BI DÎMEN

Gelê Başûrê Kurdistanê naxwaze PKK ji Şengalê derkeve

Gelê Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî Nêçirvan Barzanî da ku gotibû, "Li dijî hebûna PKK'ê ya li Şengalê, eger pêwîstî pê hebe em ê hêzê bi kar bînin." Gel dibêje, "Partî yan jî kesekî nirx û axa welatê xwe bifiroşe, ew di nava xiyanetê de ye."

Mamoste Ezzedîn Sabir, nivîskar Zanyar Cûma û Rêbaz Qedir ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, daxuyaniya Nêçirvan Barzanî bingehê ji şerê birakujê re amade dike.

Hîndekarê dîrokê yê Zanîngeha Kerkûkê Ezzedîn Sabir destnîşan kir, ku daxuyaniyên Nêçirvan Barzanî zerarê didin hevgirtina Kurdan û got, "Beriya niha di şerê birakujiyê yê navbera Kurdan de demeke nebaş bihurî. Ti alî û rêxistin di şerê navxweyî yê Kurdan de tiştekî bi dest naxin. Di vê demê de ku em li dijî DAIŞ'ê şer dikin, pêwîstî bi yekîtiyê heye. Lewma daxuyaniyên bi vî rengî di demeke wiha de, ne rast in. Bikaranîna zimanê tund li dijî hev, wê zerarê bide gelê Kurd. Weke mamosteyekî ez bang li hemû gel, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên Kurdistanê ku nehêlin şerê navbera Kurdan rû bide."

'YÊ JI GELÊ XWE BIDIZE, EW XAYÎNÊ DIKE'

Zanyar Cûma destnîşan kir, ku PKK a li Şengalê, hêzeke ku temsîla gelê Kurd dike û ev nirxandin kir: Nêçirvan Barzanî yê ku gefê li hêzên PKK'ê yê li Şengalê dixwe, bi van daxuyaniyên xwe nîşan dide bê xizmetê ji kê re dike. Careke din nîşan da ku PDK û dewleta Tirk siyaseteke hevpar dimeşînin. Weke ku tê zanîn dewleta Tirk û dîktatoriya Erdogan li Bakurê Kurdistanê êrîşî Kurdan dikin. Parlamenter, Hevşaredar, xebatkarên saziyên çapemeniyê, rewşenbîr girtin û xistin zîndanê."

Zanyar Cûma diyar kir, yên hebûna welatê xwe pêşkêşî hinekan dikin, her tim wê xiyanetê bikin û got, "Dizek û xayin bi dijmin re heman siyasetê dimeşînin. Eger li welatekî Serokwezîr malê welatê xwe didize, hingî divê mirov matmayî nemînin ku xiyanet kiriye. Ji ber ku dijminê mal e. Hewl didin bi gefên li partiyên gelparêz dixwin re, dixwazin xwe veşêrin. Gelê Başûrê Kurdistanê naxwaze PKK ji Şengalê derkeve."

Rêbaz Qadir jî da zanîn, divê hemû hêzên Kurd ji bo berjewendiyên gelê Kurd têbikoşin û got, "Hêza PKK'ê ya lİ Şengalê ji bo berjewendiyên gelê çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe. Xuya ye dijminên Kurdan daxuyaniyên bi vî rengî yên li dijî PKK'ê ji Nêçirvan Barzanî xwestin e. Yê ku ji bo birakujiyê di navbera Kurdan de bide destpêkirin, dewleta Tirk a ji dest tê dike." Qadir diyar kir, hebûna PKK'ê ya li Şengalê li gorî berjewendiyên Kurdistanê ye û destnîşan kir, yê berevajî vê dibêje, ew dijminatiyê li Kurdan dike.