Evîndarê rastiyê: Rohat Aktaş

Dayika Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, Melîha Aktaş got, "Rohat evîndarê rastiyê bû. Di rêya rastiyê de jî gihişt şahadetê."

Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat, Rohat Aktaş ê ku par li Cizîrê dema li pey nûçeyan bû hate birîndarkirin, li jêrzemîna ku xwe spartiyê bi rengekî hovane hatibû kuştin. Dayika Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, Melîha Aktaş got, "Rohat evîndarê rastiyê bû."

'LI DIJÎ MIRINÊ LI BER XWE DA'

Dayika Rohat qala kurê xwe kir:

"Rohat di sala 1996’an de li Stenbolê ji dayik bû. Kurê herî mezin ê malbatê bû. Piştî erdhêja Marmarayê ya sala 1999’an tevî malbata xwe vegeriya navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Rohat di temenê xwe yê biçûk de bi nexweşiyê ket û demek dirêj li nexweşxaneyê hate dermankirin. Rohat dema dihat dermankirin bijîşkan digot rewşa wî xeter e û bawer nedikirin bijî. Rohat di temenê xwe yê biçûk de li hemberî birînê li ber xwe da û bi ser ket. Piştî Rohat gihişt tenduristiya xwe û em vegeriyan Pirsûsê. Li Pirsûsê ji ber ku malbata me berfireh bû, Rohat herdem bi kelecan bû û keyfa wî bi cih bû. Malbatê, civakê û hevalên Rohat gelekî ji wî hez dikirin.

'DI TEMENÊ BIÇÛK DE XWEDÎ RAMANEKÎ MEZIN BÛ'

Rohat dibistana xwe ya destpêkê li Silêman Şahê qedand û çû dibistana Amedeyî. Dema Rohat dibistana Amedeyî dixwend êdî ketibû ferqa hinek tiştan û êş û zilma li ser gel ji kûrahiya dilê xwe hîs dikir. Rohat di temenê xwe yê biçûk de herdem zilm û êşa di nava civakê de dipirsî û lêkolîn dikir. Rohat herdem ev pirs dikirin: 'Dewlet çima zilmê li Kurdan dike? Ev zilm çima pêk tê?' Temenê Rohat biçûk bû lê tiştên ji xwe mezintir dipirsî û lêkolîn dikir. Rohat çiqasî biçûk jî bû, ramanê wî mezin bû. Gelek caran Rohat hinek tişt ji min dipirsî min, min nekarî bersivê bidim pirsên wî. Min gelek li ser Rohat difikirî û di got, di vî temenê biçûk de çawa van tiştan fêr dibe û dikare bihizire. Rohat di nava civak û hevalên xwe de xwedî sozên xwe bû. Rohat di temenê xwe yê biçûk de ji hevalên xwe re pêşengtî dikir û pirsgirêkên hevalên xwe weke pirsgirêkên xwe yên sereke didît. Rohat ti carî xwe bi tenê ne difikirî, herdem destpêkê li hevalên xwe, malbat û derdora xwe difikirî. 

'DI ZAROKTIYA XWE DE ROJNAME BELAV DIKIR'

Rohat hê di 12 saliya xwe de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dest bi belavkirina rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem kir. Ji xwe piştî Rohat dest bi karê belavkariyê kir û rojname aktîf dixwend guhertinên gelek mezin pê re çêbû. Rojekê min ji Rohat re got, 'kurê min em ê herin cihekî tuyê bi me re werî. Rohat got, na dayê ez ê neyêm, karê min heye. Min jî got, temam li malê xwarin heye û tuyê bixwî. Rohat got, 'dayê ne pirsgirêke'. Piştî ku em vegeriyan malê min li malê nêrî, Rohat tev mal paqijkiriye û feraxên qirêj hemû şûştine. Min jê re got, 'kurê min Rohat li te gelek guhertin çêbûye'. Rohat li min nêrî û got, 'dayê divê hemû kes karê xwe bi xwe bike'. Rohat zarokek cesûr û bi hêz bû. Rohat dema ku belavkarî dikir, rojekê bi birayê xwe yê biçûk re li ber derî bi gogê lîstin û lingê xwe êşandibû. Rohat hate kete hundirê malê û got, 'dayê ka ez cilê xwe biguherim ez ê biçim karê min heye'. Min jê re got, 'kurê min te lingê xwe êşandiye neçe bila lingê te sax bibe dûre here'. Rohat li min nêrî û got, 'Dayê her roj li kolanan tîmên taybet zilm li gel dike, zarokê hina ji dayik nebûne di zikê dayikan de tê kuştin ez çawa bisekinim. Êşa lingê min li ber êşa dayikan de ne tiştekeke'. Piştî van gotinan tiştek min ji Rohat re gotiba tinebû.

'MIRINEK BI RÛMET HILBIJART’

Rohat dema ku xwendekarê zanîngehê bû, bû Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat û di pêvajoya berxwedana Cizîrê de jî ji bo rastiyê bişopîne çû navçeyê û li wir hate qetilkirin. Dema ku Rohat li Cizîrê di jêrzemînan de bû, hêzên dewletê gelek caran banga 'teslîm bibin' kirine, lê Rohat dest ji hevalên xwe bernedayê û mirineke bi rûmet hilbijartiye. Dema ku Rohat di binê jêrzemînê de bû ez pê re axivîm û got 'ez birîndar bûme, lê rewşa min baş e'. Dewletê Rohat qetil kir lê bi hezaran Rohat hene. Wê bêguman ev yek ji dewletê re nemîne û wê hesabê Rohatan bê pirsîn."

Dayik Aktaş li ser berxwedana Cizîrê û jêrzemînên wehşetê jî helbestek nivîsadiye û wiha behsa Rohat û Cizîrê dike:

Cizîra Botan
Kelha berxwedanê û cihê şêran e
Şer daketiye qadan e
Em ê biparêzin mafê însan e
Em bernadin li Enqereyê sor mermere rûniştina kursiyan e
Dikine hesabê bêket û bê xwîdan e
Xwîhdana eniyane 
Li dijminê xwinxare
Ji xwe ditirse pêcane li derdora Cizîrê
Bi tang û topane
Gule û top baran kirin 
Li ser serê zar û zêçên Kurdane
Bi rojane şêrên me li ber xwe dane
Rohatê min Mehmedê min birîndar û ti û birçî
Bi rojane ti caran e serî netewandin
Li ber zilma zalimane
Ev şehîdên me gelane
Şehîd namirin