Esnafên Kerkûkê: Hikumet û rêveberiya bajêr alîkariyê nadin me

Esnafên bajarê Kerkûkê diyar kirin ku hikumeta Iraqê û rêveberiya bajêr alîkariya wan nake û ji ber vê bêxwedîbûnê ew ketine nav fikaran.

Ev 32 roj in ku li bajarê Kerkûkê ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa Koronayê qedexeya hatin û çûyinê hatiye ragihandin. Ji 18’ê meha Adarê ve li Kerkûkê qedexeya hatin û çûyinê tê pêkanîn.

Ev qedexeya hatin û çûyinê jî bûye sedemê daxistina bazar û cihên giştî ku ev jî sedemeke piraniya welatiyan bê kar mane, çavkaniyên debara rojane hatine qutkirin. Ligel ku dewlemendiya bajêr ya bi bîrên petrolê û çavkaniyên xwezayê jî tê zanîn lê rewşa xelkê li bajarê Kerkûkê di asteke xerab de ye, niha jî qedexeya hatin û çûyinê jî heta serê meha Remezanê hate dirêjkirin.

DI VÊ REWŞÊ DE TI PÊNGAVÊN ALÎKARIYÊ JI BO WELATIYAN NEHATIYE KIRIN

Welatiyê bajarê Kerkûkê Hawkar Qadir hem xwendevan û hem jî esnaf e ku karê berberiyê dike, têkildarî rewşa bajêr ji ajansa me re axivî û got: “Piştî hikûmeta Iraqê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê li hemû cihên Iraqê qedexeya hatin û çûyinê ragihand, welatiyên Iraqê heta astekî baş karîn biryara qedexeya hatin û çûyinê pêkbînin lê ji aliyê hikûmetê ve kêmterxemiyek li beramberî welatiyan bi beramber kirina welatên din tê kirin. Wekî nimûne welatekî weke Kanada ji welatiyên xwe re ragihand; mehekê li mal bimînin hikûmet xwarin û pereyên ji bo alîkariyê wê bigihînin mala her welatiyekî lê li Iraqê bi ti awayî di vê rewşê de alîkarî ji bo welatiyan nehatiye kirin.

Her wiha têkildarî rewşa tendirûstiyê jî Hawkar Qadir da diyarkirin hikûmeta Iraqê nekarî xizmetên tendirûstiyê yên pêwîst pêşkêşî xelkê bikin, li gel wê jî rê nayê dayin ku esnaf jî karên xwe bikin. Di heman demê ji bo malbatên xizan, hejar û esnafan jî tu planeke wan tune.  

Sîver Yaqub jî esnafekî bajêr e ku karê ajokariya xetê dike, têkildarî rewşa xelkê bajêr û ya esnafan ji me re da diyarkirin û got: “Ev nexweşiya vîrûsa Koronayê li hemû cîhanê belav bûye ne tenê li Iraqê, divê em weke welatî bi van tedbîrên tendirûstiyê ve girêdayî bin û pêkbînin ji ber ku ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa Koronayê hatine ragihandin. Lê erka hikûmetê ye ku alîkariya esnafan bike. Ji ber ku ew kes rojekê jî kar nekin nikarin debara xwe bikin. Niha jî welatiyên hejar û esnafên bajêr di rewşeke xerab de ne.

Her wiha Sîver Yaqub bal kişand li ser vê divê hikûmet rewşa hejaran û ya esnafan bi rêyekî guncaw çareser bike weke nimûne; dikarin di rojekê de ji bo çend saetan rê bê dayin ku esnaf kar bikin ji bo ku bikarin debara xwe ya jiyanî ya rojane bikin.”

Welatiyê bi navê Şalaw Şiwanî li bazara Serçinar li taxa Rehîmawa ya li bajarê Kerkûkê ku dikandar e, ew jî li ser heman mijarê axivî û got: “Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê hikûmet cihên giştî û dukanan girtine ku di demekê de ji sedê 70’ê heta 80’yê welatiyên bajêr debara jiyana xwe li ser dukandariyê, kirêkariyê û karê ajokariya xetê dikin. Piraniya xelkên Kerkûkê debara wan li ser esnaftiyê ye.

Di dawiyê de Şalaw Şiwanî ragihand ji bo xelk ji vê rewşa karantînkirinê bêzar nebin, divê li malê hikûmet ji bo welatiyan bixebite.”