. Du kesan ji wî milê îxanet kiribû. Radestî dijmin bûn. Dibe ku van kesan, agahiyen pir cuda jî dabin dijmin. Gelê me yê Osyanêdi salên 90’î de beşek ligel dijmijn cih girt. Dibe kêm û kurtiyên me jî hebin. Demekê hatin hemberi hev. Gelê me yê Osyanê û tevgera me ji bo polîtîkayên dijmin vala derbixin hindek bi xwînsarî nêzî hev bûn. Vê nêzîkbûnê polîtîkaya dijmin a Kurd bi Kurd dayîna kuştin, vala derxist. Di van demê dawî de jî sekna ku gelê me yê Osyan raberkirî, seknekî bi rûmet e. Dewlet jî, ji vê rewşê neqayîl e. Dixwazin careke dî cerdewantiyê, sîxurtiyê pêşbixin û gelê me yê Osyanê li dijî Tevgera Azadiyê rabin. Dixwestin vê rewşê li wan bidin ferzkirin. Serokê bavikên eşîran jî di nav de gelek welatparêzên me hatine girtin. Ji wan re hatiye gotin ku hûn sucdar in. Ger hûn li hemberî PKK’ê bisekinin, îxanetê li gelê xwe, li hevalê xwe bikin, cerdewantiyê bipejirînin û  politîkayên me yên li ser esasê qirkirina Kurdan bipejirînin, em ê we berdin û ji we re alîkar bin. Ger tiştên ku me ji we re gotî hûn nekin, em ê we biavêjin zindanê û hûnê bi salan di zindanê de bimînin. Gelek kesan gotiye em di zindanê de birizin jî em vê bêrûmetiyê napejirînin. Em vê sekn û helwesta wan silav dikin.

‘YEK JI EŞÎRÊN KU HERÎ KEVNAR Û ŞOPDARÊ KURDÎNIYÊ EŞÎRA GOYIYAN E’

Mêrdîn nirxandinên xwe yên li ser helwesta Osyanê wiha berdewam kir; ‘’Sekna herî rast ev e. Yan tu dê xiyanetê li xwe bikî, yan tu dê ji nirxên xwe dûr bikevî,y an jî tu dê bikevî zindanê. Em li hemberî vê rewşê zindanê tercih bikin, mirinê tercih bikin, lê belê em bêrûmetiyê nepejirînin. Sekna gelê me yê Osyan sekneke bi rûmet e. Pêwîst e ne tenê gelê Osyanê, gelê ku li gundên derdor jî dimînin xwedî li vê rûmetê derkevin. Bi vî şewazî em dikarin serbikevin. Yek ji eşîrên ku herî kevnar û şopdarê Kurdîniyê, eşîra Goyiyan e. Bi sedan şehîdên xwe hene. Ji heman eşîrê, Şehîd Resul, şehîd Zinar hwd qehremanên gelê Kurd bûn. Bi sekna xwe, bi çalakî û hêrsa xwe ji me re mînakin. Ew ji me re Ronahî ne. Em wan esas digirin. Ya ku pêşerojê ronahî dike ew in. Ne kesên ku çûnê xiyanetê. Mixabin di dîroka Kurdistanê de hin kes dişikên diçin xiyanetê û hin kes jî dibin qehreman. Pêwîst e em xeta şehîdan û berxwedanê esas bigirin. Divê em li dijî êrîşên ferzkirina radestbûyîn û xîyanetê, bi berxwedanê bersiv bidin. Ger berxwedan hebe teqez em ê serbikevin. Em hevîdarin ku gelê me yê Osyanê, dê li hemberî polîtîkayên dijmin sekne ke bi rûmet raberbike.

‘GER DEWLETA TIRKIYÊ NE LEWAZ BÛYE BI PEY CERDEWANTÎ Û SÎXURTIYÊ NEDIKET’

Mêrdîn got; ‘’Dijmin li Botanê dixwaze, di bin navê bekçîtî û tiştên hwd de ciwanên me bixapînin û li hemberî me bikarbîne û gotinên xwe wiha berdewam kir; divê giştî gelê me li hemberî van tiştan şiyar be. Dewleta Tirk, niha di dema xwe ya herî lawaz de ye. Ji ber wê serî li van rêyan dide.Lê belê her ku dem derbas dibe, dewleta Tirk têk diçe. Li hemberî gerîla tu hêza wî nemaye. Ji ber wê ji bo li hemberî me bikar bîne, cerdewantiyê pêş dixe. Ji ber wê pêwîst e ev kes rûmeta xwe nefiroşin bi çar qurûşan. Em dinêrin li gelek cihan çek girtine. Bûne weke sektorekî. Pêwîste mirov li dijî vê nêzîkatiyê derkeve.Dixwazin Carekedin bi rêya van cerdewanan pêşiya Tevgera Azadiyê bigirin. Ger dewleta Tirkiyê ne lewaz bûya, ewgas li pêy cerdewantî û sîxurtiyê nediket. Her roj li gundan digere, gefan li gel dixwe. Bi vî awayî dixwaze gel radest bigire. Divê em li hemberî van tiştan şiyar bin. Di vê mijarê de pêwîstiya gel li gerîlayên Kurdistanê nîne. Bi xwe dikarin li hemberî van bisekinin.

