Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Rojava dewam dikin
YPG'ê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk ên li dijî axa Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.
YPG'ê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk ên li dijî axa Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.
Navenda Ragihandina YPG'ê da xuyakirin, artêşa Tirk danê sibehê bi çekên giran êrîşî gundên Kaniya Kurda, Qeremox, Koran, Silipkiran, Carikli, Esafa, Yabse û Siluleh ên li rojhilatê Kobanê kiriye.
Her wiha diyar kir, leşkerên Tirk bi çekên giran êrîşî gundê Ziyaretê yê bakurê Kobanê kirin. Hat ragihandin ku duh bi şev jî artêşa Tirk gundê Şeîr gulebaran kiriye.