Fermandara li pey heqîqetê: Jînda Ozgur

"Ji bo hevalên xwe timî kir û ked da. Bû fedaiya jiyanê. Ji ber ku bi rastî jî xwedî kesayeteke wisa bû. Li kû derê têkoşîn hebû, ked hebû ew li wir bû. Bi hevaltiya wê mirov dilsoziya wê ya bi Rêbertî re didît."

Yek ji fermandarên YJA-STAR'ê Jînda Ozgur, di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 20 salan de, li her derê Kurdistanê li pey xwe gavên azadiyê hiştiye. Jînda Ozgur her kêliya xwe ya jiyanê bi felsefeya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiya û heya demên xwe yên dawî jî dev jî rêya fedaîtî berneda. Fermandar Jînda li eyaleta Xarzanê, 21'ê Adarê 2017'an de, ango di roja Newrozê de ji bo ku layiqê şehîdên vê rojê bibe kêliyek jî dev ji berxwedanê berneda û di şopa Mazlûman de, li şûna teslîmiyetê şahadet da ber çavan. Hevrêyên wê behsa fermandara YJA-STAR'ê Jînda Ozgur kirin, soz dan ku têkoşînê geş bikin û diyar kirin ku wê doza wê bişopînin.

Fermandara gerîla Jînda Ozgur dema ku serpêhatiya xwe ya jiyanê û têkoşînê tîne ser ziman, dibêje, "Yekem sedema dilsoziya min a bi partiyê re bi hêviya pêkanînên xeyalên xwe û bi vê bîr û baweriyê bû. Çalakiya fedayî ya ku heval Rehşan li Îzmîrê pêk anî, bandoreke mezin li min kir. Mirovek çawa dikar ji bo Rêbertî û partiya xwe, di heman demê de ji bo gelê xwe  canê xwe bide ber agir. Çalakiya heval Rehşan kir ku bi hişkî werim girêdan."

'XEYALÊN AZADIYÊ HER KU DIÇE MEZINTIR DIBE'

Wiha dewam dikir: "Ji bo gelê Kurd yek jê xeyalên herî mezin dîtina Serokatî ye. Min bi xwe jî Serokatî ji bo xwe wek her tiştî didît. Ez bi xwe jî çûme qada Serokatî. Cara pêşî wexta ku hatî analîz li ser hevalan kir. Min di wê kêliyê de hîs dikir ku gelo tişta ku dibînim rast e yan xeyal e? Min bi baldarî ew dişopand. Ji ber ku Serokatî di cihê xwe de nedisekinî. Lê min her car bi baldarî lê mezê dikir. Ango min bawer nedikir ku ez wan kêliyan bi Serokatî re dijîm. Tişta ku min xeyal dikir pêk hatiye. Heta dema min hembêz kir, heman tiştî jiyam. Dema me bi hev re piştre xwarin xwar, Serokatî xwarina xwe ji pêşiya xwe rakir û da pêşiya min. Li gorî fêmkirina min, wisa hîs kir ku binya min lawaz e. Serokatî hewl dide ku ez bi ser xwe ve werim. Ji ber pêvajoya beriya hatinê em di nava şer de bûn. Ango ez di milê fizîk de pir lawaz bûbûm. Serokatî ji fizîka me bigre heya pêşketina me ya birdozî bi her tiştê ve mijûl dibû.

Li gel Serokatî mirov di her kêliyê de hestên azad hîs dike. Ango henaseyeke ji hilma azadiyê digire û dijî. Ji ber ku Serokatî xwe cuda nanirxîne. Her ew hevaltiya xwe bi te dide hîskirin, wisa nêz dibe. Serokatî dibêjê: 'Gel ev qasî ji dîroka xwe hatiye dûrxistin. Ango hatiye binaxkirin û ser hatiye çimento kirin'. Rastiyeke vê heye, dibêje ku ji bo me propaganda tê. Yan mirov dibe qey her tişt çêbûye. Lê mirov dikare bibînê ku gelê me bi bîrdoziya Serokatî hatiye ronîkirin û azad bûye. Ev jî bi xebatê Serokatî û bi keda wî hatiye kirin. Vê yekê bandoreke xurt li min kir. Ji ber ku tu di her alî ve, bi çav tevgera Serokatî û jiyana wî dibînî. Van şertan pir bandor li min kir."

'JÎNDAR HEVRÊYA AZADIYÊ BÛ'

Sozdar Avesta yek ji hevala wê ya xeta azadiyê ye. Di derbarê naskirina xwe ya Jînda Ozgur de, ya li eyaleta Botanê wiha dibêje: "Heval Jînda li hêrema Garisa ya girêdayî eyaleta Botanê bû. Piştî agirbestê ku çêbû û bi destpêkirina şerê gerîla hevrê Jînda jî bi awayek çalak di nav de cih girt. Di wê pêvajoyê de gelek hevalên jin derbasî Heftanînê bûn. Hevrê Jînda li Botanê û qadên parastina Medyayê gerîlatî kir. Şehîd Canda ya ji neteweya Tirk, a ku di sala 97 de diçe gel Serokatî, pêşniyarên xwe ji bo heval Jînda dike da ku were gel Serokatî. Bi sekn û hevaltiya xwe di nava jiyanê de, tevahî hevrêyên wê tekoşînê ji Serokatî re behsê dikin. Piştî şahadeta heval Canda, Serokatî heval Jînda dixwaze da ku biçe gel wî. Heval derbasî qadên Serokatî bû. Bi vê çûyîna xwe û naskirina Serokatî encam derxistibû. Di beşdarbûna xwe ya perwerde de jî diyar kiribû. Tevahî hevalên li gel wê behsa xurtbûyîna wê dikirin. Her wiha bi vê xûrtbûyîna xwe ve, di rêveberiyê de cih girt. Bi sedan hevalên ku heval Jînda perwerde kirine hene yên ku bo fedayê vê jiyanê bin. Em jî wek hevrêyên wan di xeta wan de ne yên ku bûn xeta dîrokî û gihîştin asta şahadetê. Em bikaribin xeyalên wan pêk bînin. Erkê ku dikeve ser milê me, azadiya Serokatî bi taybet misoger bikin."