‘MIHOYÊ RIPINÎ KONTRA Û XAYIN BÛ’

Mêrdîn balkêşand li ser îxanetên ku hatine meşandin û wiha berdewam kir; ‘’Em van tiştek ji rêzê nabînin. Ew kesên ku destê wan ketî xwîna gel û hevalên me, dê neyên bexşandin.Di van rojên dawî de Mihoyê Ripinî heye, gelê Botanê vî kesî nasdike. Ev kes xayîneke. Ev 20 salin ligel dijmin e û xiyanetkarek e. Li Botanê Demekî serokê Tîma Xençer bû. Bi dehan welatparêzên me û hevalên me qetil kirin. Her çiqas em dereng jî mabin, ev kes hat ceza kirin. Ji bo van kesên ku bi vî awayî destê wan di nav xwîna heval û gelê me de heyî, tenê yek rêya çareseriyê heye. Ew jî ew e ku xwe bavêjin li ber bextê tevger û gelê me. Ger vê tiştê nekin, ji bo me hedefin û dê bên cezakirin jî.

‘KESÊN KU SERÎ LI XIYANETÊ DANE WÊ WEKE MIHO BÊNE CEZAKIRIN’

Mêrdîn li ser kuştina kontra Mihoyê Ripinî (Mehmet Paksoy) wiha got; ‘’Gelê me pêwîst e li dijî van kesan bisekine û van kesan nepejirînin. Kesê ku li qewmê xwe, li xak û gelê xwe îxanetê dike, pewîste ciwanên me yên welatparêz li dijî van bisekinin û van kesan ceza bikin. Pêwîst nake gerîla dakeve bajêr ciwan bi xwe dikarin bikin. kesên ku serî li vê riyê danê, bila jê vegerin. Ger venegerin, Miho çawa hat ceza kirin, dê dawiya wan kesan jî wisa be. Em xwedî welatekî pir dewlemendin, hesabên dagirkeriyê yên pir qirêj li ser axa me hene. Dixwazin me tim kole bihêlin. Em jî weke tevgera azadiyê di nav têkoşîneke dijwar de ne. Em dizanin gelê me pir êş kişand. Tişta herî rast çiye? Em yêkitîya xwe çêkin, xwe bi hev bigrin û li dijî polîtîkayên dagirkeriyê bisekinin. Ji herdemê zêdetir derfetême yên serkeftinê hene. Dijminê me lewaz bûye. Heger gelê me ji propaganda û polîtîkayên dijmin bawer neke, sekna xwe ya bi rûmet biparêze, feraseta faşîzane ya AKP-MHP’ê dê têk biçe. Di demeke wisa de ku êrîş li ser gel û welatê me hene de, ciwanên Kurd çi dikin? Kengê dê li hemberî vê bikevin tevgerê? Bi çi şêweyî dibe bila bibe, lê belê teqez divê di nav têkoşînê de cihê xwe bigirin. Dayik û kalên me tên perçiqandin. Ne tenê bajarên me, çiyayên me jî tên talan kirin, tên şewitandin. Li dijî vê pêwîst e mirov serî rake. Ev jî seknekî bi rûmet dixwaze.

‘LI CIHEKÎ XAYIN HEBIN, BIQEWÎTÎNIN, BIKUJIN LÊ NEPEJIRÎNIN’

Mêrdîn, herî dawî bangavazî li ciwanên Kurd kir û bi wan gotinan nirxandinên xwe dawî kir; ‘’Pêwîste civanên Kurd yek kêliyê jî nesekinin. Derketina çiyan helwesteke pîroze, lê belê em nabêjin bila herkes derkeve çiyê. Em dibêjin li her derê di nava berxwedanê de bin. Bi taybet ciwanên Botanê, ji ber ku ji kevneşopa welatparêziyê û berxwedêriyê tên, divê tim di nava berxwedanê de bin. Li cihekî xayîn hebin, biqewitînin, bikujin; lê ne pejirînin. Bi sedan ciwanên Botanê şehîd ketine. Ji bo dilsoziya van lehengan, divê sekneke pîroz raber bikin. Heger ciwanên Kurd rastiyê baş bişopînin, li pêşiya wan tenê riyek dimîne; ew jî berxwedan e. Dijmin di çapemeniya xwe de pir propaganda dike û dibêje,‘me gerîla tune kir, gerîla nema.’Bila ciwanên me ji vê yekê bawer nekin û netirsin. Ji ber ku tirs mirin e, tirs têkçûne. Tirs ne şayanî civanên Kurd e. Civanên me li hemberî tank û topan bi mehan şerkirine. Ev giyaneke, divê ev giyan di dil û mejî de her tim bijî. Daxwaziya me ji gel û ciwanên me ew e ku di vê dorhêlê de tevlibûna xwe xurt bikin. Li ser vî esasî em tevahiya gelê xwe silav dikin di berxwedana wan a li hemberî faşîzma dewleta Tirk de serkeftinê dixwazin.’’