Gelê binarê Qendîlê: Serxwebûn bi yekîtiyê pêk tê

Gelê Qendîlê banga yekîtiyê li hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê kir.

Şênî û Hevserokê binarê Qendîlê der barê referandûma Başûrê Kurdistanê nerînên xwe bi ANF'ê re parve kirin.

Şêniyan anîn ziman ku yekîtî ji referandûmê hewcetir e û pêwîst e ji bo serxwebûnê referandûm pêk were.

Li hemberî êrîşan gelê binarê Qendîlê got  pêwîst e parastinêke hevbeş were ava kirin û ji bo wê jî pêwîst e hemû Kurd bi yek rengî, bi yek dengî tevbigerin. 

Yek jî şêniyên binarê Qendîlê Mihemed Îbrahîm anî ziman  ew ên ku Başûrê Kurdistan bi rêve dibin pêwîst e bi awayekî cîddî ji bo gelê Kurd kar bikin û wiha pêde çû; 

"Rojeva herêma Kurdistan û hemû rêxistin, partiyên Kurdistanî kongreya neteweyî bû. Em gelê Başûrê Kurdistanê bêguman bi giştî ji bo çar perçeyên Kurdistanê serxwebûnê dixwazin. Kurdistan bi giştî yek reng be, yek deng be û dijmin serkeftinan bi dest nexîne. Ji ber topbaran û êrîşên dewleta Tirk em derbeder bûne, koçber bûne, malê me şewitiye, gel di qeyranekî pir xirab de ye. Em bang li hemû partî û rêxistinên Kurdistanî dikin ku helwestêkî cîddî werbigrin. Kurd bi sedsalan e di bin bombardimanan de dijî, malê wan dişewite, koçber dibin. Ew ên ku xwe wek berpirsyarî herema Başûrê Kurdistan dizanin ji bo gelê Kurd karekî baş bikin, cîddî nêz bibin."

Ciwanê bi navê Mihemed Îdrîs Ebdulla jî got, "Ev pênc-şeş meh in behsa referandûmê tê kirin û herî dawî referandûm pêk hatiye. Lê heya niha hûkûmetê herêm ji bo gel tiştek ne gotiye." Ebdulla wiha dewam kir; "beriya referandûmê halê wan xweştir bûye. Niha sînor hatine girtin, aborî nîne. Ebdulla bang li hemû rêxistin, partî û gelê Kurd kir ku yek deng bin, yek reng bin, yek helwest bin ji bo ku welatek serbixwe pêk bînin. Heke yêkîtî  pêk were wê ji êrîşkaran re bibe bersiveke mezin."

KÎ TERORÎST E

Osman Mihemed Emîn ê ku peşmergeyekî dêrîn e ragihand ku referandûm ji bo gelê Kurd mafêkî rewa ye û ew weke gelê Kurd li pişt mafê xwe ne û nêrînên xwe di derbarê referandûmê de wiha tîne ziman; 

"Li gor nêrîna min pêwîst e beriya  ku referandûm pêk bihata pêwîst e kongrêya netewî kom bûba. Ji ber ku kongrêya netewî ji referandûmê hewcewtir bû. Referandûm pêk hat û dengê belê bi ser ket. Her şîar bû ku yêkîtiya Kurd pêk were, ev çarenûsa Kurdan bû. Pewîste hemû pêşengên me li derdora kongrêya netewî de kom bûban. Ew rêxistinên ku di nava wan de nakokî hene û hinek eşîret hene ku hîn jî bi nakok in, dibêjin em YNK ne, em PDK ne û her wiha, pewîste birayê Mesûd jî bi van eşîran geriyaba û çarenûsêkî çekiriba. Bi dilnizmiyekî nêzî gelê Kurd bûba, bila wê demê referandûm pêk hatiba. Beriya ku referandûm pêk were jî êrîş li ser me hebûn. Diyarê ne Tirkiye dibe dost, ne Iraq û ne jî Îran qet nabin dost.  Ew êrîş her hebûn wê her hebin jî lê bele Kurd bi Enfalê re, bi kîmyabaranê re, ji birçîbûnê re, bi kuştin û koçberî re derbas bûn. Hinek dibêjin ku filan rêxistin, filan partî terorîstî ye, fermo mînak li Tirkiye ew parlamenterên girtî wek Selehettîn Demîrtaş ji bo parastina xwe jî demanceyek jî li gel wan nebû, eger rast dikin kî terorîst e?

