Gelê Şengalê naxwaze televîzyonên rastiyê bên girtin

Civaka Êzidî ya li Şengalê dijî, nerazîbûn nîşanî biryara Eûtelsatê ya ji bo girtina televîzyonên Kurdî Ronahî TV, Stêrk TV û News Channel da û got, ew naxwzin televîzyonên rastiyê bên girtin.

Civaka Êzidî ya li Şengalê dijî, nerazîbûn nîşanî biryara Eûtelsatê ya ji bo girtina televîzyonên Kurdî Ronahî TV, Stêrk TV û News Channel da û got, ew naxwzin televîzyonên rastiyê bên girtin.

Ciwanê bi navê Mahir Reşo wiha got, "Ji ber hewldana girtina qenalên televîyonê yên Kurdî, em dewleta Tirk û hevkarê wê şîrketa Eûtelsatê şermezar dikin. Ev qenalên ku dixwazin bigirin weka qenalên Ronahî Tv û Stêrk Tv, di dema fermanê de bi me Êzidiyan ve rabûn û êşa gelê Êzidî ji dunyayê re diyarkirin."

Keça bi navê Su’ad Reşo diyar kirin ku "Erdogan dixwaze qenalên Kurdî bigire, ji ber ku qenalên weke Ronahî û Stêrk TV ne weke qenala Rudaw’ê derewan dike dixwaze xira bikin. Ji ber vê yekê jî em Erdogan şermezar dikin."

Ciwanê bi navê Dîno Şengal anî ziman, "Ji destpêka fermanê heya niha qenalên Ronahî û Stêrk êş û fermana me diyar dikin û bi me re ne. Em erdogan şermezar dikin ji ber ku dixwaze van qenalên Kurdî bigirin."

Welatiyê bi navê Ebdulkerîm Şengalî  got, "Em Erdogan şermezar dikin ji ber ku dixwaze qenalên kurdî  ji holê rake. Ji ber ku ev qenalên rastiyê ne û weka kenalên Rudawê derewan nakin û tim heqîqetê dibêjin, êrîşî ser dikin." Şengal bi dewamî got, "Ne Erdogan û ne jî ti kesekî din, nikare van kenalan û rêya rastiyê bigire ji ber mayîna van qenalan daxwaza gel e."
 
Ciwanê bi navê Welîd Suleyman anî ziman ku ew Erdogan şermazar dikin û qebûl nakin ku  qenalên me bigire. 

Sulêman bal kişand ser dema fermanê  "Ji destpêka fermana ve  qenalên Kurdî yên weke Stêrk TV û Ronahî TV hemî tiştên ku bi serê me de hatî ji dunyayê re diyakirin û em didan naskirin. Ji ber kenalên rastiyê ne em naxwazin werin girtin."