ESP: Li dijî dagirkeriyê em bi gelê Kurd re bin

ESP'ê bal kişand ser êrişên dagirker û mêtinger ên dewleta Tirk û bang li PDK'ê kir ku hêzên xwe yên leşkerî vekişînin. ESP'ê bang li şoreşgeran jî kir ku bi gelê Kurd re bin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li gelemperiya Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ne pandemî ne jî pirsgirêka tenduristiyê ya gel li pêşiya rejîma mêtinger û nokerên wan nabin asteng ku êrişî gelê Kurd bikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bicihbûna hêzên PDK'ê li Zînî Wertê nîşan dide ku hevkariya xwe ya bi rejîma mêtinger faşîst re xurt kiriye û hate gotin, "Ev polîtîka wê bi tenê bi kêrî hêzên mêtinger bê. Divê PDK ji vê rêyê vegere û hêza xwe ya leşkerî vekişîne. Berjewendiya gelê Başûrê Kurdistanê ne bi hevkariya bi dewleta Tirk a bûrjûva re ye."

ESP'ê bang li pêşverû, şoreşger, partiyên sosyalîst, rêxistinan, rewşenbîr û demokratan kir ku li ber mêtingeriya rejîma qesrê dengê xwe bilind bikin, planên dagirkeriyê teşhîr bikin û bi gelê Kurd re bin.