Emîn dibêje ji bo referandûmê zû bû û pêwîst e destpêkê kongrêya netewî çêbûba û wiha pêde diçe;  Niha gelek taloke li ser me hene ji bo wê jî pewîst e bi xwîna şehîdan em bi gerilayên xwe, peşmergeyên qehreman re bibin yek helwest û parastina xwe bikin. Berê jî êrîşên dewleta Tirk hebûn li piştî referandûmê jî êrîşê wî hene. Berê jî leşkerên Tirk li herema Behdînan, Mergêsor û wan derdoran de hebûn, baregehên wan jî hene. Em gelek dibêjin ku pêwîste ew leşker li wir biterîkînin lê hinek partî hene ku piştgîriya wan dikin, ew qet jî ji me re nabine dost. Pewîst e em  Kurd li hemberî vana bêdeng neminin”. 

GELÊ ME JI BO ARMANCÊN XWE XWÎN RIJANDIYE

Hevşaredarê Qendîl Mamoste Mihemed Hesen jî referandûm weke babeta ji bo hikumeta herêm desthilatdariya xwe dirêj bike dinirxîne û dibêje "Wekî em dizanin li Başûrê Kurdistan ev sê sal in hûkûmet heye û parleman heye. Başûrê Kurdistan di nava van sê salan de beramberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hat. Başûrê Kurdistanê li beramberî dijminan li ber xwe da, bi taybetî jî li hemberî DAIŞ. Em dibînin ku êdî şerê DAIŞ’ê ber bi dawiye ve diçe û hûkûmeta Başûrê Kurdistanê ev 26 sal in li ser hikm e û bi vê şevazê êdî nikare xwe bide berdewam kirin. Ji ber ku qeyranekî siyasî, aborî heye. Di demekî wiha de referandûm hate rojevê. Bê guman serbixwebûn mafê hemû gelan e. Bi taybetî jî welatekî weke Kurdistan ku li çar perçeyan re hatiye dabeşkirin. Bê guman hûkûmeta herêma Başûrê Kurdistan rojeveke wiha danî holê ku desthilatdariya xwe bide berdewam kirin, referandûm kir babetek. Bê guman ji bo referandûm pêwîst e amedekariyek bihata kirin lê em dibînin ku li Başûr qet amedekariyek nehate kirin. Rêxistinên Başûr jî bi yek helwest nebûn ji bo referandûmê Başûrê Kurdistan. Dewletên dîtir jî li hemberî referandûmê bûn. Lê belê hûkûmeta herêmê referandûm pêk anî. Gelê me ji bo armancê xwe xwîn rijandiye, berxwedanî kiriye lê belê armancê hûkûmeta herêmê ew e ku desthilatê xwe dirêj bike. Ji bo wê jî nikarin qeyrana ku li Başûr heye çareser bikin û her diçe ev qeyran kûrtir dibe."

DEWLET MAF NADEN, MAF TÊNE STANDIN

Mamoste Mihemed Hesen di dewamiya axaftina xwe de dibêje Kurd her diçe di Rojhilata Navîn de dibin hêzek û pêwîst e ev derfeta ku ketiye destê gelê Kurd baş were bikar anîn û axaftinên xwe wiha didomîne; 

