Gelê Wertê û Serkepkan wê dijî aloziyê helwestê eşkere bike

Gelê Wertê û Serkepkanê li dijî aloziya Zînî Wertê û Serkepkanê ji bo ku helwesta xwe ya ku piştî PDK'ê hêzên xwe birin herêmê dest pê kirî nîşan bidin li hev civiyan. Civîn hê jî didome.

Aloziya ku piştî PDK’ê hêzên xwe birin Zînî Wertê û di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de li  herêmê 3 gerîla şehîd bûbûn, destpê kir, gelê herêmê jî aciz kiriye. Hate ragihandin ku gelên bajarokên Wertê û Serkepkan têkildarî mijarê civiyane û wê di encama gotubêjan de helwesta xwe nîşan bidin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ji Rojnews re ragihandine, şêniyên bajaroka Wertê ya girêdayî navçeya Rewandiz a parêzgeha Hewlêrê û şêniyên bajaroka Serkepkan a girêdayî navçeya Ranya ya Îdareya Raperîn îro têkildarî mijarê civiyane. Civîna ku bi pêşengiya rûsipiyên herêmê pêk tê ji çapemeniyê re girtî dom dike.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gelê herêmê ji rewşa heyî gelekî nerazî ye û wê daxwaz bike ku tu hêzên leşkerî li Zînî Wertê neminin.