Êrîşên li ser Efrînê didomin

Êrîşên dewleta Tirk a li ser herêmên Efrînê didiomin.

Êrîşa artêşa Tirk a bi obus û hewanan a li dijî Efrîn didome. Li gorî agahiyên hatin girtin, bomberdûman bi obus û hewanan a li ser Meranaz, Belniye, Wîlla Qadiy, Eyn Eeqne û Tel Rifat ên girêdayî Şeyh Îsa û Enabe û derdorî wê yên girêdayî Efrînê didomin.

Her wiha êrîşa artêşa Tirk a li ser gundên Cindrese û Raco yê jî bi navber didome. Di bersivdayîna duh a şervanên YPG’ê de wesyîtekî zirxî ya artêşa Tirk hatibû rûxandin. Dîsa li Reco û Cenderesê jî 17 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.