Erka keya bi hinceta 'cih daye HDP'ê hate desteserkirin

Şaredarê Rişmilê yê AKP'î Hayrettîn Demîr, keya Çagdaş Araz bi 'dayina cih ji bo HDP'ê' sûcdar kir û li ser vê yekê keya ji wezîfeyê hate dûrxistin.

Li navçeya Rişmilê ya Mêrdînê, di çarçoveya projeya veguherîna bajarî de karê hilweşandina 500 malî Cotmeha derbasbûyî dest pê kiribû.

Şêniyên taxên Tepebaşi û Gul ji ber ku qebûl nakin, tê xwestin ku malên wan bên hilweşandin.

Lewma elektrîk li ser şêniyên taxan hatiye birîn û zext li wan tê kirin.

Şêniyên herêmê bi çalakiya protestoyî bang li Şaredarê AKP'î yê Rişmilê Hayrettîn Demîr kir ku îstifa bike.

Keyayê Taxa Gul Çagdaş Araz jî bi îdîaya "çalakî organîze kiriye" ji aliyê Qeymeqamiya Rişmilê ve ji bo mehekê ji wezîfeyê hate dûrxistin.

Eşkere bû ku Şaredar Demîr beriya mehekê li ser Araz gilîname pêşkêşî Qeymeqamiyê kiriye û Araz bi dayina cih ji bo HDP'ê sûcdar kiriye.