"Em jî dixwazin ku gelê Kurd jî weke gelên dîtir yên cîhanê bi mafê xwe serbixwe be û azad bijî, lê belê destpêke pewîst e em viya bizanin ku qet dewletek maf nade, pewîste em bixwe mafê xwe bistînin. Ji xwe ji bo wî ewqas êrîşî me dikin. Teqez çareserî ew e ku gelê Kurd di nav xwe de bibe hêzekî ku li hemberî êrîşan xwe bibarêze. Ji bo wê jî tewerê yekîtiya netewî tewerêkî ku pêş referandûm li bîr hatiba ku destpêke yêkîtî çêbûba. Li Silêmanî ji bo yêkîtiya Kurd kombuyînekî pir mezin çêbû û li her çar perçeyan Kurdistanî tevlî bûn. Piştî vê pêwîst bû ku derbasî qonaxekî nû bibin û ew konferans berdewam bikin. Pêwîst e kongrêya netewî pêştir emcam bigre. Dijminên me ji bo tinekirinê me li ser karin. Dewleta dagirker a Tirk berê li Zergelê komkujî pêk anî, di pêşiya referandûm pêk were jî li Şeladizê komkujiyek pêk anî, çend hemwelatiyên me şehîd bûn. Ew helwesta hûkûmeta herêm a ku li hemberî van komkujiyan helwestekî şermezariye bi rastî jî. Hûkûmetêke ku dawayê serbixwebûne bike û li beramberî dijminan, li beramberî qetilkirina mirovên bê tewan bi vê şewêyê bedeng bi. Rojê bi dehan ciwanên Başûr di deryayê spî de dixeniqin ji van kirinan hemû jî hûkûmeta herêm berpirsyar e. Ji ber wê Başûr ketiye vê rewşê. Ji bo wê jî dewlet an jî referandûm asoyekî ronî ji bo pêşerojê gel re nake. Gelê Başûr di Silêmanî û Halebce’de bersivek baş da hûkûmeta herêm. Pewîste gelê me jî guh ne de her tiştekî. Pirsa yêkîtiya netewî li pêştirî ji hemû pirsane. Ji ber ku gelê me di Rojhilatanavînde her diçe mezin dibe. Gîrîng e ku gelê Kurd jî vê derfetê ji bo xwe baş bikar bîne. Ji ber ku ev bi sedsalan e ku derfetek wiha neketiye di deste mede. Ji bo wê jî pêwîst e em weke gelê Kurd hemû piştgîriya xwe bi kongreya neteweyî re bikin. Ji bo ku gelê Kurd di Rojhilatanavînde wê xwedî sîstemekî avaker bin."

SEDEM NEBÛNA BIRATIYEKE BAŞ E

Mamosteya bi navê Belên jî dibêje ku serxwebûn ji bo hemû gel û netewan mafêkî rewa ye û Başûrê Kurdistan di nava qeyranêkî de ye, çarêseriya vê qeyranê jî yêkser yêkîtiya netewiye û wiha pê de diçe;

"Serbixwebûn ji bo hemû gel û netewan maf û zaruriyetek e. Her gelek mafê xwe heye ku serxwebûnê bixwaze. Lê belê her tim hêzên desthilatdar li ser gelên bindest zext û zordariyeke mezin dane jiyîn. Ji bo wê jî gelê Kurdê ku bi hezar salan e ji bo azadî û rizgariya xwe têkoşîn dike, berxwe dide hezên desthilatdar jî Kurdistan di nav xwe de dabeş kirine. Lê belê çiqas li ser derbas bûbe jî dereng nîn e ku gelê Kurd yek dest, yek reng be ji bo serxwebûne xwe bi dest bixe. Îro ev referandûma ku pêk hat û ji sedî 92’yan dengê belê ji bo serxwebûne derket. Îro ewqas êrîş hene, qeyranekî siyasî, aborî heye pêwîst e em yek bin ku planên dijminên xwe vala derbixin. Yek nebûna rêxistin û partiyan rengvedanekî neyînî li ser Kurdistan çêdike. Eger di nava wan de biratiyêkî baş heba wisa bê hêz û bê çarenûs nediman, dijminên me jî bi çavsoriyekî ewqas mezin êrîşî me nedikirin. Gelê me jî bi neçarî, bibe hêz, nediçû li ser sindûqan, heta hinek cîh jî sedî 50 deng nedidan. Sedemê wan hemû nebûna biratiyekî baş a di navbera rêxistin û partiyan de ye."