Fermandarê HPG'ê: Dewleta Tirk li hemberî gerîla bêçare maye

Fermandarê HPG'ê Rustem Botan diyar kir ku dewleta Tirk li hemberî gerîla bêçare maye û li gel bikaranîna çekên kîmyewî jî nikare bikeve nava tunelan. Rustem Botan got, gerîla ne tenê xwe diparêze, di heman demê de derbên gira li dijmin dixe.

Ji fermandarên HPG'ê Rustem Botan destnîşan kir, berxwedana ku gerîla li dijî êrişên bi mehan ên dewleta Tirk dimeşîne, cihê rûmetê ye û got, "Ruhê şoreşê li Zagrosan e."

Fermandarê HPG'ê got, "Gerîla di nava 6 salên dawî de xwe li gorî rêbaza serdema nû ji nû ve ava kir. Bi vê yekê re dewleta Tirk bêçare ma. Dijmin teknîka xwe ya şer çiqasî zêde kiribe jî rê û rêbazên ku vê teknîkê pûç bike hatin afirandin." Fermandarê HPG'ê Rustem Botan li ser têkoşîna li Zagrosan ji ANF'ê re axivî.

'KEVNEŞOPIYA 'BERXWEDAN JIYAN E' DEWAM DIKE'

Fermandarê HPG'ê Rustem Botan şehîdên Werxelê, Girê Sor û Zendûrayê bi bîr anî û destnîşan ikr ku têkoşîna niha tê meşandin ji tecrûbe û rabirdûya 40 salî tê. Rustem Botan got, "Hevrêyên me mîna Kemal û Mazlûman, berxwedan ji xwe re kirin esas. Têkoşîna ku bi şîara 'Berxwedan jiyan e' û 'Mirov bi berxwedanê bi ser dikeve' li Zagrosan, Metîna û Zapê dewam dike. Bi taybetî li dijî konsepta şer a dewleta Tirk a faşîst, yanî li dijî rejîma AKP-MHP'ê 6 meh in têkoşîneke bêhempa, berxwedaneke bêhempa tê meşandin."

'TIŞTEK NEMA KU LI HEMBERÎ GERÎLA BI KAR NEANÎN'

Rustem Botan diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ji sala 2016'an ve her tim zêde dibe û got, "Ji bo gerîla tasfiye bikin derfetên di destê xwe de hemûyan bi kar tînin. Tiştek nemaye ku neceribandine. Li gel van hemûyan jî nekarîn encamekê bi dest bixin. Bi taybetî ji sala 2018'an piştî ku gerîla xwe ji nû ve ava kir û pê ve, xitimîn. Ne balafirên keşfê, ne balafirên şer ne jî gazên wan ên kîmyewî encamek afirand. Bi rastî jî di pêvajoya 6 salên dawî de piştî ku gerîla xwe li gorî rê û rêbaza serdema nû bi rêxistin kir, dewleta Tirk bêçare ma. Kir nekir nekarî li pêşiya çalakiyên gerîla bibin asteng. Dijmin çiqasî teknîkên xwe yên şer zêde kiribe, gerîla jî rê û rêbazên pûçkirina vê teknîkê zêde kir."

'GERÎLA NE TENÊ DI POZÎSYONA PARASTINÊ DE MA'

Rustem Botan bi bîr xist, ku dewleta Tirk 6 meh in bênavber bi çekên ji teknolojiya dawî, bi taybetî bi çekên kîmyewî êriş dike û got, "Dewleta Tirk ji bo bikeve nava tunelên şer her cûre rêbazên şerê qirêj bi kar anî. Di şerê navbera dewletan de jî ewqas cebilxane nayê bikaranîn. Yanî di vir de em fêhm dikin ku dewleta Tirk li pêşberî taktîk û têkoşîna gerîla bêçare maye. Dewleta ku nikare berxwedana gerîla bişikîne di serî de çekên kîmyewî gelek rêbazên qirêj bi kar tîne. Gerîla li hemberî êrişên bi çekên kîmyewî jî bêçare nema û bi teknîk û taktîkên cuda çalakiyên sabotajê li dar xist.

Van çalakiyên gerîla encamên xurt bi xwe re anî. Çalakiyên bi vî rengî yên YJA Starê pêşengî ji demê re kir. Li Wan, Gever, Botan, Metîna û Zagrosan çalakiyên xweser hatin lidarxistin. Yanî gerîla ne tenê di pozîsyona parastinê de ma. Gerîla hem xwe parast, hem jî li gelek deveran çalakî li dijî dijmin li dar xist. Li gelek deveran derb li dijmin xist û çek û cebilxane ji ser rakir. Ev hemû jî encamên nûbûna gerîla ya di dema nû de ye."

'TAKTÎKA GERÎLA GELEKÎ BI PÊŞ KET'

Fermandarê HPG'ê got, "Gerîla ji ber ku xwe bi felsefeya Apoyî bi rêxistin kir, 6 meh in têkoşîn û berxwedaneke bêhempa dimeşîne" û wiha dewam kir, "Li Mamreşo, Şehîd Serdar û Zendûrayê hevalan nehiştin ku dijmin bi ser bikeve. Li Girê Sor û Werxelê berxwedaneke mezin kirin. Li Girê Sor di şexsê hevalê Botan de têkoşîneke mezin hate meşandin. Dijmin çiqasî xwest bi pêş ve bê jî derb xwar û neçar ma ku xwe vekişîne. Ji xwe li Werxelê 4 meh in berxwedan dewam dike. Dijmin nikare bikeve nava tunelan. Heval li dijî dijmin çalakiyên cuda li dar dixin. Ji aliyê taktîkî ve pêşketineke mezin heye. Şerê li tunelan û yekîneyên tîm ên gerîla yên taybet ên li qadê di vê mijarê de taktîkên girîng nîşan dan. Ev yek niha li her qada şer dewam dike. Heval hem li nava tunelan hem jî li derve derbên giran li dijmin dixin û encamê werdigirin."

'EM BI ÎRADE Û SEKNA WAN SERBILINDIN'

Fermandarê HPG'ê Rustem Botan destnîşan kir ku têkoşîna gerîla cihê rûmet û serbilindiyê ye û got, "Ev berxwedan destpêkê di şexsê hevalên Cûmalî, Diyana, Mahîr, Botan, Diljîn û Serhat de xurt bû. Divê ev yek bê gotin; ne tenê gelê Kurd, gelên ku dixwazin azad bibin hemû niha bala wan li ser berxwedana gerîla ya li Werxelê ne. Hevalên me timî di bîra me de ne. Em bi îrade û sekna wan serbilindin. Ruhê ku hevalê Şoreş li Siyanê nîşan da îro li Zagrosan dewam dike û derbên mezin li dijmin dixe. Gerîla li ser şopa berxwedanê ye. Ev berxwedan wê encamê teqez biafirîne."

Fermandar Rustem Botan di dawiyê de gerîlayên ku di berxwedanê de şehîd bûn bi minet bi bîr anî û hevrêyên xwe yên ku têdikoşin jî silav kir.